KERKÛK - Jiyanek di riya pirtûka kurdî de

03-06-2021
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Taqriq Karêzî Pirtûkxaneya Karêz
A+ A-

Nivîskarê Kurd Tariq Karêzî ku piraniya jiyana xwe ji bo pirtûkan terxan kiriye, dibêje kurd miletekî ku ji zanîn û zanistê hez dikin.

Tariq Karêzî ku 61 salî ye, bi derfetên xwe û di sala 2015an de pirtûkxaneyek li Kerkûkê bi navê “Pirtûkxaneya Karêz” ava kiriye û bi gotina wî biha zêdeyî 15 hezar pirtûk û ji wê hejmarê zêdetir kovar û rojname hene.

Karêzî dibêje: “Ji ber ku Kerkûk bajarekî dagirkirî yê Kurdan e, şert û mercên ku em tê de dijîn ji bajarê Başûrê Kurdistanê yên din cuda ne. Lêbelê, xelkê Kerkûkê li nasnameya xwe ya Kurdî xwedî derdikevin. Gelê Kerkûkê karibûn astengiyên di rojên desthilatdarên dîktatoriya Seddam de, ku dixwestin bajarê Kerkûkê veguherînin bajarekî Erebî derbas bikin.”

Nivîskar Tariq Karêzî bersiva pirsên Rûdawê da.

Hûn çend salin bi pirtûkxaneyê ve mijûl in?

Fikra projeya Pirtûkxaneya Karêz vedigere sih sal berê. Piştî hewldanên domdar ên ku 11 salan berdewam kir, di 2015an de bi amadebûna rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê hate vekirin.

Çi bû sedem, tesîra çi bû ku we dest bi avakirina pirtûkxaneyê kir?

Gelek sedem, wekî parastina pirtûkxaneya ku, di dema nîv sedsalê de têkiliyê bi cîhana pirtûk û weşanxaneyan re çêkiribû hate avakirin. Herwiha min dixwest ku saziyeke çandî ya sivîl vekim ku li Kerkûk û hemû Kurdistanê ji xwendevanan re xizmetê bike. Me niha pirtûkxane bi lidarxistina bi şevên çandî bi awayekî berdewamî pêşxist û me di dawiya encama xebatên xwe de hejmara yekem a kovara "Karez" derxist. Wekî din, em hewl didin ku arşîva herî mezin ya çanda Kurdî ava bikin.

Zehmetiyên pirtûkxaneya kurdî li Kerkûkê çi ne?

Ji ber ku Kerkûk bajarekî dagirkirî yê Kurdan e, şert û mercên ku em tê de dijîn ji bajarê Başûrê Kurdistanê yên din cuda ne. Lêbelê, xelkê Kerkûkê li nasnameya xwe ya Kurdî xwedî derdikevin. Gelê Kerkûkê karibûn astengiyên di rojên desthilatdarên dîktatoriya Seddam de, ku dixwestin bajarê Kerkûkê veguherînin bajarekî Erebî derbas bikin. Hewce ye ku em bingehên çanda Kurdî ya li Kerkûkê aktîf bikin, ji ber ku li Kerkûkê zêdeyî 500 dibistanên ku perwerdeya kurdî didin hene. Herwiha Kerkûk li Başûrê Kurdistanê bingeha çanda Kurdî ye û dîroka edebiyata Kurdî ya li Kerkûkê hatiye nivîsandin vedigera beriya hezar salî.

Hîç kes û aliyan ji bo pirtûkxaneyê alîkariya we kirine?

Na, min tu alîkariyek ji kesekî wernegirt. Biryara mine w bû ku projeya Pirtûkxaneya Karêz bi şiyanên takekesî bicîh bînim. Ez xwe dispêrim kapasîteyên darayî yên kesane. Pirtûkxane niha bûye mîna mala çandî û navenda edebî ji bo hemî elîtên çandî li Kerkûkê. Piştî xebata domdar ya şeş salan, Pirtûkxaneya Karêz li Kerkûkê bûye piştgiriyek girîng a çandî.

Di pirtûkxaneya we de çi babetên pirtûkan hene?

Niha zêdeyî 15 hezar pirtûk û ji wê hejmarê zêdetir kovar û rojname hene. % 80 pirtûk bi Kurdî ne û hemî rojname û kovar bi Kurdî ne, lê pirtûkên bi zimanên din jî hene. Pirtûkxane bi taybetî edebiyat, huner, çand, folklor, dîrok ji her cureyan çavkaniyan vedihewîne. Xwendevanên pirtûkxaneyê her mijarê dixwînin.

Li Kerkûkê pirtûkên kurdî têne xwendin? Bêyî ya we pirtûkxane hene an tinene? Eleqeya xelkê çawa ye?

Belê têne xwendin, % 95 xwendevanên Pirtûkxaneya Karêz xwendevanên zimanê Kurdî ne, sê ji çaran niştecihên Kerkûkê Kurdîaxêf in, û têkiliya gelê Kerkûkê bi çandê re gelekî bi hêz e, nemaze ji ber ku Kerkûk bajarekî pirçandî ye ku Tirkmen, Ereb û Xiristiyan li rex piraniya kurdan li bajêr dijîn. Ji bilî xwendekarên zanîngehê û xwendekarên mezûn ji her temen û zayendî xwînerên pirtûkxaneyê hene.

Hûn dikarin ji me re behsa kar û çalakiyên Pirtúkxaneya Karêz bikin?

Pirtûkxaneya Karêz rojane pêşwaziya xwîneran dike. Bernameyên guftugoyên edebî û çandî li dar dixe. Ji bilî lidarxistina pêşangehên hunerî, pêşandanên şanoyî û qursên perwerdehiyê pêk tîne. Her hefte roja Çarşemê di mijarên cur bi cur de semîneran li dar dixe. Herî dawî kovarek derxist ku naveroka wê karûbarên Kerkûkê û nasnameya wê ya Kurdî bû.

Çi pêşniyarên we ji xwendevanan re hene?

Li gorî ezmûna min a bi xwendevan û dilsozên Pirtûkxaneya Karêz re, min dît ku kurd miletekî ku ji zanîn û zanistê hez dikin. Ji bo berfirehkirina bingeha xwendevanan bi gelemperî, girîng e ku mirov zemînek guncav bi rengek ku ji afirandina jîngeheke guncav a xwendinê re bibe alîkar, amade bike. Ez xwe ewqas zana nabînim ku şîretan li kurên miletê xwe yê qedîm bikim. Teve vê yekê jî, ez dixwazim bibêjim ku xwendin kêfxweşiyeke giyanî û hewildanek zanistî ye ku asta şaristaniya mirovî bilind dike û pêşdixîne. Wê baş be ku her malbatek kurd li mala xwe pirtûkxaneyekê ava bike. Xwendin ji bo me hemûyan kêfxweşiye ku riya jiyan, azadî û pêşkeftinê ronî dike.

Tariq Karêzî kî ye?

Tariq Seddik Hemedemîn, ku di nav civakê de wekî (Tariq Karizi) tê nas kirin di dawiya sala 1959an de li gundê Karêz yê bakurê rojhilatê Kerkûkê, ji dayik bû. Piştî ku xwendina xwe li Kerkûk û Bexdayê xilas kir li Kerkûkê wek karmend dest bi kar kir. Di sala 1983an de ji hêla rejîma dagirker a Baas ve ji kar hat derxistin. Piştî derxistina ji kar dş sala 1985an de neçar ma ku li Hewlêrê bijî. Heya niha, 30 pirtûk di warê edebiyat, huner, folklor û rojnamevanî weşandin û werger kirin ku 26 ji wan bi kurdî û 4 pirtûk jî bi erebî bûn. Di zêdetirî 20 kovar û rojnameyên Kurdî de xebitî û di 112 rojname, kovar û malperan de bi hezaran gotarên wî hatin weşandin. Piştî rûxandina rejîma dîktatorî ya Seddam vegeriya Kerkûkê. Di sala 2015an de li Kerkûkê Pirtûkxaneya Karêz weke yekem pirtûkxaneya giştî ya taybet a Kurdistanê damezrand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst