Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Polonya bo Rûdawê: Em cihêkariyê li penaberan nakin

11-04-2022
RÛDAW
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Polonya, Bartosz Grodecki di dema hevpeyvîna ligel Rûdawê de.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Polonya, Bartosz Grodecki di dema hevpeyvîna ligel Rûdawê de.
Nîşan Polonya Bartosz Grodecki Ukrayna Penaber
A+ A-

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Polonya Bartosz Grodecki di hevpeyvînekê bi Tora Medyayî ya Rûdawê re, gilî ji hikûmeta Iraqê dike ku “mixabin ew geşt nehatin amadekirin” ji bo vegerandina koçberên hilgirên welatînameya iraqî ji Polonyayê.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Polonya roja 8ê nîsanê ku li Polonyayê bersiva pirsên şandiyê Tora Medyayî ya Rûdawê Hadî Selîmî da, ragihand “Heta niha 2.6 milyon koçberên ukraynî ji sînorê Ukrayna derbasî Polonyayê bûne”, her wiha dibêje heta niha ti hevkarî ji alîyê welatên Ewropayê ve negihîştiye wan.

Rûdaw: Zor spas rêzdar cîgirê wezîr ji bo vê derfetê. Ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê ve, çend penaberên ukraynî hatine Polonyayê?

Bartosz Grodecki: Ev pirseke baş e. Heta niha 2.6 milyon koçberên ukraynî ji sînorê Ukrayna derbasî Polonyayê bûne. Hin penaberên din jî hene ku ji sînorên Slovakya û Koma Çekê hatine Polonyayê. Çimkî gava ji Ukraynayê revîyan çûne Moldova, Romanya yan Mecaristan û Slovakyayê. Hejmareke zêde ya kesan navên xwe ji bo wergirtina nasnameyê tomar kirin. Me nasname daye zêdetirî 700 hezar kesan. Dikarin bi wê nasnameyê kar peyda bikin û mifayê ji xizmetguzarîyan bibînin wek perwerde û xizmetguzarîyên sosyalê. Hêj xelk sînor derbas dikin. Hejmar di zêdebûnê de ye. Wek min got em mijûl in wan hemûyan di nav sîstema kargêrî ya Polonyayê de tomar bikin. Hejmareke zêde ji wan koçberan jî koçî welatên din dikin, bi taybetî Almanya, hinek jî diçin Fransa û Nemsayê. Di warê lojistîk de, hemahengîyeke me ya baş bi Almanyayê re heye, nexasim ji bo peydakirina amûrên veguhastinê. Me çend trên terxan kirin ji bo ku ukraynî bikarin herin Almanyayê. Hêj hejmara koçberan zêde ye.

Rûdaw: Çiqas penaberên ukraynî vegerîyane Ukraynayê?

Bartosz Grodecki: Hejmara wan di ser 4 milyonan re ye, lê hêj heta radeyekê beşa rojavayê Ukraynayê ewle ye. Wek dizanin koçberî li hundirê Ukraynayê pir dorfireh e. Hêzên Rûsyayê hinekî ji Kievê paşve kişîyan. Bê guman ev dê hejmara penaberan kêm bike. Lê ev hemî li ser çawabûna pêşveçûna cengê dimîne. Heke bombebaran berdewam be, nexasim li rojavayê Ukraynayê, em pêşbînî dikin ku şepêla koçberan berdewam be. Eşkere ye jî ku em nikarin sînor bigirin. Hergav ev pirs ji min tê kirin ka şîyana we çiqas e? Di rewşeke bi vî rengî de mijar ne şîyan e. Pêwîst e tu wan kesan li xwe bigirî ku ji bona parastina jîyana xwe revîyane. Nexasim ku ji sedî 90ê wan penaberan jin û zarok in û zilamên wan ji bona welatê xwe û parastina serwerî û yekîtîya axa wî di şer de ne. Ji bo me ev rewş tijî astengî ye, ji ber ku pir dijwar e em şepêla koçberan kontrol bikin, ji bilî ku pêwîst e haya me ji lawazîya wan hebe. Tijî astengî ye, lê şênîyên welatê cînara me ne, xwişk û birayên me ne. Divê em alîkarîya wan bikin.

Rûdaw: Heta niha piştgirî û hevkarîya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropayê çawa bû ji bo hevkarîya wê şepêla penaberên ku hat Polonyayê?

Bartosz Grodecki: Neteweyên Yekbûyî hêj bi me re di nav têkilîyê de ye. Gelek berpirsên rêxistinê jî serdana me kirin. Rojên pêşî, Samantha Powerê serdana me kir ku rêvebera USAIDê ye û balyoza berê ya Amerîka li Neteweyên Yekbûyî ye. Pêwendîyên me bi UNHCR û UNICEFê re hene. Alîkarîyên diravî dane koçberan. Wek xuya ye jî UNICEF alîkarîya biçûkan dike. Em bi Yekîtîya Ewropayê re jî di nav pêwendîyê de ne, lê heta niha ti alîkarîyeke diravî ji welatên Yekîtîya Ewropayê negihaye destê me. Em bi hevparî alîkarîya koçberan dikin. Wek min behs kir, di alîyê veguhastinê de, hevehangîya me ya baş bi Almanyayê re heye. Hin ji wan kesan ji alîyê hikûmeta Nemsayê tên wergirtin. Bê guman hemahengîya me ya pir baş bi Brîtanyayê re heye. Programeke taybet ji bo penaberên Ukraynayê amade kiriye. Em karên hevbeş bi Japonya, Keneda û Amerîkayê re dikin. Pir giring e ku ez balê bikişînim ser wê yekê ku Brîtanya programeke pir baş ji bo alîkarîya koçberan amade kiriye. Program ji du beşan pêk tê. Beşa yekem ji bo wan penaberan e ku xizm û nasên wan li Brîtanyayê hene. Beşa duyem jî ji bo wan mirovan e ku kesî wan li wir nîne, lê hikûmeta Brîtanya, sazî û merivên xêrxwaz alîkarîya wan dikin. Li gor amaran, hejmara kesên ku bi kêfa xwe sûd ji wê programê werbigirin bi hezaran kes e. Ev pir alîkar e ji bo me.

Rûdaw: Hûn pêşbînî dikin ku şerê Rûsya û Ukraynayê dirêjtir bikişe û di egera dirêjtirbûna dema şer de, plana we çi ye?

Bartosz Grodecki: Li ser siberojê dimîne, kes jî nizane siberoj çawa dibe. Lê divê em wiha ferz bikin ku ev şer di çend hefte û mehên bê de naqede û dê heta demeke dirêj dom bike. Destpêka şer, rojên destpêka meha adarê civîna Yekîtîya Ewropa li Brûkselê hat lidarxistin. Me li wir behsa egera xebitandina plana parastina demkî ya penaberên Ukraynayê kir. Parastina demkî ji alîyê welatên endamên Yekîtîya Ewropayê ve. Em wek Polonya ku cînara Ukrayna ne û zêdetirîn rêjeya penaberan li me diqeside, me biryar da ku em yasaya taybet derxin, yasaya taybet rê da vekirina sînor li ber koçberên Ukraynayê. Her li gor yasayê, her kesekê piştî 24ê sibatê ji Ukrayna were Polonya dikare heta 18 mehan li Polonyayê bimîne. Em egera wê yekê jî dideynin ber wan ku navê wan di sîstema kargêrî ya Polonya de were tomarkirin, kar bi dest wan keve, herin dibistanan, ji xizmetguzarîyên tendirustî û sosyaslê sûdmend bin. Me hewl da em di demeke herî zû de wan li xwe bigirin û cih bidin wan. Em alîkarîya wan bikin ji bo ku bibin beşek ji civakê û dest bi jîyaneke nû bikin, çimkî mal û halên xwe li Ukraynyaê ji dest dan. Paşê divê em bendewar bin bibînin ka çi diqewime. Heke şer raweste, dê hin ji wan vegerin welatê xwe. Dê hin ji wan li Polonyayê jî bimînin. Lê divê em niha û li vir vê bijarteyê deynin ber wan. Em nikarin wê yekê debar bikin ku ew kes ji bo dema çend salan ji xizmetguzarîyên sosyalê sûdmend bin. Li dewsa vê yekê divê em pir bi lez wan bikin beşek ji civakê. Pêwîstîya zarokan bi dibistanan heye. Pêwîstîya xelkê bi kar heye, pêwîstîya wan bi xizmetguzarîyên tendirustî, perwerde û sosyal heye. Heke dilxwazên karkirinê bin, divê em di bazara kar de derfetê ji wan re peyda bikin û ew xwe li Polonyayê bibînin. Wek min got; em cînar in. Berî şer jî ew kes diçûn û dihatin. Dîyasporayeke me ya mezin a ukraynî her li Polonya hebû. Berê milyonek ukraynî li Polonyayê dijîyan. Vê kir ku rewş ji bo me hêsantir be. Zimanên me jî heta radeyekê wek hev in. Ukraynî bi hêsanê fêrî zimanê polonî dibin. Ev bicihkirina wan hêsantir dike. Lê bêyî pejirandina vê yasaya taybet me nikarîbû vî karî bi vê lezê bikin. Lewma yasaya taybet bi lez li parlamentoyê hat pejirandin. Bi rastî di nava pênc rojan de hat pejirandin. Em niha hewl didin di her rûniştineke parlamentoyê de yasayê baştir bikin. Ji bo ku bibandortir be di tevgera bi vê şepêla penaberên ku ji Ukraynayê tên.

Rûdaw: Hûn bandora vî şerî li ser Polonya, nexasim li ser warê aborî û enerjîya Polonyayê çawa dinirxînin?

Bartosz Grodecki: Wezareta me bêhtir taybet e bi ewlekarî û koçê. Lê çend tişt hene girêdayî aborî û hilberînê ne û pir giring in. Di demekê de ku divê em xercîyên hatina penaberên Ukraynayê misoger bikin, wek hikûmet divê em vê xercîyê peyda bikin. Lê dema em wan kesan dixin nav bazara kar li Polonyayê, ku di rûyê merivên bîyanî de vekirî ye çimkî derfetên me yên kar pir in. Heke ew bikarin bi lez bibin beşek ji civakê, dê di siberojê de bandoreke wan a pir erênî li ser aborîya me çêbibe. Derbarê gaz û petrolê, di alîyê dîrokî de pêwendîyeke me ya aloz bi Rûsyayê re hebû. Lewra em wek welat, li gor welatên din ên Ewropayê, di statûyeke hinekî cuda de ne. Eger te bala xwe dabe gotûbêjên Yekîtîya Ewropayê, qala devberdana ji gaz û petrola Rûsyayê tê kirin. Em dikarin bêjin ku em wek hikûmet cuda ne û wek welatên din zêde pişta xwe bi gaz û petrola Rûsyayê girê nadin. Bi nêrîna min, em wek Polonya dikarin bêyî pirsgirêk dev ji gaz û petrola Rûsyayê berdin. Li gor agahîyên min, berfanbara 2022yan peymana me ya gaz û petrolê bi Rûsyayê re diqede, nayê dirêjkirin jî. Biryar hatiye wergirtin. Em naxwazin pereyan peyda bikin yan di peydakirina pereyan de ji bo şerê Pûtîn û şerê Rûsyayê hevbeş bin. Em pereyan ji bo wê kiryara terorîst ku li Ukraynayê dikin peyda nakin. Em pêşbînî dikin ku hemî welatên endamên Yekîtîya Ewropayê heman rêçê bimeşînin.

Rûdaw: Sînorekî hevbeş ê Belarûsê bi dirêjahîya bêhtirî 400 kîlometreyan bi Polonyayê re heye. Hejmareke zêde ya koçberan ji Rojhilata Navîn, xasma Iraq û Herêma Kurdistanê Belarûs û Polonya bi kar dianîn ji bo bigihin Ewropayê. Hin kes dipirsin çima Polonya wê hejmara zêde ya penaberên ukraynî ku bêhtirî 2 milyon û 600 hezar ukraynî ye li xwe digire, lê rê nade hejmarek koçber ji sînoran werin Polonyayê?

Bartosz Grodecki: Ez pir spasîya te dikim li hember balkişandina ser vê mijarê. Ez kanala we bi kar tînim ji bo şandina peyameke rasterast ji gelê Iraqê re. Ew ji alîyê Kremlin û Lukaşenko ku serokê Belarûsê ye, hatin bikaranîn. Ev kar jî pir bi başî ji alîyê rejîma Lukaşenko û bi rizamendîya Kremlinê hat bicihanîn. Em dikarin bêjin ku ew amadekarî bû ji bo çêkirina guvaşan li ser welatên Ewropayê. Amadekarî ji bo vê kiryara terorê li Ukraynayê bû jî. Li vir jî ranaweste.Em dizanin ku bi propogandeyê, desthilatdarên Kremlinê tevî Lukaşenko bi berdewamî koçberan bi kar tînin ji bo çêkirina guvaşan li ser Yekîtîya Ewropayê. Heke tu ji 3 heta 12 hezar euroyan bidî ji bo ku tu ji Belarûsê bigihî Ewropayê, divê tu bizanî ku tu hatî bikaranîn. Çimkî Polonya welatê ser sînor e. Kesên ku sînor derbas kirin, ku nêzîkî 2000 kesan bû, Polonya bi hawara wan ve çû. Hinekan ji wan nizanîbû li Polonya ne, wiha texmîn dikirin ku gihîştine Almanyayê. Ev bi zelalî dîyar dike ku desthilata Belarûsê derew li wan kiriye. Eşkere ye jî ku hinekan ji wan dizanîbû ku divê bi qaçaxî herin Almanyayê, lê ev ne rêya gihîştina Ewropayê ye. Çend tedbîr hene divê pêk bînin, heke na nikarin derbasî Polonya yan Ewropayê bibin. Tew kes nikare bi neyasayî derbasî nav Iraqê jî bibe. Çimkî pasvanên we yên sînor hene. Temamîya rewşê ji alîyê propogandeya Kremlin û Lukaşenko hat amadekirin. Pêşî mêr şandin, paşê jin û zarok şandin. Divabû em rûbirûyî vê pirsgirêkê bibûna. Ji bo nîşandana şêwaza tevgera me bi koçberan re medya bi kar anîn, ku ne rast bû. Li gor amaran, me 187 koçberên ji neteweyên cuda wergirtin ku ji Ukrayna hatin Polonyayê. Ev bi zelalî dîyar dike ku em guh nadin ka ew ji kîjan neteweyê ne. Wek min got, em li ser sînor çi kesên li wan qewimîbe werdigirin. Gava ew qeyran qewimî, koçberan êrişî ser pasvanên me yên sînor kir. Kevir avêtin wan û hêz li dijî wan hat bikaranîn. Ti yek ji wan koçberan neçû xala kontrolê li ser sînor. Ti yekî ji wan tedbîrên navdewletî nemeşand. Armanca wan a sereke gihîştina Almanyayê bû. Heke me sînorê xwe vekira, nexwe pasvanên me yên sînor ji bo çi ne? Xala duyem jî ew e ku paşê Almanyayê ew şepêl debar nedikir. Bi vî rengî, rejîma Belarûsê pere ji merivên bêtawan bi dest dixistin. Lewma divabû em rawestînin. Ev heman peyama me ji bo nûneratîya Iraqê li Warsawê jî bû.

Rûdaw: Niha çend koçberên Iraq û Herêma Kurdistanê li Polonyayê ne û dê çarenivîsa wan çi be?

Bartosz Grodecki: Nêzîkî 1800 kesan sînor derbas kir. Piranîya wan wek penaber di nav proseya tomarkirinê de ne. Çimkî dizanin divê daxwazê pêşkêş bikin. Piranîya kesên ku li ser sînorê Belarûs û Polonya bûn, bi firokeyên terxankirî vegerîyan Iraqê, çimkî şertên tomarkirina wan ji bo parastina navdewletî ew li xwe nedigirtin. Me ji hikûmeta Iraqê re jî got, heke hûn geşta vegerê amade bikin, em ê alîkarîya we bikin, çimkî ew meriv bêsûc in. Lê mixabin ew geşt nehatin amadekirin. Çimkî wek min got; ofera me pir zelal bû, me heqê bilêta firokeyê dida, me cihên bêhnvedanê ji wan re peyda dikir, çimkî ez dizanim hinek ji wan rastî tevgereke pir xerab ji alîyê hêzên Belarûsê ve hatin. Me paşê ew dişandin welatên wan, lê mixabin bersiveke rasterast bi me nehat dan.  Wek min got me dikarî gelek karan ji bo alîkarîya wan merivan bikin. Hinekan ji wan dizanibûn, çimkî li Polonyayê jî qaçaxçî hebûn, dîsa pere ji wan distandin da ku wan bibin Almanyayê. Heke bigihin Almanya jî nayê wateya ku dê li Almanyayê bimînin. Çimkî hêj pêwîstîya wan bi wergirtina tedbîrên penaberîyê heye. Eger şertên ji bo parastina navdewletî li ba te nebin, divê tu vegerî welatê xwe. Lewma bila bi vî rengî neyên bikaranîn. Rêya yasayî ya gihîştina Ewropayê heye. Polonya bixêrhatina hemî bîyanîyan, nexasim xwendekaran dike. Hejmareke zêde ya xwendekarên bîyanî li Polonyayê hene, lê bi awayê yasayî hatine. Bi taybetî, sînor derbas nekirine û êrişî ser pasevanên sînor nekirine. Ev ne rêya rast a gihîştina Ewropayê ye.

Rûdaw: Zor spas ji bo cenabê we û ji bo dema ku we ji me re veqetand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst