Nasir Esedî: Rêya Bipêşketinê dê di Dihokê re jî derbas bibe

30-01-2025
Nwêner Fatih
Wêneyekî temsîlî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêneyekî temsîlî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
A+ A-

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Veguhastin û Ragihandinê Nasir Esedî da zanîn ku mesrefê Projeya Rêya Bipêşketinê 18 milyar dolar e û cihê derbasbûna rêyê ji Îraqê ber bi Tirkiyeyê ve dê li parêzgeha Dihokê be.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Nasir Esedî li ser Rêya Bipêşketinê ev agahî dan:

"Lêkolînan rêbaza Rêya Bipêşketinê diyar kiriye. Ev rêbaz ne siyasî ye, belkî rêbazeke teknîkî ya temam e ji bo projeyeke zindî ku projeya herî mezin a Îraqê ye û yek ji projeyên herî mezin e li cîhanê.

Ji hemû rêyên stratejîk û bazirganî yên herêmê kurttir e û mesrefê wê jî li ser bazirganên kêmtir e.”

Li gorî gotina Esedî, Rêya Bipêşketinê dê bendergeha Fawê dest pê bike û kel û pelan veguhêze Tirkiye û Ewropayê.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku ev rê di Dêriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê re derbas nabe û sedema vê yekê wiha rave kir:

"Eger di Deriyê Îbrahîm Xelîl re derbas bibûya, astengiya hat û çûnê çêdibû, ji ber kêmiya qad û erdnîgarî û qerebalixiya herêmê.

Lê her ji parêzgeha Dihokê ve rê dê derbas bibe nav Tirkiyeyê, ti armanca siyasî li pişt guherandina arasteyê nîne."

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Veguhastin û Ragihandinê Nasir Esedî pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh bersivandin:

Rûdaw: Rêya Bipêşketinê li ser kaxezê û bi peymanê hatiye sepandin lê rewşa projeyê li ser erdê çawa ye?

Nasir Esedî: Niha projeya Rêya Bipêşketinê di gelek qonaxan de bi pêş ketiye. Hinek kar li Fawê û hinek jî di projeya bingehîn de tên kirin. Niha projeyên li Fawê gihiştine qonaxeke bipêşketî û bi rêjeya ji sedî 90 pêş ketine.

Beşa ku bi qeraxên benderê ve girêdayî ye qediyaye. Pişt re rêya ku Bendera Fawê bi Bendera Um Qasirê û Tunela Memûr ve girê dide jî hatiye çêkirin. Her wiha rêya Memûrê ya di bin avê de hatiye çêkirin û niha di qonaxa testkirina dawî de ye ji bo bikaranînê.

Her wiha pirên ku bi hev ve girê didin û çarçoveya deryayî ya kolanê gihiştiye qonaxeke pêşketî. Projeya dawî ku qada konteyneran e jî gihiştiye bi ser sedî 70yî. Ew jî dê were qedandin û ji bo bikaranînê amade bibe.

Derbarê rêya hesinî ya projeyê de, ew niha di qonaxa dawî ya nexşekirinê de ye. Nexşeya destpêkê hatiye qedandin û niha em di qonaxa nexşeya hûrgilî de ne. Komîteyek hatiye avakirin da ku şirketên ku daxwaza bicihanîna projeyê kirine binirxîne û bibîne ka kîjan ji wan herî guncav e.

Çend komîteyên din jî ji aliyê Komîteya Bilind a Rêya Bipêşketinê ve bi çavdêriya Serokwezîr hatine avakirin. Her komîte di warê xwe de kar dike -di warê siyasî, aborî, dîplomatîk, ewlehî, tenduristî- û hemû warên din de. Her yek ji van komîteyan planên stratejîk di çarçoveya Rêya Bipêşketinê de datînin.

Her wiha rêyeke taybet heye ji bo xizmetguzariyan ku kareba, gaz, petrol û înternêtê dihewîne. Hemû ev proje gihiştine qonaxa dawî û tên amadekirin ji bo qonaxa tenderê û bidin şirketan da ku werin bicihanîn.

Rûdaw: Yanî ji aliyê pratîkî ve hûn li Bendera Fawê kar dikin û derbarê rêya hesinî, rê û xizmetguzariyan de hûn di qonaxa tenderê de ne. Derbarê şirketan de, dê şirketên navxweyî bin yan jî yên navneteweyî û herêmî ku kar dikin yan jî tenderan pêşkêş dikin?

Nasir Esedî: Ev proje bi şirketên navneteweyî tê kirin lê bêyî hebûna şirketên navxweyî, şirketên navneteweyî nikarin karên xwe bikin ji ber nebûna ezmûna wan di bazara navxweyî û karkeran û pêdiviyên lojîstîk de. Divê alîkariya van şirketan were kirin ji bo pêkanîna karên wan.

Em li bendê ne ku şirketên navneteweyî yên mezin toreke kar bi şirketên me yên navxweyî re ava bikin ji bo dest bi vê projeyê bikin.

Çima şirketên navneteweyî? Ji ber ezmûna wan a zêde di van waran de û teknolojiya ku dikarin di projeyên me de di çarçoveya projeya Rêya Bipêşketinê de bi kar bînin.

Di her rewşê de trên dê di nav Dihokê re derbas bibe û xala derbasbûnê ji Îraqê ber bi Tirkiyeyê ve li derveyî xala sînorî ya Îbrahîm Xelîlê hatiye diyarkirin ji ber qelebalixiya wê deverê û kêmbûna qada wê.

Rê hewceyî derbasbûneke zêdetir û leztir a konteyner û otomobîlan e. Kamyonên ku li ser rêyê dixebitin dibin sedema zehmetiya hat û çûnê li derdora Îbrahîm Xelîl. Ji ber vê em neçar man ku berê xwe bidin devereke din ku ew jî li Herêma Kurdistanê ye li parêzgeha Dihokê.

Da ku bibe xala bingehîn a derbasbûna Rêya Bipêşketinê, prensîbên transît û gumrikê û hat û çûnê lê bên bicihkirin. Rêkarên nû yên hat û çûnê ji aliyê pasaport û vîze û pêdiviyên din ve. Ev devera nû ji xala sînorî ya niha guncavtir e ku di bingehê de devereke qelebalix e û hewceyî firehkirinê ye.

Rûdaw: Yanî derbasbûn di dawiyê de li nav Herêma Kurdistanê ye?

Nasir Esedî: Belê, bi dilniyayî.

Rûdaw: Li ser vê rêyê, ti raman heye li ser mesrefê giştî ya projeyê li ser dewleta Îraqê?

Nasir Esedî: Em niha li ser mesrefê binesaziyê guftûgoyê dikin ne ya hilberînê. Ji bo avakirina binesaziyê behsa 17-18 milyar dolaran tê kirin û dê li gorî encamên projeyê zêdetir jî bibe. Binesazî dê ya Hikûmeta Îraqê be. Her wiha veberhênan dê li vebêrhenerên biyanî û welatên din ên ku dixwazin beşdar bibin were parvekirin, çi wekî welat be çi jî wekî kompanya û sektora taybet be. Derfet ji bo her kesî heye ku daxwaza veberhênanê di vê projeyê de bike.

Rûdaw: Dema temamkirina projeyê diyar e?

Nasir Esedî: Me ji bo temamkirina binesaziya rêya hesinî û rê û beşên din ên projeyê 4 sal daniye. Bi piştgiriya Xwedê dê di dawiya sala 2028an de biqede û rê dê amade bibe.

Rûdaw: Dema ku ev rê temam bibe dê çawa bandorê li ser bazirganiyê bike, him rêya hesinî û him jî rêya asayî ya niha li xalên sînorî?

Nasir Esedî: Binêre, ramanên vê projeyê du alî ne. Ji sedî 60ê wê ji bo bikaranîna hundir a Îraqê ye û ji sedî 40 jî ji bo derbasbûnê (transît) ye. Ji ber ku pêdiviyeke mezin a navxweyî heye ji bo projeyeke bi vî rengî ji bo xizmetên pîşesazî û veberhênanê ku li welatê me hene.

Her wiha bajarên aborî ku li ser vê rêyê tên avakirin ne tenê Bendava Fawê ye ku yek ji mezintirîn bajarên aborî yên azad ên veberhênanê ye li cîhanê. Rêya hesinî dê li hemû bajaran rawestgehên wê hebin û bajarên aborî yên biçûk bên avakirin. Hemû ev beş bi hev re projeyê pêk tînin. Ne tenê projeyeke veguhastinê ye lê projeyeke binesaziyê ya pêşketina aborî ya temam e û hemû parêzgeh dê jê sûdê wergirin.

Rûdaw: Gelo tirseke wisa heye ku ev proje dê dawî li bazirganiya niha ya li xala sînorî ya Îbrahîm Xelîlê bîne yan bi awayekî bandorê lê bike?

Nasir Esedî: Ez bawer nakim ku ev gotin rast be. Ji ber ku eger dawî li Îbrahîm Xelîl were, tê wê wateyê ku dawî li Besra, Diyala û Silêmaniyê jî tê. Binêrin, ev hemû proje ne ku xizmeta binesaziya aborî ya welat dikin.

Rêya Bipêşketinê dê bibe damara sereke yê hemû xalên sînorî yên din. Hemû xalên bazirganiyê dê bibin şaxên vê rûbara mezin. Ji ber vê yekê hemû dê ji Projeya Bipêşketinê sûdê wergirin.

Gelek kes dibêjin çima di Hewlêrê re derbas nabe yan di Silêmaniyê re? Yan tê gotin çima di parêzgeha Mîsan, Diyala, Wasit û parêzgehên din re derbas nabe? Heta rêya hesinî di Bexdayê re jî derbas nabe lê rêya hesinî ya niha heye dê were pêşxistin da ku bibe şaxek ji Rêya Bipêşketinê. Ango ew parêzgehên ku ne li ser rêya sereke ne, dê bibin piştgir û hêz ji bo rêyê.

Her wiha ew çalakiya ku tenê projeya me dikare bike veguhastina ji deryayê ber bi bejahiyê. Di demekê de ew kel û pelan ji Hindistanê tîninderyayê, ji deryayê tînin Umanê, ji Umanê tînin bendera Heyfayê, careke din dibin deryayê û ji deryayê dibin Ewropayê.

Ev pêvajo mesrefeke zêde dixwaze, ewlehî û pêdiviyên lojîstîk hene. Pêvajoyek e ku mesrefa wê heye, pêvajoya veguhastina konteyneran ji deverekê ji bo devereke din û ziyan lê dikeve.

Me rêya xwe kin kiriye, ji deryayê tê Dendera Fawê û tê bejahiyê û rasterast diçe ber bi Ewropayê ve. Wekî lêkolînên aborî projeya me ya herî baş e, nêzîktir e û mesrefa wê herî kêm e.

Rûdaw: Ez bawer im pêwîst e projeyên alîkar hebin. Ew proje çi ne ji bo proje bigihe bajarên din?

Nasir Esedî: Binêre, tora me ya rê û rêbazên navxweyî û xeta me ya hesinî ya navxweyî heye. Niha ji bo ku projeyên Rêya Bipêşketinê bi awayekî rast kar bikin, pêwîst e ev proje bên bipêşxistin.

Hinek ji wan projeyan kevn in û pirsgirêk di wan de hene. Bipêşxistina van projeyan ji bo xurtkirina projeya Rêya Bipêşketinê çareseriya herî baş e ji bo girêdana hemû deverên Îraqê bi rêya pêşketinê ve.

Projeyek heye ji bo bipêşxistina xeta hesinî, her wiha projeyek heye ji bo bipêşxistina tora rê û rêbazan û niha hikûmet hewl dide ji bo bicihkirina wan projeyan da ku Rêya Bipêşketinê bibe projeyeke temam.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst