'Trump dixwaze hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne'

08-11-2024
RÛDAW
Hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê/Wêne: AFP
Hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê/Wêne: AFP
Nîşan Hêzên Amerîkayê Donald Trump Robert F Kennedy Jr Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymanê serokê nû yê Amerîkayê Robert F Kennedy Jr. diyar kir ku Donald Trump dixwaze hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne.

Robert F Kennedy Jr. da zanîn ku Donald Trump naxwaze leşkerên Amerîkayê di navbera topa agir a hêzên Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bimînîn.

Tê pêşbînîkirin ku Robert F Kennedy Jr. di kabîneya Donald Trump de posteke bilind wergire.  

Robert F Kennedy Jr. li ser hilbijartinên Amerîkayê ji rojnameger Tucker Carlson re axivî.  

Robert F Kennedy Jr. behsa plana Trump a li Rojavayê Kurdistanê kir û got:

“Serok Donald Trump niyeta xwe ya ji bo bakurê Sûriyeyê di sefera balafirê de eşkere kir.

Em li ser Rojhilata Navîn dipeyivîn û wî nexşeyek hilda û li ser wê Rojhilata Navîn, hemû netewe û dewlet destnîşan kirin ku piraniya Amerîkî nikarin wî karî bikin.

Wî bi taybetî li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê nihêrî û got, 500 serbazên me li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê hene û kampeke biçûk jî hat bombebarankirin.

Heger ew li dijî hev derkevin, em di nava wan de ne.

Generalan ji Trump re gotibû ku heger Tirkiye û hêzên Kurdî şerê hev bikin dê leşkerên Amerîkayê di navbera topa agir de bimînin.

Trump amaje bi 750 hezar leşkerên Tirkiyeyê û 250 hezar leşkerên li Sûriyeyê kir.

Trump jî ji generalan xwestiye ku leşkeran ji wir derxin.”

Ji sala 2014an ve, Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê piştgiriyê dide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza leşkerî ya Rêveberiya Xweser e.

Baregehên Hêzên Amerîkayê, li Kobanî, Rimêlan, Dêrezor û Tebqa û Qamişloyê hene.

Gelek berpirsên Amerîkayê jî amaje bi wê yekê dikin ku divê leşkerên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bimînin da ku çavdêriya hewlên leşkerî yên Îranê bikin û rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigirin.

Donald Trump roja çarşemê di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de bi ser ket û dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an sond bixwe û dest bi erkê xwe bike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst