Parlamenterê berê û Endamê Komîsyona Navendî û Biryarder a AK Partiyê Orhan Mîroglu li ser “pêvajoya nû” got, “Pêvajoyek heye ku birêz Bahçelî ragihandiye û Serokkomar birêz Erdogan jî piştgiriya wê dike.
Qonaxa niha ya pêvajoyê jî piştî axaftinên serokên MHP û AK Partiyê dê serdana şandeyeke DEM Partiyê ya li Îmraliyê be.
DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê daye û li benda bersivê ye, diyar e dê tekez bersiv erênî be.”
Siyasetmedar Mîroglu îdia kir ku di pêvajoya berê ya çareseriyê de Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan bi qasî niha ne nêzîkî azadiyê bû û got:
“Em behsa 12 sal berê dikin. Ji bo ku ji Mafê Hêviyê sûdmend bibe, pêwîstî bi 10 salên din hebû. Ew dem tije bûye.”
Parlamenterê berê yê AK Partiyê derbarê rola Herêma Kurdistanê ya di pêvajoyeke nû ya çareseriyê de jî got:
“Divê helwêsta Kurdan, hikûmet û aktorên siyasî yên Kurdistana Îraqê ew be bi israr tekez bikin ku teror tiştekî ji Kurdan re nîne û piştgiriya pêvajoyê bikin.
Wekî ku birêz Mesûd Barzanî di Komxebata Aştiyê ya li Dihokê de amaje pê da bû. PKK ji bo Kurdistana Îraqê jî serêşî ye.”
Nîqaşên li ser “pêvajoyeke nû ya çareseriya Pirsa Kurd” derdora du meh in di rojeva Tirkiyeyê de ye.
Pêvajoya ku 1ê Çiriya Pêşîn bi silavdayîna Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo DEM Partiyê dest pê kiribû niha hatiye wê qonaxê ku Hevserokên DEM Partiyê biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicivin.
Hevserokên DEM Partiyê 26ê Çiriya Pêşîn a 2024an ji bo hevdîtineke bi Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê da.
Ev serlêdan di demekê de bû ku heman rojê Bahçelî di civîna grûpa partiya xwe de got:
“Em li bendê ne bêyî ku were bipaşxistin di navbera Îmraliyê û Koma DEM Partiyê de hevdîtineke rû bi rû were kirin û em vê banga xwe dubare dikin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku ji wê demê ve li ser pêvajoyeke nû ya çareseriyê û bi taybetî banga Bahçelî ya ji bo Ocalan bêdeng bû roja 27ê Çiriya Paşîn ragihand ku ew li gel Bahçelî di nav hevahangiyê de ne.
Erdogan jî bangî PKKyê kir û got:
“Divê hûn çekan bin ax bikin. Dema we çek bin ax kirin, ji bo me her tişt ew e ku em pêşiya we vekin.”
Siyasetmedar Orhan Mîroglu li ser pêşhatên nû yên çareseriyê, ajandaya Enqereyê ya li ser pêvajoyê bersiv da pirsên edîtorê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferdî Sak.
Rûdaw: Birêz Mîroglu gelekî spasiya we dikim ku we daxwaza me ya hevpeyvînê qebûl kir. Wekî cenabê te jî ji nêzîk ve dişopîne, nîqaşên piştî daxuyaniyên Serokê MHPyê yên derbarê pêvajoya çareseriya Pirsa Kurd de dest pê kirine, derdora 2 meh dibe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ev rojeveke sereke ye. Bi nêrîna we bi rastî pêvajoyeke çareseriyê heye û eger hebe niha di kîjan qonaxê de ye?
Orhan Mîroglu: Bi rastî pêvajoyek heya yan na, mebest ji vê pirsê çi ye nizanim lê helbet pêvajoyek heye ku birêz Bahçelî ragihandiye û serokkomar birêz Erdogan jî piştîvaniyê lê dike. Qonaxa niha ya pêvajoyê jî piştî axaftinên Serokên AK Partî û MHPyê yên ku 26ê Çiriya Paşîn di grûpên partiya xwe de kirin, dê serdana şandeke DEM Partiyê ya li Îmraliyê bo Ocalan be. DEM Partiyê ji bo hevdîtinê li Wezareta Dadê serlêdan kiriye û li benda bersivê ye, diyar e dê tekez bersiva daxwaza serlêdanê erênî be.”
Rûdaw: Bahçelî dibêje, `divê bêyî paşxistin DEM Partî û Ocalan hevdîtinekê pêk bînin.` Li gorî xuya dike dê hevdîtin jî pêk were, gelo dê pêngava piştî vê yekê çi be?
Orhan Mîroglu: Em dê ji hevdtîna Îmrali-DEM Partiyê daxuyaniyên Ocalan bibîhîzin û dê li beramber van daxuyaniyan li bertekên erênî û nerênî yên ji DEM Partî û Qendîlê tên bên temaşekirin û bêguman alî dê ji pencereyên xwe nirxandinên nû bikin. Piştre bi rêya medyayê dê bo vê yekê were amadekirin û dê li helwêsta civakê bê temaşekirin.
Rûdaw: Vê carê dê ji pêvajoyên berê cûdatir çi bê kirin û çi li pêşiya Kurdan e?
Orhan Mîroglu: Di pêvajoyên berê de aliyan li ser maseyê destûra nû jî di nav de, ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û di vê avakirinê de rola ku xeta PKK/HDPyê bi Serokatiya Ocalan bilîze, li ser bazara çekan gotûbêj kirin. Tişta dihat axaftin ne pêvajoya “danîna çekan a bê şert û merc” a PKKyê bû lê pêvajoya provaya danîna çekan a “bi şert û merc” bû. Ocalan li gel nermkirina daxwazên ku li beramber danîna çekan dihatin pêşkêşkirin jî bû. Dema Sirri Sureyya di hevdîtinên Îmraliyê de dipirsî “Serok dê çi li we bê?”, Serok jî digot “Sirri em hemû dê azad bibin.” Lê Ocalan bo azadiyê ne hevqasî nêzîk jî bû, helbet ji ber rewşa wî ya hiquqî. Em behsa 12 sal berê dikin. Ji bo ji “Mafê Hêviyê” sûdmend bibe, pêwîstî bi 10 salên din hebû. Ew dem tije bû. Ocalan 25 sal in di hindir de ye û eger bikarin hev bibînin pêwîst nake Sirri Beg bipirse “Serok dê çi bi azadiya we bê!” Ferqa dûyem jî ew e tişta dewlet li beramber danîna çekan sozê ji PKKyê re bide ne anîna demokrasiyê bo ser maseya bazarê ye, wek ku Serokkomar îro di civîna grûpê de got li beramber danîna çekan ji bo “vekirina pêşiya wan ” dê çêkirina serrastkirinên yasayî be. Ferqeke din a ji pêvajoyên berê cûdatir jî ew e, bi qasî em fam dikin, pêvajoyeke ku ne bi rêya dîplomasiya dewletê, wate bi pêşniyarên pêşbînîkirî ye, beşdariya civaka sivîl heye û wek modelê mirovê aqilmend, bo zanîna gel vekirî ye. Her wiha pêvajoyeke ku li ser dîplomasiya îstixbaratî dimeşe.
Rûdaw: Tê xwestin ku PKK çekan deyne. Serokkomar Erdogan jî roja Sêşemê di civîna grûpa partiya xwe de got eger hûn çekan binax bikin emê pêşiya we vekin. Gelo bi nerîna we dê PKK bikare vê yekê bike?
Orhan Mîroglu: Eger bixwaze dikare bike çima nikare. Eger serokê wê vê bangê cara dawî bike, ez dibêjim banga dawî ji ber ku eger banga danîna çekan a Ocalan vê carê bê bersiv bimîne wê demê derbasî be! Careke din derfeteke wiha çênabe. Bi qasî ez dibînim PKK nabêje ez çekan nadeynim, dibêje dê çi li min were? Ti kesek nikare vê pirsê wek pirsek ne mafdar jî bibîne. Ew PKKya ku çekan deyne eger erd neqelişe û dê nekeve binê wê, dê li Rojhilata Navîn ku statûko tê guhertin çawa hebe? Beriya her tiştî li Tirkiye û Sûriyê. Ji ber ne li Îraq û ne jî li Îranê ji bo PKKyê siberojek nîne. Lê eger PKK dest ji Pan-Kurdîzma xwe bernede ji xwe ne asan e ku dest ji têkoşîna xwe ya çekdarî jî berde. Ji ber ji bilî Tirkiyeyê li welatên din eşkere ye ku girîngiyeke diyarker a çekan heye. Mixabin êdî eşîret jî ne bê çek in.
Rûdaw: Mijara Rojava dê çawa bê çareserkirin. Li gor daxuyaniyan PKK û dewlet jî ne amade ne tenezûlê bikin, dê rêyeke çawa bê dîtin û Rêveberiya Rojava divê çi bike?
Orhan Mîroglu: Ez herî zêde wê yekê mereq dikim dê Ocalan derbarê “Pan-Kurdîzma PKKyê” de çi bêje. Ji ber PKKya Ocalan, rêxistinek bû ku bi Kurdên Tirkiyeyê ve eleqedar bû. Ev yek hinekî wiha bû ku dema diçûn û li Beqayê digotin Ocalan, dê çi li Kurdên Sûriyê bê, wî digot dest pêkê Tirkiye. Ji xwe dema birêz Hakan Fîdan li parlamentoyê gotûbêj li ser budçeya wezareta wî dihatin kirin, bi eşkere anî ziman ku ka ew çi ji PYD/PKKya li Sûriyê dixwazin. Gelo vegerandina wan kesên ne Sûrî yên di nav PYDyê de ji bo welatê wan? Lê pêşhateke wiha jî dê li gor pêvajoya danîn an jî nedanîna çekan a PKKyê gelekî biguhere. Eşkere ye PKKyeke ku çek deyne dê êdî weke gef nemîne. PKKyeke ku çek nedanîbe, ji xwe ne pêkan e bersiveke erênî bide vê pêşniyara birêz Fîdan. Di vê navê de, bila ji bîra me neçe ku di nav PKKya Sûriyê de jî 20 hezar ciwanên Tirkiyeyî yên ku di salên pêvajoya çareseriyê de beşdar bûne hene. Vegera van bo jiyana asayî ji xwe dê ne karekî zehmet be. Hejmara wan mîlîtanên ku dewletê radestî “Dayikên Amedê” kirine derdora 50 kes in. Ew pêvajoya hiquqî û yasayî ya ji bo wan hatiye meşadadin dikare ji bo yên bê jî bê cibicîhkirin. Ev ne meseleyên gelekî zehmet in. Helwêsta Ocalan a li ser vê mijarê dê rewşa heyî gelekî biguhere.”
Rûdaw: Hem PKK hem jî dewlet bi israr Selahattîn Demîrtaş derveyî pêvajoyê dihêlin. Bi nerîna we dikare di demên bê de beşdarî pêvajoyê bê kirin?
Orhan Mîroglu: Ez ne di wê baweriyê de me ku dewlet vê israrê dike. Ew dewleta ku rê dide DEMê û Ocalan çima dorpêçê deyne ser Selahattîn beg? Bi nerîna min pirsgirêk di helwêsta serokatiyê ya DEMê û PKKyê de ye. Di serdemeke wiha de ku Ocalan bê û li parlamentoyê biaxive û di siberojê de jî ji “Mafê Hêviyê” sûdmend bibe, miameleya kesê dûyem bo Selehaddîn beg dê bi temamî girêdayî biryara Ocalan be.
Rûdaw: Wek endamekî çalak ê Kurd di nav AK Partiyê de, bi nerîna te di nav AK Partiyê de aliyên ku ji vê pêvajoyê aciz hene?
Orhan Mîroglu: Helbet hene û ew alî ji wî cihê ku birêz Erdogan lê li meselê dinêre gelekî dûr in. Birêz Erdogan di çarçoveya berjwendiyên netewî de li meseleyê dinêre. Ya yekem serûbinbûna mezin a li Rojhilata Navîn dibîne. Ya dûyem jî wek ku dibêje dixwaze vê meseleyê di dîrokê de binax bike û tacê deyne ser 40 salên jiyana xwe ya siyasî. Ev gotinên wî ne ne yên min in. Di axaftina xwe ya di grûpê de jî eynî wiha got. Lê eger hûn bibêjin piraniya bûrokrasiya partiyê wiha difikire? Mixabin ezê bêjim na. Bêhntengiyek û bêasotiyeke wiha serwer e ku dibêjin çi pêwîst dike careke din ev defter ji nû ve bên vekirin. Hêvîdar im bi diyalog û danûstandinên di nav partiyê de jî ev yek nemîne. AK Partî bi rastî “Partiyeke Kurd” e ku di mijara nûnertiya siyasî ya Kurdan de niha di rewşa herî baş de ye. Di vê pêvajoya nû de divê ji vê dînamîka partiyê gelek sûd bê wergirtin. Ji ber Kurdên AK Partiyê di rewşekê de ne ku sepetên hêkan li ser pişta wan e. Hûn ji bo Kurdan çi bikin, ew dê wî hesabî bidin! Mîna wê Dîlbera ku di rêzefîlma Yilmazê me de ye, dema Dîlber tê mexdûrkirin, li gorî senaryoyê li xwe dizivire û dibêje, "Her kes dixwe û vedixwe lê Dîlber heqê wê dide!" Vê carê bila kes heqê kesî nede, yan jî eger dê heqek bê dayîn bila bi komunî bê dayîn!
Rûdaw: Vê carê ji bilî rêjeyeke kêm, hemû opozîsyon piştîvaniya pêvajoya çareseriyeke pirsa Kurd dikin? Gelo civak ji bo vê yekê amade ye?
Orhan Mîroglu: Xwezî wek gotina we bûya. Tişta xuya dike her kes dibêje bila ev kar vê carê bibe. Belê eger Tirkiye di pêvajoyeke wiha de be ku birêz Bahçelî Ocalan vexwîne parlamentoyê, hewlên bêîtîbarkirina pêvajoyê jî dê vê carê ne asan bin. Dîsan rewş wek ku piştîvaniyek ji dil hebe xuya nake. Bo mînak CHP ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li meseleyê dinêre. Wiha difikire ku bi pêngava li ser Ocalan tê meşandin, dê dengderên Kurd ji CHPê bên dûrxistin. Îbreya DEM Partiyê niha ber bi aliyê Qendîlê ve ye, lê piştî axaftina Ocalan dê çawa be ez nizanim. Lê aliyek jî heye ku wan di pêvajoya yekem a çareseriyê de bo ti tiştekî ku Erdogan jî sûdmend bibe negotin erê. Her wiha piştî xwendina nameya Ocalan sala 2013ê li Qada Newrozê, ji bo ku ew êşa wê nameyê daye gelê Kurd rave bikin, xwe ji bikaranîna metafora bombeya etomî jî nedan paş.
Rûdaw: Eger li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê bike rol û mîsyona ku dikeve ser milê Herêma Kurdistanê çi ye?
Orhan Mîroglu: Divê helwêsta Kurdan, hikûmet û aktorên siyasî yên Kurdistana Îraqê ew be ku bi israr tekez bikin teror tiştekî ji Kurdan re nayîne û piştgiriya pêvajoyê bikin, wek ku birêz Mesûd Barzanî di Komxebata dawî ya Aştiyê ya li Dihokê de amaje pê dabû. PKK ji bo Kurdistana Îraqê jî serêşî ye. Piştre derdora 4 hezar PKKyiyên berê yên welatiyên Tirkiyeyê hene ku ji PKKyê veqetiyane û bi salan e li wir dijîn. Heger ew vegerin û Mexmûr were valakirin ev dê bi hevkariya Enqere û Hewlêrê pêk were. Di demekê de ku cîhan ber bi Şerê Sêyem ve diçe dema mirov li pirsgirêkên di navbera dû miletên ku hezar sal in çarenivîsa wan hevpar e binêre, bi rastî mirov poşman dibe û dibêje ma çima ev pirsgirêk nayên çareserkirin û pirsgirêkên ku nayên çareserkirin ev in! Komara Tirkiyeyê dewleteke mezin e, dewleteke ku dikare van pirsgirêkan çareser bike. Helwesta birêz Bahçelî û erkê ku girtiye ser milê xwe ji vê perspektîfê bê dîtin dê baştir be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse