Jean-Paul Chagnollaud: Heger Marine Le Pen bibe serokkomar, ev dê erdhejek be

10-04-2022
RÛDAW
Jean-Paul Chagnollaud di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Ala Şalî yên derbarê hilbijartinên serokomariya Fransayê de da
Jean-Paul Chagnollaud di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Ala Şalî yên derbarê hilbijartinên serokomariya Fransayê de da
A+ A-

Serokê Enstitûya IREMMO Bo Lêkolînan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Jean-Paul Chagnollaud ragihand ku di hilbijartinên serokariya Fransayê de eger Marine Le Pen bibe serokkomar, ev dê erdhejek be.

Jean-Paul Chagnollaud diyar kir ku piştgiriya xelkê ya ji bo rastgiran ji ber gelek sedeman zêde bûye û got, “ez bibawer im ku bêguman Serok Macron hin şaşîtî kirine, bi taybet di bersivdana hin tevgerên civakî yên girîng de, wekî tiştê ku bi tevgera Êlekzeran re li Fransayê  hate kirin, lê di heman demê de, bi baweriya min, tiştê sereke ew e ku Çep hilweşiyaye, şîroveya rasteqîne ew e ku bi rastî Çepê Fransa hilweşiyaye, û dengderên ku bi asayî deng didane wî, didane partiya sosyalîst, partiya Kumonîst, beşeke mezin ji van dengderan çûne ba Marine Le Pen, lewma jî ev pirseke nû ye ji bo Çebgiran.”

Chagnollaud herwiha got: “Îro dibe ku Çepê Fransa bi nûneratiya Tevgera Fransa Yaxî ya Jean-Luc Mélenchon be ku dibe 25% yan jî 30% ji dengan bidest bixe û ev jî pir lawaz e ku ji mêj ve di hilbijartinên serokatiya Fransa de rû nedaye. Lê têkçûna Çep bê guman xizmeta Marine Le Pen dike.”

Serokê Enstitûya IREMMO Bo Lêkolînan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Jean-Paul Chagnollaud di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî yên derbarê hilbijartinên serokomariya Fransayê de da.

Rûdaw: Heger em temaşayî van hilbijartinên ku demeke wisa de tê kirin, şer gihîştiye ber Ewropayê, dê bandora şer li ser hilbijartinan çawa be û hûn hilbijartinan çawa dinirxînin?

Jean-Paul Chagnollaud: Tiştekî seyr e, lê bêguman Fransî dilgiran in ji vî şerî. Ev şerekî ne li Ukrayna ye, lê li Ewropa ye. Ev e tiştê ku divê bi zelalî bê fêmkirin. Bêguman, ev şer berê bûye û ne girêdayî hilbijartinên serokatiyê ye, lê di heman demê de, ev tiştekî paradoks e, ku bi baweriya min Fransî guh didin babetên xwe yên taybet. Ew dilgiran in, rast e, ji ber ku ev şer ne dûrî wan e, lê di heman demê de, bi baweriya min ew guh didin pirsgirêka xwe ya taybet. Li vir şêweyek ji şîzofrêniya heye ji aliyekî ve, wekî nimûne, niha mijara sereke ku cihê nîqaşê ye mijara şiyana kirînê ye, mijara enflasyonê ye, bi kurtî babeta jiyana rojane ye. Lewma eger em temaşe bikin guhdaneke kêm bi şerê li Ewropayê heye. Wate şêweyek ji dijheviyê heye; ji aliyekî ve dilgiranî heye, lê di heman demê de, jiyan li Fransa berdewam e.

Rûdaw: Rikeberê li hemberî Macron, Le Pen e, çi wisa lê kiriye ku rastgirên radîkal evqasî dengên xwe zêde kirine?

Jean-Paul Chagnollaud: Bi baweriya min piştevaniya ji bo Rastê tundajo zêde bûye ji ber gelek sedeman. Niha rastiyek heye ku Rastê tundajo û bi taybet jî Komeleya Niştimanî ku berê navê wê Eniya Niştimanî bû, gelekî giraniyê dide ser pirsên civakî, wekî nimûne tiştê ku me niha behs kir, asta jiyana rojane, mûçe, zêdebûna bihayê gelûpelan, enflasyon, û ev pirs yekser bandorê li dengderan dikin, ji berê bêhtir. Zêdebarî vê yekê jî ku pir girîng e, Çep, çi partî be bila bibe,  bi her hal partiya kilasîk, nikarîbû vî zimanî bikar bîne, lewma Partiya Çep beşeke mezin ji dengderên xwe ji dest daye û Marine Le Pen beşek mezin ji wan bo aliyê xwe rakişandiye. Di baweriya min de, ev xala bingehîn e. Niha ew bi rastî li pêş e, li pêş e ji bo gelek sedeman, yek jê gihiştina kesekî nû ye ji bo nav siyasetê ku Eric Zemmour e. Û helwesta Eric Zemmour pir radîkal e, lewma jî Marine Le Pen bêhtir modern derdikeve di nav vê forma rastgir a tundajo de, ji ber derketina vê kesayetiyê di cotmeha borî de di kampanyaya hilbijartinan de, lewma jî Le Pen nema wekî berê xelkê ditirsîne. Wate tevgereke dualî heye, ji aliyekî ve têkçûna bereya çepgir û ji aliyekî din ve jî ew nema wekî berê xirab tê nîşandan, lê bi her hal ew dûr e ku bikaribe di hilbijartinan de biser bikeve.

Rûdaw: Tê gotin ku Macron di siyaseta navxwe de gelek şaşitî kirine lewma Le Pen dengên xwe zêde kirine, bi nêrina we ev rast e?

Jean-Paul Chagnollaud: Her dem gelek sedem hene ji bo şîrovekirina diyardeyên ji vî şêweyî lê ez bibawer im ku bêguman Serok Macron hin şaşîtî kirine, bi taybet di bersivdana hin tevgerên civakî yên girîng de, wekî tiştê ku bi tevgera Êlekzeran re li Fransayê hate kirin, lê di heman demê de, bi baweriya min, tiştê sereke ew e ku çep hilweşiyaye, şîroveya rasteqîne ew e ku bi rastî Çepê Fransa hilweşiyaye, û dengderên ku bi asayî deng didane wî, didane partiya sosyalîst, partiya Kumonîst, beşeke mezin ji van dengderan çûne ba Marine Le Pen, lewma jî ev pirseke nû ye ji bo Çebgiran. Îro dibe ku Çepê Fransa bi nûneratiya Tevgera Fransa Yaxî ya Jean-Luc Mélenchon be ku dibe 25% yan jî 30% ji dengan bidest bixe û ev jî pir lawaz e ku ji mêj ve di hilbijartinên serokatiya Fransa de rû nedaye. Lê têkçûna Çep bê guman xizmeta Marine Le Pen dike.

Rûdaw: Birêz Jean-Paul Chagnollaud ji bo wergirtina dengên koçberan Îslam di kampayayên hilbijartinan de çawa hate bikaranîn?

Jean-Paul Chagnollaud: Di baweriya min de ev pirseke aloz e, bersivdan li ser hinekî aloz e, lê bi baweriya min, aliyên rastgir û bi taybet rastgirên tundajo babeta Îslamê bikar tînin. Wekî nimûne, ez bawer dikim ku Macron ev yek nekiriye. Li Fransa şêweyek ji nêzîkbûna kevin heye ku hin dixwazin tevlheviyê bikin di navbera her tiştê ku ji cîhana Erebî û Îslamî be. Rast e, ez çawa bêjim, şêweyek ji regezperestiyê heye û şêweyek ji dijminkariyê li hember Îslamê heye. Lê di baweriya min de ev hokar di dawiyê de xwedan bandoreke kêmtir in ji tiştê ku tê texmînkirin. Kesê ku herî bêhtir vê yekê bikar tîne û bi şêweyekî pir tund Eric Zemmour e. Û zemmour di navbera 8% heta 9% ji dengan werdigire, ev pir e, gelekî pir e, gelekî pir e, lê tevî her tiştî, Fransî dizanin ku ev heman karîkatûr e û gelek rewt hene Îslamê ji xwe re bikar tînin, lê ez bi temamî bawer dikim ku ev hilbijartinan yekalî nake, tiştê hilbijartinan yekalî dike bi şêweyekî sereke pirsên civakî ne û pirsên şiyana kirîne ne, wekî ku encamên rapirsînan nîşan didin û hemû berbijêrê giraniyê didin ser şiyana kirînê wekî Marine Le pen ku pir li ser vê rêyê pêş de çûye. Le Pen nema pir behsa Îslamê dike, lê bêhtir behsa pirsên civakî dike û ev jî pêşveçûna wê şîrove dike.

Rûdaw: Heger Le Pen bibe serokkomara Fransayê dê siyaseta Fransayê ya li Rojhilata Navîn û siyaseta navxwe ber bi ku ve biçe û heger Macron bê hilbijartin dê çi guherîn werin kirin?

Jean-Paul Chagnollaud: Heger Marine Le pen di hilbijartinan de biser ket, ev dê erdhejek be, erdhejek li Fransa, erdhejek li Ewropa, erdhejek li hemû welatên demokratîk, ji ber ku ev tê wê wateyê ku piraniya Fransiyan dê baweriyê bi Rastê tundajo bînin. Ev jî tiştekî bîr lê nayê kirin, lewma ez baştir dibînim ku bibêjim ew ê biser nekeve. Bi taybet di vê qonaxa pir aloz de ku şer li Ewropa heye. Di bawriya min de dê encamên pir wêrankar ên vê yekê li ser welatê me di hemû biwaran de hebin. Ji ber ku her çiqasî ew niha moderetir ji Zemmourê radîkal tê dîtin, lê ev nabe rêgirî ku bernameyê wê, bernameyê Rastê tundajo ye bi hemû tiştên ku li xwe digire wekî regezperestiyê û wekî pêwendî ligel ên din, pêwendî ligel biyaniyan, ligel Îslamê. Gotara wê li hember penaberan, li hember Îslamê, ji ber ku tevlîheviyek di navbera penaberan û Îslamê de tê kirin û ev bi temamî nayê qebûlkirin, ji ber ku bi rastî ev paşveçûneke ji bo Fransa. Lewma ez bawer nakim, tevlî hemû zehmetiyên ku îro têne pêş,  Fransa bigihêje vê rewşê. Lewma ez bawer dikim ku roja 24ê Nîsanê, di xola duem de, ew ê hilbijartinan jidest bide. Lewma niha bêhtir egera serkeftina Macron heye. Niha dema em diaxivin, bêhtir egera dubare hilbijartina Macron heye. Û eger dubare hate hilbijartin, siyaseta ku li hember Rojhilata Navîn dimeşîne bêguman dê hema heman siyaset be. Pir rexne li siyaseta wî li Rojhilata Navîn hatine girtin. Ew navçe ne pêşdestî (ewlewiyet) ye ji bo wî. Eger dubare hate hilbijartin, ez bawer dikim ku pirsa sereke û cihê pêşdestiyê li ser asta siyaseta derve dê pirsa Ewropa be, bêguman bi hebûna vî şerî û  bi tiştê ku hat aşkerekirin ku girîngiya serbixweyiya Ewropa ye. Lewma bi baweriya min, ev meydana herî mezin e, çi dûmahiya wî be bila bibe, û ez hêvî dikim ku zû bidawî bibe, lê ew karesat e ji bo Ukayniyan û karesat e ji bo Ewropiyan, lê bi baweriya min, tiştê herî girîng ew e ku em ji nû ve bîr li Ewropa bikin, hem di warê serbixweyiya abûrî de, lê bêguman di warê şiyana bergiriyê de jî. Di baweriya min de mijara herî girîng a ku divê bê fêmkirin niha ew e ku divê bergirî Ewropî be, ev nayê wateya ku em NATO bicî bihêlin û em ji NATO derkevin, lê tê wateya ku girîngiyek heye ku Ewropa navgînên bergiriya xwe dabîn bike û ev tiştekî bingehîn e eger bixwaze îro di nava cîhanê de hebe û tiştê li Ukayna dibe vê yekê bi zelalî diyar dike. Ev in bi nêrîna min tehedayên herî mezin, ne tenê ji bo çend salên li pêş, lê belê ji bo çen mehên li pêş ku ev tiştekî pir girîng e.

Rûdaw: Ez dixwazim bizanim heger Macron dubare were hilbijartin dê çi guherînên nû yên taybet bibin hem li Ewropayê, di navxweya Fransayê de, hem jî li Rojhilata Navin, bi taybetî li Iraqê û Herêma Kurdistanê?

Jean-Paul Chagnollaud: Hûn pirseke pir zehmet ji min dikin, ji ber ku ez nizanim Macron dê çi bike, lê eger em tişta ku di kampanyaya xwe de û di nava çend heftiyên borî de gotiye bawer bikin,  2 tişt hene; derbarê Rojhilata Navîn de, bi giştî wî kêm kar kiriye, kêm kar kiriye. Û karê wî yê bi şêweyekî erênî bûye derbarê Îraqê û derbarê Kurdistanê bûye. Bi baweriya min ev xaleke girîng e, û ez bawer dikim pir veberhênan hatiye kirin li ser asta diravî lê li ser asta siyasî jî li Îraqê û di baweriya min de ev xêz dikare bêguman bidome û bihêz bibe, ev tenê egerek e, ez tiştekî nizanim eger dê bike yan na, lê rast e, arasteyek heye ku Îraq û Kurdistan bihêz bin. Ji bo ku ez nimûneyeke din bidim we, wekî nimûne, ew pir guh nade pirsa Israel û Filistînê, wî tiştek li ser Israel û Filistînê nekiriye, dibe ku ev yek bê guhertin, lê li vir jî li ser asta siyaseta navdewletî her tişt di her kêlîkekê de tê guhertin. Ev xala yekem e. Xala duyem, derbarê Ewropa de, ew e ya ku min niha got, di baweriya min de tiştê ku li Ewropa çêbû, tiştê ku niha li Ewropa û Ukrayna çêdibe, helwesta Macron bihêz dike çimkî dema em behsa Ewropa bikin, divê 2 tişt bên gotin: Gelo Ewropa meydaneke aborî ye yan Ewropa zilhêz e? Heta niha, her dem Ewropa meydaneke aborî bûye, wate di bingehê de meydaneke mezin a aborî û bazirganiyê bûye, lê ev dê dûr neçe. Ev girîng e lê têrê nake, tiştê bingihîn ew e ku Ewropayeke zilhêz hebe, wate Ewropayeke ku bikaribe xwe li ser asta navdewletî ferz bike, wate ku bikaribe di hemû biwaran de bergiriya xwe ya taybet belav bike. Ev tê wateya ku pîşesaziya çekan a Ewropayê ligel hev kar bike, tê wateya ku artêşên Ewropayê hevahengiyê ligel hev bikin, û di demên pêş de bingehên artêşeke Ewropî bên danîn. Bi baweriya min ev xala navendî ye, û şerê li Ukrayna ku ez dibêjim şerê Ewropa ye dikare û divê vê tevgerê bilez bike. Eger Ewropî xwe li ser vê îradeya ku di cîhanê de bihêz bin ava nekin, Ewropa di nava 10 heta 20 salan de dê bê goşegîrkirin ji aliyê Amerîka ve, ji aliyê Çînê ve bêguman, û em ê bê rol bibin, lewma bi rastî ev tiştekî cewherî ye.

Rûdaw: Birêz Jean-Paul Chagnollaud em gelekî spasiya we dikin ji bo hevpeyvînê.

Jean-Paul Chagnollaud: Ez sipasiya we dikim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst