Hewlêr (Rûdaw) – Raber Sidîq beriya ku bi wekalet bibe Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê, rêveberê Giştî yê Jimêrkariyê bû. Niha di heman demê de du erkan birêve dibe. Ji ber vê yekê dibêje derfetên wî pir kêm in ji bo ji medyayê re biaxive.
Sekreterê Wezareta Drayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Raber Sidîq di vê hevpeyvînê de, bi rêya Rûdawê mizginiyeke baş dide fermanber, karmend û meaşxurên Herêma Kurdistanê. Sidîq dibêje, eger nirxê petrolê wiha bilind bibe, wisa pêşbînî dike, ku piştî Newroza îsal destkariya sîstema paşkeftina meaşan bê kirin. Herwiha diyar dike, ku pêwîst hikûmeta Herêma Kuridstanê ji sîstema Bexdayê cudatir, bi sîstemeke nû meaşên karmend û fermanberan bide.
Raber Sidîq dide zanîn, ku ji 2005ê heta 2016ê Bexdayê 70 trîlyon dînarê Herêma Kurdistanê neşandiye.
Brêz Sekreterê Wezareta Darayî û Aborî, ji ber çi di ragihandinan de daxuyaniyên cenabê te pir kêm in?
Li hember karê rojnamevanan rêz digrim lê baweriya min ew e, ku divê dema xwe zêdetir ji bo karên wezaretê veqetînim, ne ji bo axaftin û xwederxistina pêş. Ji ber, ku niha him bi wekalet Sekreteriya Wezareta Darayî dikim û him jî berpirsiyarê Rêveberiya Jimêrkariyê me. Ji bo van karan jî dem pêwîst e. Spasiya rêveberên giştî û fermanberên wezaretê dikim, ku di rêvebirina karan de alîkariya min kirine. Maşallah dezgehên ragihandinê jî gelek in û kes nikare bigihe hawara we.
Dibêjin hinek ji wezîrên YNKê ji helwest û edaya cenabê te nerazîne û dibêjin gotinên wî hişk in?
Ti kes ne bê kêmasî ye. mirov nikare hemû kesan li xwe razî bike. Ligel vê yekê, axaftin û danûstandinên min ligel wezîrên Herêma Kurdistanê ne li ser hîmê hizbî yan jî şexsî ye, li ser hîmê rêveberî û malî ye. ji ber vê yekê jî danûstandinên min ên ligel hemû wezîran weke yek e. Bi baweriya min di encamê de ne serkeftîbûna her wezaretekê li ser hikûmetê tê hejmartin. Min li hember ti wezîrekê gotinên hişk bikar neanîne. Lê mixabin, ji ber vê krîzê em her roj du peyvan pir pir zêde bikar tînin. Ew jî “Nîne” û “Nabe” ye. Ev yek jî jiber nebûna şiyana darayî ya hikûmetê ye. Ev gotin ne hişk e, rastî ye!Em di nav krîzeke darayî de ne, hikûmet nikare weke beriya 2014ê meaşan bide û xizmetan pêşkeş bike.
Bi baweriya te, di sala 2017ê de rewşa Herêma Kuridstanê di warê aborî de baştir dibe?
Tê pêşbînîkirin rewşa darayî ya sala 2017ê li gorî sala 2016ê baştir be. Ev pêşbînî jî li ser 3 stûnan tê kirin. Ya yekemîn, bilindbûna nirxê petrolê ye. eger nirxê petrolê bi vî awayî bilind bibe, dê bandora xwe li ser dahata Herêma Kurdistanê jî bike. Ya duyemîn çaksazî û pêdaçûna li heykela wezareta darayî û rêvêbirina darayî ya Herêma Kurdistanê ye. Ya sêyêmîn jî kêmbûna xerca şerê li dijî terorê ye. ji ber, ku vî şerî bargiraniyeke mezin li ser hikûmetê ava kiriye. Ew pereyê ji bo şer tê xerckirin, êdî dikare ji bo karên xizmetguzariyê bê terxankirin. Di encamê de pereyekê zêdetir dê bikeve bazarê û ev yek jî dê bandore li ser bazar û kar bike. Ji ber vê yekê pêşbînî dikim, ku meha Adarê bibe destpêka pêvajoya başbûna rewşa aborî û darayî.
Eger rewşa darayî ya hikûmetê baş bibe, ev yek dê bandore li meşaên fermanberan jî bike?
Belê, bêguman zêdebûna dahata Herêma Kurdistanê dê bandorê li meşaxuran jî bike. Çimkî armanca sereke ya hikûmetê başkirina meaşên fermanberan e. Gelek caran birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînên cuda de amaje bi wê yekê kiriye, ku çi dema rewşa darayî baş be divê beriya hemû tiştan çavê me li başkirina meaşan be. Li gorî nêrîna min ev başkirin jî dê li ser du pêngavan bê kirin. Pêngava yekemîn ew e, ku divê ikûmet piştrast be bikare meaşan di dema xwe de bide. Pêngava duyemîn jî tê pêşbînîkirin, ku piştî Newrozê dest pê bike, pêdaçûn li ser sîstema dernegketin û kêmkirina meaşan bê kirin û meaş bên zêdekirin. Ji ber ku rewşa giştî ya debara jiyana xelkê û bi taybetî jî yê meaşxuran ne baş e. lê beriya zêdekirina pere divê em piştrast bik, ku pêwîstiya xerckirina wê heye.
Ji bilî meaşxuran, kîjan alî ji vê yekê sûdê werdigrin.
Ew kes û aliyên ku pere û şayesteyên wan ên darayî li gel hikûmetê ye. Weke mînak şîrket û karsaz û banka jî ji vê yekê sûdmend dibin.
Di dewsa van hemû karan de ne baştir e ku ligel hikûmeta Iraqê rêbikevin da ku meaşê fermanberan û bûdceya Kurdistanê werbigrin?
Ezmûnê çend salên derbasbûyî jî derxistiye holê ku hikûmeta Iraqê pabendê rêkeftinan nabe û ne amade ye bûdceyê jî bide. Hikûmeta Iraqê di destpêka 2014ê de bûdceya Herêma Kurdistanê birî. Ji bo bê zanîn ez dibêjim, ji destpêka 2005ê heta niha, hikûmeta Iraqê 70 trîlyon dînarê beşa bûdceya Herêma Kuridstanê nedaye. Tenê beşa bûdceya Hêzên Pêşmerge ku ji sala 2007ê ve nehatiye dayîn, zêdetirî 12 trîlyon dînar e. Ji ber vê yekê jî, dewsa ku em xewna rêkeftinên ligel hikûmeta Iraqê bibînin, baştir e ku biryarekî li ser danîna sîstemekê nû ji bo meaşên fermanberên Kurdistanê saz bikin. Pêwîst e ev system jî bi şêweyekî be, ku ligel rewşa aborî û civakî ya Herêma Kuridstanê bigunce.
Ji ber çi pêşniyaza parlamenterên kurd ên li parlamentoya Iraqê yên derbarê bûdceya sala 2017 a Iraqê nehatine qebûlkirin?
Hikûmeta Herêma Kuridstanê di wê baweriyê de ye, ku bi şêweyekî giştî ev yasa ne di berjewendiya gel û hikûmeta Kurdistanê de ye. ji ber, ku şêwazê dariştina madeyên yasaya bûdeceyê, bingehên federalî û dabeşkirina desthilatan bercav nagre û berovajî bandora merkezîbûna darayî li ser heye. Ya duyemîn, li gotî yasayê divê hikûmeta Herêma Kuridstanê rojane kêmtir ji 250 hezar bermîlê petrola Kurdistanê hinarde bike. Herwiha 300 hezar bermîl petrola Kerkûke veguheze bendera Ceyhanê. Madeyên yasayê bi awayekî hatine nivîsandin, ku hikûmeta Iraqê dikare daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, da ku zêdetir petrolê hinarde bike lê beşa bûdceyê keqt zêde neke. Berovajiyê vê yekê, eger Herêma Kuridstanê tenê bermîlekê kêm jî hinarde bike, hikûmeta Iraqê dikare geçela yasayî û darayî ligel herêmê bike. Ji bilî vê yekê, ji bo şîrketên petrolê yên li Kurdistanê kar dikin jî ti bûdceyek nehatiye terxankirin.
Ya sêyemîn, li gorî yasayê divê firotina petrolê tenê bi rêya şîrketa SOMO ve bê kirin. Wate hemû pêngav û rêkeftinên hikûmeta Herêma Kuridstanê ya ji bo firotina petrolê ligel şîrketên din kiriye, divê bên hilweşandin. Çaremîn, li gorî vê rêkeftinê ne diyar e ka dê hikûmeta Iraqê çi qas pere bide hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di nav yasayê de madeyeke bi navê “Xerca F” heye, ku ne eşkereye ka kîjan mekanîzma vê xercê dest pê dike. Ji xwe ev made jî îsal hatiye zêdekirin.
Wate fen li wan parlamenteran hatiye kirin ku dengê xwe ji bo erêkirina yasaya bûdceyê bikaranîne?
Belê mixabin. Ez di wê baweriyê de me ku piraniya wan birêzan bala xwe danî ser çend madeyan. Lê dema mirov li tevahiya yasayê dinere, tê dîtin ka çend li dijî berjewendiyên aborî û darayî yên Herêma Kurdistanê ye.
Te got nêzîkî 70 trilyon dînarê Kurdistanê nehatiye dayîn. Ji ber çi hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê daxwaza van pereyan nake?
Hikûmeta Herêma Kuridstanê gelek caran bi rêya nivîsandina fermî, cîn û şandên cuda daxwaza van pereyan kiriye. Çend caran birêz Nêçîrvan Barzanî bixwe serokatiya wan şandan kiriye û ji Bexdayê daxwaza dayîna vê deynê hatiye kirin. Lê her carekê hêcetek derxistine pêş. Ev yek jî vê rastiyê eşkere dike, ku pêwendiyên aborî û darayî yên hikûmeta Herêma Kuridstanê û hikûmeta Iraqê venagerin şert û mercên pêşiya sala 2014ê. Ji ber vê yekê jî divê rêkeftineke nû bêkirin û ev yek jî di berjewendiya her du aliyan de be.
Çend carêk berrêz nêçîrvan barzanî ke serokayetî beşêk lew wefdaney kirduwe, daway kirduwe hkumetî fîdrallî pabend bêt be xerckirdnî ew brre parane. Bellam her carey be byanûyek nedrawe. Pabendnebûnî hkumetî 'êraqî be xerckirdnî beşî budcey herêmî kurdistan derxerî ew rastîyeye ke şêwazî peywendî abûrî û berrêwebirdnî darayî nêwan hkumetî 'êraq û herêm kurdistan be asanî nagerrêtewe bo pêş 2014. Boye pêwîste rêkewtinêkî nwê bikrêt be corêk le berjewendî herdûla bêt.
Te behsa çaksazî û pêdaçûna sîstem û rêvebiriya darayî kir, ev yek dê çawa be?
Ev du sal in Wezareta Darayî ligel tîmekê şêwirmendên biyanî kar dike. Ev tîm ji aliyê Serokê Hikûmetê ve hatiye erkdarkirin. Ev tîm pêşniyarên xwe derbarê çaksazî û pêşxistina sîstem û rêvebirina darayî pêşdixe. Pêşniyarên wan derbarê heykela wezaretê, sîstema darayî û jimêryarî, bac û karûbarên gumrigê ne. Bi giştî ev proje ji bo kontrolkirin û dûbare birêxistinkirina dahat û xercan e. Ev piroje dê demdirêj be û berdewam bike.
Ew beşa darayî ya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji sala 2005ê heta 2016ê nehatiye dayîn wiha ye:
Xerca Serwerî: 3 trilyon û 590 milyar û 222 milyon dînar
Xerca Fermanrewayî: 9 trilyon û 203 milyar û 871 milyon dînar
Xerca Geşedana Parêzgehan: 3 trilyon û 650 milyar û 847 milyon dînar
Beşa Pêşmerge: 12 trilyon û 721 milyar û 754 milyon dînar
Budceya Sala 2014: 16 trilyon dînar
Budceya Sala 2015: 12 trilyon û 341 milyar dînar
Budceya Sala 2016: 12 trilyon û 570 milyar dînar
Bi Giştî: 70 trilyon û 77 milyar û 694 milyon dînar
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse