Wezîrê Maldîvê ji Rûdawê re got: Metirsî heye ku welatê me nemîne

13-02-2025
RÛDAW
Nîşan Heyder Ehmed Maldîv Guherîna Avhewayê
A+ A-

Wezîrê Perwerdeya Bilind û Pêşvebirinê yê Maldîvê Dr. Elî Heyder Ehmed ragihand ku welatê wan yek ji wan welatan e ku herî zêde bandora guherîna avhewayê lê dibe û metirsî heye ku nemîne.

Wezîrê Perwerdehiya Bilind û Pêşvebirinê yê Maldîvê Dr. Elî Heyder Ehmed li Dubaiyê beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bû.

Dr. Elî Heyder Ehmed ji Rûdawê da zanîn ku bilindûna asta ava deryayê metirsiyeke mezin ji bo niştecihên welatê wan çêkiriye lê ew li hemberî metirsiyan nesekinîne û got:

"Bê guman, Maldîv ketiye bin bandora guherîna avhewayê, ev jî ji ber wê yekê ye ku bilindtirîn cihê Maldîvê tenê du metre û nîvan ji asta deryayê bilindtir e."

Bi gotina Elî Heyder Ehmed wan pêwîstî bi wê heye ku em pereyekî zêde xerc bikin da ku ew karibin giravên xwe biparêzin.

Ehmed bilindûna pileyên germahiyê wekî yekê ji metirsiyên mezin ên li ser welatê xwe dibîne.

Wezîrê Perwerdeya Bilind û Pêşvebirinê yê Maldîvê Dr. Elî Heyder Ehmed bersiv da pirsên Rûdawê:

Rûdaw: Hûn ji bo rûbirûbûna metirsiyên guherîna avhewayê li Maldîvê çawa ji hişê çêkirî û teknolojiya nû sûdê werdigirin?

Elî Heyder: Bê guman, Maldîv ketiye bin bandora guherîna avhewayê, ji ber ku cihê herî bilind ê Maldîvê tenê du metre û nîvan li ser asta rûyê deryayê ye. Ji ber guherîna avhewayê metirsiyeke mezin li ser welatê me heye.

Hejmar û hêza bahozên ku li welatê me derdikevin zêde dibin. Pêwîstiya me bi mesrefeke zêde heye da ku em bikarin giravên xwe biparêzin, ji ber ku hejmara lehiyan ji ber barana xurt û wêranbûna peravên me ji ber bilindûna asta avê ya deryayê zêde bûye. Ev ew pirsgirêk in ku em wekî welatekî giravî yê biçûk û nizm li ser asta rûyê deryayê rûbirûyî wan dibin.

Rûdaw: Ma metirsiyên guherîna avhewayê li ser Maldîvê derketine holê?

Elî Heyder: Bê guman, bandora wan metrsiyan hatiye hîskirin, ji ber ku her bilindûneke germahiyê, germahiya deryayan jî bilind dike. Ev bandorê li ser geşbûna riwekên deryayî li peravên me dike ku roleke wan a girîng di parastina wan peravan de heye.

Diyardeya El Ninoyê li Okyonûsa Aram bandoreke mezin li ser nema û windabûna wan riwekan heye. Ev ji ber bilindûna germahiyê ye. Berê ew riwek rengîn bûn û rengeke xweş dabûn vê herêmê lê niha hemû sipî bûne. Ew masiyên ku li ser wan riwekan dijiyan ketine bin bandora neman û sipîbûna wan riwekan.

Rûdaw: Ma rast e dibe ku Maldîv bi temamî bikeve bin avê? Ma ev metirsî li ser Maldîvê heye?

Elî Heyder: Her tim ew metirsî heye ku Maldîv bi temamî ji ser rûyê erdê nemîne ji ber ku asta ava deryayê berdewam bilind dibe. Ji ber ku qûmeke zêde di bin avê de heye, em berdewam in di avakirina giravên nû de.

Em giravên zêdetir ava dikin bi awayekî ku ji bandora guherîna avhewayê were parastin. Ev jî bi rêya bikaranîna qûmê û avakirina giravan bi awayekî ku du heta sê metre li ser asta rûyê deryayê bilind bin. Bi vî awayî em hewl didin giravên xwe biparêzin.

Em xelkê ji wan deverên ku herî zêde bandor lê bûye, vediguhêzin wan giravên nû yên ku em ava dikin. 20 salên borî me projeyeke mezin ava kir ku bilindtirîn rêjeya niştecihan lê heye. Nêzîkî 250 hezar kes lê dijîn di demekê de ku hemû niştecihên welatê me tenê 380 hezar kes in.

Nêzîkî ji sedî 40ê niştecihan li paytextê dijîn ku bi rêya bilindkirina asta rûyê giravê ji asta rûyê deryayê tê parastin, ev jî piştî anîna qûmeke zêde û avakirina giraveke nû ji serî ve.

Rûdaw: Ma ti giravên Maldîvê hene ku metirsiya ketina bin avê li ser hebin?

Elî Heyder: Bi qasî ku hemû girav ketine bin bandorê lê ti girav bi temamî ji ber guherîna avhewayê neketine bin avê. Divê em tsunamiya Kanûna Pêşîn a 2024an a li Endonêzyayê ji bîr nekin, me digot dema ew bigihîje Maldîvê dê tiştekî bi vî navî nemîne.

Tsunamî di nav Maldîvê re derbas bû lê ji ber ku Maldîv hemû giravên biçûk in û aveke zêde di navbera wan de heye, tsunamî di nav Maldîvê re derbas bû û gihişt rojhilatê Afrîkayê û zerereke zêdetir da rojhilatê Afrîkayê li gorî Maldîvê. Wê demê du girav wêran bûn lê me yek ji wan nû kir û niha xelk lê dijî. Gefa li ser Maldîvê bi vî rengî ye.

Rûdaw: Ti amarên we hene ku sala 2024an çend geştyar Maldîv ziyaret  kirine?

Elî Heyder: Du milyon.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst