Serokwezîrê Iraqê Sûdanî: Di demeke nêzîk de hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê dike

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Mihemed Şiya Sûdanî Herêma Kurdistanê Petrola Kurdistanê
A+ A-

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Rûdawê re ragihand ku di demke nêzîk de hinardekirina petrolê destpê dike û eşkere kir ku ew weke hikûmeta Iraqê berpirs in di ber xerçkirina muçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de.

Serokwezîêr Iraqê li gel hejmareke rojnamevanan hevpeyvînek pêk anî û Mihemed Şêx Fatih wek nûnerê Tora Medyayî ya Rûdawê di vê hevpeyvînê de amade bû û çend pirs ji Sûdanî kirin.

Sûdanî got, ku rewşa darayî ya Iraqê, ji rewşa sala 2003an baştir e. 

Derbarê dûbare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, Serokwezîêr Iraqê got ku bi tenê îmzekirina girêbestê maye û pêwîst e îro yan sibe be. Di heman demê de, Kompanyaya Botaş a Tirkiyê tê agahdarkirin ku dest bi hinardinê bike.

Derbarê şandina muçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî Mihemed Şiya Sûdanî got, ku erkê Hikûmeta Federal e mûçeyê fermanberan xerc bike, çi yên Herêma Kurdistanê be yan her parêzgehekê din û Encûmena Wezîran di vê heftiyê de kar li ser vê mijarê dike.

 

Rûdaw: Pirsa min derbarê bazarên darayî ye û nirxê alûgoriya diravan e. Nerîneke we ya zelal heye derbarê seqmgîriyeke tokmetir ji bo rewşa alûgoriya diravan û gelo seqamgîrî bicih tê? Gelo bihayê dînar li beramber dolar bilind dibe?

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî: “Belê, baweriyeke me ya mezin bi dînarê Iraqî heye, her weke min behs kir, rewşa darayî ya Iraqê, ji rewşa sala 2003yan baştir e, ew jî bi sedema çend nîşanan. Rêkarên me bi arasteya dirust in. Ti civîneke Encûmena Wezarî ya Abûrî, yan Encûmena Wezîran nîne, ku her heftiyekê biryarek tê de dernekeve, bi arasteya çaksazkirina abûrî û baştirkirina bîngeha weberanînê. Ev faktereke girîng e ku fireyî peyda dibe, ji çavkaniyên dahatê, firehiya abûrî û aktîvkirina kertên abûrî, pîşesazî, bazirganî, çandinî û geştûguzariyê. Ev gelekî girîng e ji bo dewletekê ku piştê bi petrolê girêdide. Bihayê dolar û dînar weke min behs kir, ber bi seqamgîriyê ve diçe, û di 1310an de dînar seqamgîr dibe.”

Rûdaw: Çiqas dem pêwîst e ji bo bicihanîna vê seqamgîriyê? Du hefte, mehek, du meh?

Mihemed Şiya Sûdanî: “Ligel berdewamiya zêdebûna hejmara bazirganan ku pêweran cîbicî dikin, daxwaz namîne, nirx guncaw û berdest e û rêkar zelal in û bi dirustî hûrbînî tê kirin û proseya diyarkirina nermiyê gelek tê de ye û hêsan e, lewma ev yek namîne. Duyem, rêkarên me ji bo sînordakirina qaçaxbirinê ne, ew jî, bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber ku deriyê sereke yê birina derve ji dolar re, bi rêya Herêma Kurdistanê bû. Me birayên xwe di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, agahdar kirine, bi belge, ew pere hatine birin û bi ser welatên navçeyê de dabeş bûne, weke beşkirina hewaleyên bazirganî çûne dûr ji nirxê fermî. Li ser vê mijarê, alîkarî heye, herwiha alîkarîkirina navbera Hikûmeta Herêmê û Banka Navendî jî heye, liq li Herêma Kurdistanê hatiye dabînkirin, da ku nirxê fermî ji bo bazirganan bê dabînkirin. Her ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê jî heye, dolar bi nirxê fermî bidest bikeve, li gorî çalakiya piştgirêdana Banka Navendî, weke tevaya parêzgehên din.”

Rûdaw: Derbarê pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, çend pirsên min ji bo we birêzan heye.

Pirsa min a yekem, derbarê dosyeya petrolê ye, yan bila bibêjim, pirsgirêka petrolê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de. Bêhtir ji 25 rojan e, hinardekirina petrola Herêmê rawestiyaye. Her çiqasî rêkeftinek di navbera we birêzan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, lê heta niha petrol nehatiye hinardekirin, çima? Gelo we name ji bo Tirkiyê şandiye ji bo destpêkirina hinardeya petrolê? Gelo Tirkiyê bi fermî bersiva we daye? Gelo sedema hinardenekirina petrolê çi ye?

Mihemed Şiya Sûdanî: “Piştî biryara Dadgeha Navdewletî, rêkeftina 04-04 hate kirin ku rêkeftineke girîng e û di bingehê de pêwendiyan rêk dixe, ku di çarçoveya projeyasaya budceya 2023-2024 û 2025an de, cih jê re hatiye vekirin. Di vê yekê de, ziyan digihêje hemûyan, ne ku ziyan digihêje Herêmê tenê. Em dahata 475 hezar bermîl petrol rojane jidest didin û ev hejmareke mezin e di budceyê de, ku piştê bi dahata petrolê girê dide, lewma pêwîst bû em hewl bidin û rêk bikevin. Spas bo Xwedê, her ew jî hate kirin, têgihiştin û diyalog hebû. Piştî rêkeftinê, hinek rêkar hene weke hûn dizanin, mijara yasayî û girêbest û kompanyayan û îmzekirina firotinê heye. Ev yek jî, diçe jêr barê gotûbêjkirinê. Spas bo Xwedê ev yek jî yekalî bûye. Pêwîst dike îro yan sibe SOMO ligel kompanyayên petrolê girêbestê îmze bike, da ku aliyê Tirkî bê agahdarkirin û hinardekirina petrolê destpê bike.”

Rûdaw: Kengî hinardeya petrola Herêma Kurdistanê destpê dike? Demeke diyarkirî heye?

Mihemed Şiya Sûdanî: “Tenê îmzekirina girêbestê maye, wiha pêwîst dike, îro yan sibe be. Di heman demê de, Kompanyaya Botaş a Tirkiyê tê agahdarkirin ku dest bi hinardinê bike.”

Rûdaw: Dibe ku vê heftiyê hinarde destpê bike?

Mihemed Şiya Sûdanî: “Dibe, bi saya Xwedê.”

Rûdaw: Birêz serokwezîr, bi sedema ragirtina hinardeya petrolê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare mûçe dabeş bike. Gelo kî berrpirs e di ber pêdana mûçeyê fermanber û malnişînên Herêma Kurdistanê? Hûn birêzan, gotina pêşiyan dizanin ku dibêje (Ser bibirre, lê riziq nebirre). Em di dawiya meha Remezana pîroz de ne, mizgîniyeke dilweşker li cem we nîne ji bo mûçexwerên Herêma Kurdistanê, ku çavên wan li mûçeyê wan in?

Mihemed Şiya Sûdanî: “Berpirsiyaretî… Em di ber de berpirs in… Ev ne mizgînî û bexşîn e, lê belê erkê Hikûmeta Federal e mûçeyê fermanberan xerc bike, vêce li Herêmê yan li her parêzgehekê be. Bi saya Xwedê, Encûmena Wezîran di dema vê heftiyê de kar li ser dike.”

Rûdaw: Pirseke din derbarê budceyê. Gotinek heye ku, beşek ji aliyên siyasî dibînin pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de gelekî bilind e. Egera guherîna beşê budceya Herêma Kurdistanê di holê de ye?

Mihemed Şiya Sûdanî: “Bi nerîna min rêje heman ew rêje ye, 12.67%, ango tiştek nîne bê guherîn berawird bi salên bûrî rêje bilind e. Ev rêje di çarçoveya yasaya budceyê de, em li ser gihiştin rêkeftinê.”

Rûdaw: Hinek deng di Komîteya Darayî ya Parlamentoyê de bilind bûne ku dibêjin, pişka Herêma Kurdistanê gelekî bilind e û pêwîst e bê sererastkirin? Hûn çi dibêjin?

Mihemed Şiya Sûdanî: “Bi rastî wan çend hejmar xwendine û me jî ji wan re rast kirine. Wan bi şaştî xwendin kiribû, eger na, rêjeya giştî û koya rêjeyê li gorî xişteyan e. Hikûmet pabend e bi rêjeya 12.6% ku ev pişka Herêma Kurdistanê ye di budceyê de û hikûmet jî bi vê rêjeyê pabend e, lê hinek xwendin hebû bi nerîna wan wiha bû ku ev ji rêjeyê bêhtir e.”

Rûdaw: Hikûmeta Federal a Iraqê pabendî pêdana mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê ye?

Mihemed Şiya Sûdanî: “Ne carekê û du caran tu heman pirsê dikî, tu dixwazî bi gitşî ji vê mijarê piştrast bibî. Ez dibêjim em weke Hikûmeta Federal pabend in beramber hemû welatî û fermanberên xwe li Herêma Kurdistanê û derveyî Herêmê jî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst