Ji bo konferanseke neteweyî amadehî tên kirin

15 demjimêr berê
Luqman Ehmê û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Luqman Ehmê û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Konferansa Neteweyî Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo lidarxistina konferanseke neteweyî amadehiyan dike.

Endamê Komîteya Amedekar a Konferansê Luqman Ehmê ji Rûdawê got, “Ji bo Konferansa Yekrêziya Kurdan a Rojavayê Kurdistanê amadehî tên kirin.”

Luqman Ehmê da zanîn ku Konferans bi serpereştiya KNKyê tê sazkirin û ew dixwazin konferans berî sersalê bê kirin.

Luqman Ehmê daxuyand ku ew hewl didin hemû partiyên Kurdan beşdarî konferansê bibin û got, “Em dixwazin ji bo siberoja Rojavayê belgenameyeke hevbeş hebe.”

Endamê Komîteya Amedekar diyar kir ku ENKSyê heta niha bersiveke erênî nedaye wan û anî zimên, “Em rijd in ku partiyên nav ENKSyê beşdarî konferansê bibin.”

Endamê Komîteya Amedekar a Konferansê Luqman Ehmê bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Ev konferans kengî tê sazkirin, amadehiyên we gihiştine kû derê? 

Luqman Ehmê: Ev konferans weke me berê ragihandibû ku zêdeyî mehekê me kar jê re dikir.  Konferanseke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li dar bixin, em hemû partîyên Kurdî, li Rojavayê Kurdistanê û hundirê Sûriyeyê de, her wiha saziyên civaka sivîl û kesayetên navdar ên civakê, ev hemû armanca me ye ku em wan dawet bikin tevlî vê konferansa Kurdî bikin.

Rûdaw: Kengî konferans tê li darxistin, gelo we dem destnîşan kiriye?

Luqman Ehmê: Li gorî plana me ya destpêkê me digot dibe berî serê salê vê konferansê li dar bixin, ji ber me gelek kar jî di vî de alî kiriye, me serdana partiyên siyasî kiriye.

Her wiha me daxwaz ji partiyên siyasî jî kiriye ku bên beşdarî vê konferansê bibin. Hinek bersiv erênî bûn û hinek bersiv jî neyînî bûn.

Lê piştî ku tiştê di hundirê Sûrîyeyê çêbû, careke din  em dê her serdana wan partiyan bikin ku bersiva wan neyînî bû û em dê vexwendinê ji we re bişînin, ji ber rewşa ku em niha tê re derbas dibin ya Sûriyeyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hemû kesî neçar dike ku bê û li beramberî hev rûnê û li kêleka hev bin û guftûgoyê li ser doz û mafên xwe bikin û her wiha bo ku em karibin bigihêjin belgeyekê em têd e binivîsîn ku mafê gelê Kurd di hundirê Rojavayê Kurdistanê û di hundirê Sûriyeyê de.

Di nerîna me de bi çi rengî be jî sîstema ku ji bo Sûriyeya giştî jî bê avakirin, divê em jî em karibin nerînên xwe li ser bidin, ji ber ku ne pêkan e mafê me bê bidestxistin û em di hundirê sîstemeke bi giştî ya Sûriyeyê de bin çi sîstemeke tundrew be, çi sîstemeke diktator be. Armanca vê konferansa Kurdî ev e.

Rûdaw: Wate hûn dê serdana aliyên siyasî bikin? Yanî dibe ku ev konferans beriya serê salê neyê encamdan?

Luqman Ehmê: Me dîsa karê xwe bi lez kiriye ji ber ku dem li benda me ranaweste. Di van du rojên li pêşiya me de jî em dê serdana wan aliyan bikin ku bersiva wan neyînî bû û di encamê de mecbûr in herin konferanseke Kurdî.

Rûdaw: Kîjan alî û partiyên siyasî bersivê wan neyînî bû? Hûn dê jî careke din seredana wan bikin?

Luqman Ehmê: Bi rastî me serdana partiyên ENKSyê kir, bersiva wan neyînî bû, li hinek cihan her bersiv nedan. Ji bo wê em careke din rijd in ku em serdana wan bikin, nerînê wan bibînin.

Ez dixwazim vê bêjim, ev konfransa Kurdî ne girêdayî ye bi guftûgoyên Kurdî- Kurdî yê di navbera ENKS-PYNKyê de.

Ev e ku em dibêjin Kurdno werin bi hevdû re rûnin, belgeyekê derxin, bêjin mafê me di Kurdistanê de em bi vî rengî dixwazin di destûra Sûriyeyê de tesbît bibin. Ev ji diyaloga Kurdî-Kurdî cuda ye. Ev belgeyek e ku em dixwazin derxin, hemû Kurd li ser li hev bên ku mafên Kurdan di hundirê Sûriyeyê de û beşa Rojavayê Kurdistanê hebin, em dixwazin bi vî rengî dest bigirin û her wiha em wisa çareser bikin.

Ya din em hewl didin ku ji vê konferansê komîteyek derkeve ku komîteyeke dîplomasiyê ya sîyasî be ku li ser bingeha wê belgeyê êdî danûstandinan bi hemû aliyan re bike, çi aliyên di hundirê Sûriyeyê de çi jî aliyên li derveyî Sûriyeyê, ji bo ku em karibin di Sûriyeya paşarojê de bi rastî gelek dostê xwe çêbikin û her wiha mafê gelê Kurd di hundirê destûra Sûriyeya paşerojê de biçespînin. 

Rûdaw: Baş e ti reşnivîs hatiye amadekirn ji aliyê komîteya amadekar ya vê konferansê ku gûtobêj û guftûgo le ser bingeha vê reşnivîsê bên kirin?

Luqman Ehmê: Heta niha tu reşnivîs nehatiye amadekirin, ji bo wê jî em dibêjin konferanseke vekirî ye, hemû kes dikare beşdarî bibe, ji bo ku em mafê gelê xwe yê Kurd diyar bikin di wê konferansê de.

Çi bê erêkirin ji wê konferansê ji bo mafê gelê Kurd dê tê de bê nivîsandin, weke me got hinek xalên destpêke em mafê xwe diyar bikin, em karibin komîteyeke dîplomasî û sîyasî pêk bînin. Yanî em dixwazin encamê wê ev bin. Lê dê çi xal tê de bên nivîsandin û dê çawa be ev dimîne ji konferansê re.

Rûdaw: Lê we serdana piraniya aliyên sîyasî kiriye li Rojavayê Kurdistanê, dema ku we li gel wan gotûbêj kiriye, ti nerîna hevbeş we dîtiye ji bo sîstemekê li Sûriyeyê ku mafê Kurd tê de de garantî û parastî be?

Luqman Ehmê: Me nîqaşa van babetan bi kûrahî nekir, ji ber serdana me, ji bo ku ku em zanibin ka dê beşdarî konferansê bibin an na. Ya din, em dibînin ku rewşa giştî di hundirê Rojavayê Kurdistanê de ku mafê gelê Kurd di xalên destpêkê de di destûra Sûriyeyê de bê çespandin ku ev gel li ser xaka xwe dijî. Li gorî prensîbên navdneteweyî ji bo gelên resen ên li ser xaka xwe dijîn prensîb çi ne?

Ew tesbît bibe, ya din ez bawer im hemû kes wê dixwaze ku Rojavayê Kurdistanê weke statuyeke wê ya taybet hebe di hundirê Sûriyeyê de û dibe gelek nakokî li ser vê tune bin lê dibe ji bo tiştên din, hinek bi rengekî din mafê Kurdan diyar bikin, yanî dibe çepê vê nerînê hebin û rastê vê nerînê jî hebin lê em dixwazin hemû kes êdî diyar bikin ku mafê me di hundirê Sûriyeyê de dê bi çi rengî be.

Yanî eger konferansê got em dixwazin Sûriye dewleteke federal be, ew qas herêmên federal tê de hebin. Ji ber li gorî tecrubeya biraderên me li Îraqê dema ku Herêma Kurdistanê tenê federal ma gelek zext li ser herêmê hatin lê eger hemû Îraqê federal ba yanî heger herêmên din jî di hundirê Îraqê de hebûya ez bawer im ev zextê ku li biraderên me dihatin û hîna jî tên dê tuneba.

Ji bo vê jî em dixwazin ji ezmûna biraderên xwe yên li Herêma Kurdistanê mifayê wergirin ka em çawa karibin sîstemekê ava bikin di Sûriyeya nû de.

Rûdaw: Çawa? bi çi rengî hûn dikarin sûdê ji ezmûn û tecrîbeya Başûrê Kurdistanê an jî Herêma Kurdistanî bibînin?

Luqman Ehmê: Di hundirê destûra Sûriyeyê de, em ne tenê federalbûnê ji bo herêmên xwe bixwazin. Divê herêmên din jî di hundirê Sûriyeyê de federal bin. Ew jî karibin çarenivîsa xwe û bi xwe bi rê ve bibin û di vê keşûhewayê de Sûriye dikare zêde demokratîk be.

Ji ber wê em naxwazin bes tenê em herêmeke federal bin an em herêmeke nenavendî bin yan em tenê herêmeke xweser bin.

Rûdaw: Tenê Kurd beşdarî vê konferansa we dibin an jî pêkhateyên din ên li Rojavayê Kurdistan û bakûre rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî bibin?

Luqman Ehmê: Ne konferansa me, konferansa Kurdî ye, tenê dê Kurd partiyên Kurdan û kesayetên Kurd û saziyên civaka sivîl ên Kurd beşdarî bibin û her wiha ji hemû Sûriyeyê yanî Kurdên me yên li Helebê, Şamê û deverên din, ew jî dikarin nûnertiya xwe bişînin vê konferansê.

Bi vî rengî dê nerîna hemû Kurdên di hundirê Sûriyeyê de bê girtin û li ser vê bingehê dê niqaş bên kirin.

Rûdaw: Eger ENKS rijd bû û israr kir li ser helwesta xwe ya nebeşdarbûna konferansê wê demê hûn dê çi bikin?

Luqman Ehmê: Em naxwazin bersiveke neyînî hebe ji ber ku ev ne nîqaşeke li ser pereyan e, li ser ev ji min re û ev ji we re. Em tenê dibêjin werin em bicivin û mafê xwe ji bo dinyayê diyar bikin.

Wê çaxê em bi hevdû re biaxivin neaxivin, em li hev bin ne li hev bin ev dibe mijareke din lê niha ya girîng ji bo me em ji dinyayê re bêjin em wek hev difikirin, mafê me di Rojavayê Kurdistanê de û di Sûriyeya paşerojê de bi vî rengî ye û cudayî dê nabe.

Ev hêzekê dide Kurdan çi bi şandeyekê çûn çi her kesî li aliyê xwe guftûgo kir. Dema ku yek belge hebe û  hemû kesî li ser li hev kirbe wê çaxe kî here kîjan deverê dê bêje mafê me Kurdan ev e.

Niha li gelek cihan rexne li me tê kirin û dibêjin hûn Kurd bi xwe nizanin we çi divê, em dizanin ev jî bihane yê lê em wê bihaneyê jî ji nav destê wan derxînin û ji bo wê û di rîya televîzyona we jî careke din ez bi hêvî me ku partiyên ENKSyê jî bi rengekî erênî bersiva komîteyê bidin û ew jî tevlî vê konferansê bibin ji ber em dixwazin ku nerîneke Kurdî giştî di hundirê Sûriyeyê de derkeve, nerîna xwe di sîstema Sûriyeyê paşarojê de bide, her wiha mafê gelê Kurd diyar bike, bi çi rengî di hundirê Sûriyeya paşerojê de divê bê biddestxistin.

Rûdaw: Kî dê serokatiya konferansê bike?

Luqman Ehmê: Konferans bi serperiştiya KNKyê ya giştî her wiha beşa KNKyê ya Rojava ye. Di sedsaliya Lozanê de dema KNKyê konferansa xwe li dar xistibû gotibû divê her beşeke ji Kurdistanê konferanseke xwe yê Kurdî çêbike da ku em karibin Kurdan bidin ser hevdû. Ji ber ku rewşa li Sûriyeyê êdî bi vî rengî nazik û hesas bû, dîsn KNKya Rojava xwest ku konferanseke Kurdî li dar bixe.

Ez tekez dikin ev konferans, ne nerîna siyasî ji aliyên siyasî dixwaze, ne îdeolojiya wan, ne felsefeya wan û ne ti tiştî ji wan dixwaze, tenê li hevdû rûnên û mafê xwe diyar bikin û tiştekî din ji wan naxwaze.

Rûdaw: Dûr ji vê konferansê pirsa min ya dawî ev e, KNK ji bo vê qonaxê û ji bo Sûriyeya dahatî daxwaza çi sîstemê dike?

Luqman Ehmê: KNK di vê derbarê de ti tişekî diyar nake û ji ber wê jî dixwaze konferanseke Kurdî çêbibe, da ku Kurdên beşa Rojavayê Kurdistanê bi xwe diyar bikin, divê sîstemeke çawa di hundirê Sûriyeyê de hebe?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst