Wezîrê Xurak, Çandinî û Ajelvanî yê Tirkiyê Farûk Çelîk ku di heman demê de parlamenterê AK Partî yê Rihayê ye got, meseleyek welatiyan a bi navê meseleya Kurd tune ye û meseleya welatiyan a debar û nan heye, meseleya geşedanê heye.
Farûk Çelîk wiha got: “Di meseleya Kurd de maf çi ye? Axaftina bi Kurdî serbest e, perwerde serbest e, xweparastina bi Kurdî li dadgehan serbest e. Hemû qedexeyên berê me rakir.”
Çelîk ji referadûmê bigire heta meseleya Kurd li Bakur û Tirkiyê heta qeyrana ku di navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyê de li ser hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê qewimî, ji Rûdawê re nirxand.
Xebat û bangeşeyên we yên Referandûma Pergala Serokomariyê li Rihayê çawa derbas bû?
Li Ruhayê cihê ku em neçûnê nema. Me kar û xebateke gellek berfireh bi pêş xist. Jixwe ji berê ve peywendiya me û gel baş e, di warê peywendiyê me û gel de ti kêşe û pirsgirêk tune ye. Gelê Rihayê piştgiriya yekbûnê dike, piştgiriya yekbûna dewletê dike. Bi boneya xebat û bangeşeyên dengdan û referandûmê carekê din me pêwîstiyên gelê me li gund, qeza û navenda bajêr bi welatiyan re gotûbêj kir. Di vê çarçoveyê de keş û hewayeke gellekî erênî heye. Lewma baweriya min ev e ku piraniya gelê me di 16ê Nîsanê de dê dengên erê biavêjin sindoqê.
Li Rihayê bi taybetî û li Tirkiyê bi giştî pêşbiniya we ya referandûmê çi ye?
Pêşbiniya min ev e: Di hundirê 30 bajarên mezin de ew ê Riha bibe yekem. Ev yek mafê Rihayê ye. Bi xizmetguzariya ku li Rihayê hatiye kirin jî vê yekê heq dikin. Ji bo dahatûya Tirkiyê, ji bo dawîhatina kar û kiryarên terorî li Başûrojhilatê Anatoliyê, ji bo ku em bi xweşbînî li siberoja xwe binêrin, dê bi rêjeyeke zêde Riha bêje erê. Ji ber ku Riha bajarê aramiyê ye.
Herwiha aramiya herêmê jî pir girîng e. Ji bo kar û xebatên terorî li herêmê bi dawî were û veberhênan li herêmê pêk bê, ji bo ku herêm bi pêşkeftinên veberhênanî û pîşesazî re mijûl be, çareserî di dengên erê de ye.
Tê gotin ku piştî referandûmê dê dîsa pêvajoyeke çareseriyê ji bo meseleya Kurd dest pê dike, bi rastî jî amadekariyeke bi vî rengî heye?
Ez ji we re vê yekê bibêjim. Ev 6 sal e, ez li vê herêmê me. Meseleyek welatiyan a bi navê meseleya Kurd tune ye. Meseleya welatiyan a debar û nan heye, meseleya geşedanê heye. Jixwe hikûmeta me jî di warê kar, debar û geşedanê de seferber bûye. Hikûmeta me ev herêma xistiye nav handana aborî û veberhênanê. Potansiyeleke baş a veberhênan û îstîhdamê li vir heye. Ger avdanî baş bê kirin, çandinî jî rê li ber derfetên nû yên kar vedike. Ev der ji bo pêşkeftin û geşedanên pîşesazî jî gellek guncav e. Lewra welatiyên me li pey nan û kar e.
6 sal e tişta ji me tê xwastin ev e. Dibêjin ku em dixwazin ku em li kuderê ji dayîk bûne, em li wir jî têr bibin. Ev derfet heye. Derfeta me heye ku em vê yekê pêk bîne.
Ezbenî mijara mafan! Hikûmeta me 15 sal e di warê mafên bingehîn de pêşî li her tiştî vekir. Em wekî deynekî yan jî bexşîşek daye gelê me nabînin. Ji ber gelê me şayanî van mafan e, hemû mafên bingehîn hatin dayîn. Ew hemû pakêtên vekirinê, ji ber hemû mafên bingehîn ên gelê me bû, ew pêngavana hikûmeta me avêt. Di meseleya Kurd de maf çi ye? Axaftina bi Kurdî serbest e, perwerde serbest e, xweparastina bi Kurdî li dadgehan serbest e. Hemû qedexeyên berê me rakir. Me got ku ew qedexeyana hemû ji serdemê ji nûjengeriyê dûr in, me hemû rakir. Yekane daxwaza welatiyan ew e ku di zûtirîn demê de ev herêma di warê pîşesaziyê de bi pêş bikeve û geş bibe. Erka siyasetmedaran jî ew e ku rewşa aborî ya welatiyan baştir bike.
Qala meseleya Kurd dikin. Li vê herêmê ji bilî Kurdan, Ereb jî hene. Ku sêyan yekê vê deverê pêk tîne. Hingê meseleya Ereban çi dibe? Sêyan yek jî Tirk hene, meseleya Tirkan çi dibe? Meseleyeke bi navê meseleya Kurd li Rihayê tune ye. Li Rihayê nîveka temenê welatiyan 19 salî ye. Riha dibêje ku em çawa dikarin ji vê nifûs û gelheya gênc re karekî baş peyda bikin. Kurd jî Ereb jî Tirk heman tiştê dibêje.
Hem di asta herêmî de hem jî di asta giştî hemû hewl û armanca me ew e ku bersiv bide vê daxwazê. Tiştek were serê Kurdan jî Êzdiyan jî, were serê Ereban jî dikarin li Tirkiyê bisitirin. Binêrin li Kobanî şer derket, di hundirê sê rojan de 180 hezar kes hatin Tirkiyê. Li Girê Sipî li Serê Kaniyê pirsgirêk çêbûn Ereb hatin ku? Hatin Tirkiyê. Êzdî hatin Tirkiyê. Ev der sîwan e. Ev sîwana hemû gelên Rojhilata Navîn dihewîne. Ji dirêjahiya dîrokê ve ev yek wiha bûye. Ev erdnîgariya her tim ji binê vê berpirsyariyê rabûye.
Em ji gelê me re ji Kurd, Tirk û Ereban re dibêjin ku ger li vîr welatî tiştek çêbibe, cihek em biçinê, cihek em koç bikinê tune ye. Ger li welatek din tiştek çêbibe, dikarin bên Tirkiyê. Lê belê li vir tiştek çêbibe, cihek em biçinê tune ye. Lewma her kes li vir qîmeta al û welat dizanin. Em silav û rêzên xwe pêşkêşî hemû gelê me yê Kurd, Êzdî û gelê Ereb jî dikin. Hembêza me ji hemûyan re vekiriye.
Ger ji referandûmê erê derbikeve hikûmeta we rêyek çawa dide ber xwe, ger na derbikeve rêyeke çawa dide ber xwe?
Hikûmeta me bi awayekî bi lez û bez berê her tiştî ji bo çareseriya hemû kêşe û pirsgirêkên welat dê qanûnên pêwîst derbixe û sererastkirinên pêwîst di qanûnan de pêk bîne. Di qanûnên partiyên siyasî û qanûnên hilbijartin û dengdanê de dê guhertinên girîng pêk bîne. Bi vî awayî dê pêvajoyekê dest pê bike ku vîn û îradeya gel di rêveberiyê de bi cih bigire. Êdî milet bêje çi, dê ew bibe. Li vê erdnîgariyê ne demokrasiya neyekser, dê demokrasiya yekser pêk bê. Di mehên pêş me de dê yekser milet di rêveberiyê de xwedî gotin be. Hingê dê her kes bibîne ku Tirkiye êdî kêşeyên xwe yên navxweyî bi awayekî lezgîn çareser dike û em ê Tirkiyeke ku li cihanê xwedî gotin bibîne.
Niha peywendiyên Enqere û Hewlêrê bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de di asteke pir baş de ye. Demeke berê qeyranekê li ser Kerkûkê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de rûda. Gelo egera wê yekê heye ku ev qeyrana kûr bibe?
Ez silavê xwe ji hemû xwişk û birayên me yên li Hewlêrê re dişînim. Em silavê xwe ji hemû xwişk û birayên xwe yên bakurê Iraqê re dişînin. Pir peywendiyeke me ya baş bi wir re heye. Peywendiyên me yên pir baş ên bazirganî bi wir re heye. Li derveyî sînorê me jî xizmên me, cîranên me, xwişk û birayên me hene. Heta sed sal berê jî erdnîgariya me yek bû. Ti kêşeya me bi wir re tune ye. Kêşe çek e, kêşe teror e, kêşe alozî ye. Yên ku aloziyan derdixin, kêşeya me tenê bi wan re heye. Bi yên ku dest ji çekan bernadin re kêşe û pirsgirêkên me hene. Nexwe bi gelên Rojhilata Navîn re ti pirsgirêka me tune ye.
Di warê Kerkûkê de jî em dibêjin ku ger li Iraqê, li Sûriyê li ser maseyan bi guhertina demografiyê pergal bên avakirin, hingê kêşe û pirsgirêk dê neqedin, dê şer neqedin. Lewma niha yan jî di dîrokê de ji berê ve taybetmendiyên demografîk çi bin, divê bi wî awayî erdnîgarî bê şêwandin û pergala wê bê danîn. Li Kerkûkê jî li bakurê Sûriyê jî divê wiha be. Divê li bakurê Sûriyê jî wiha be. Li Kobanî heta Girê Sipî, heta Minbîc û Efrînê daniştvanên wê ji berê ve kî bin, divê dîsa ew li wir bin. Tenê bi vî awayî aramî pêk tê.
Sepandin, dagirkerî, zext dê bi xwe re aloziyên mezintir bîne. Tirkiye hewla wê yekê dide ku ev aloziyên mezintir pêk neyên. Tirkiye li pey binpêkirinên mafên hinekan û tunekirina hinekan nagere. Tirkiye dibêje ku Kurd li kuderê dijîn divê dîsa li wir bijîn; Êzdî, Turkmen, Ereb li kuderê dijîn divê li erdnîgariya xwe bijîn. Pêşmerge li kuderê dijîn divê li wir bijîn. Tenê bi vî awayî Rojhilata navîn digihêje aramiyê. Nexwe bi sepandinan alozî zêdetir dibin.
Ger hewla erebkirina herêma Kurdî bê dayîn, yan jî hewla Kurdkirina herêma Erebî bê dayîn, yan jî cihê ku Turkmen û Êzdî lê dijîn li ber çavan neyê girtin, dê ev alozî û pevçûnên heyî zêdetir bibin. Tirkiye wekî dewleteke dêrin, dê pêşengtiya mafnasiyê li Rojhilata Navîn bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse