Hikûmeta Demkî ya Sûriyê: Deriyên sînorî li gel navçeyên Rêveberiya Xweser vekirî ne

01-04-2023
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Wezîrê Darayî û Aborî  yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Misrî bersiva pirsên Dilbixwîn Dara dan.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Misrî bersiva pirsên Dilbixwîn Dara dan.
Nîşan Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Misrî Efrîn
A+ A-

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Misrî ji Rûdawê re got, deriyên wan yên bazirganî ligel navçeyên Rêveberiya Xweser vekirî ne, danûstandin di navbera bazirganên herdu aliyan de hene û ew weke hikûmet tu destêwerdanê di karûbarê wan de nakin.

Derbarê firotina zeyta Zeytûnên Efrînê li Ewropa bi navê Tirkiyê, Ebdulhekîm Misrî got, ji ber ku heta niha itîrafeke fermî di warê yasayî û bazirganî de bi hikûmeta wan nehatiye kirin, ji ber wê yekê jî ew neçarin berhemên xwe bi navê Tirkiyê bişînin derve.

Wezîrê Darayî û Aborî  yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Misrî bersiva pirsên Dilbixwîn Dara dan.

Di vê hevpevîna taybet de Dr. Ebdulhekîm Misrî bersiva pirsên weke “Çima Zeyta Efrînê li Ewropa bi navê Malê Tirkiyê tê firotin? Çima hûn mûçeyan bi Lîreyên Tirkiyê didin? Kengî qurbaniyên erdheja Efrînê dê werin qerebûkirin?” dide.

Rûdaw: Ez dixwazim bizanin ziyanên madî yên erdhejê yên li deverên di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de çi bûn?

Ebdulhekîm Misrî: Hejmara şehîdan gihiştiye derdora çar hezar şehîdî yan jî bêhtir. Birîndar jî derdora heşt hezar birîndarî bû. Ziyanên madî yên avahiyan gihiştiye hezar û 250 mal bi awayekî giştî ziyan gihiştiye wan. Derdora 10 hezar malê jî bi awayekî beşî ziyan gihiştiye wan. Dezgehên giştî jî hene bi awayekî gelek ziyan gihiştiye wan, weke dibistanan û bîrên avê û hinek rê û hin saziyên giştî, ev ziyanên ku bi giştî hebûn.

Rûdaw: Hûn dikarin texmîn bikin ziyanên madî bi çiqas dolar in?

Ebdulhekîm Misrî: Helbet komîte hatin damezrandin û hêj ji karên xwe bidawî nebûbûn. Komîteyek ji Wezareta Rêveberiya Xwecihî û Xizmetguzariyê hate damezrandin, ligel Sandîkaya Endazyaran. Û kesên pisor ji bo nirxandina ziyanan. Vê komîteyê bi awayekî beşî ziyan texmîn kirin, lê dema erdheja duyem di 20ê Sibatê de çê bû, bû sedema zêdebûna ziyanan, êdî careke din ew komîte vegeriya karê xwe ji nû ve destpê bike. Ji aliyê darayî ve hejmarek nîne, lê bêhtir ji sedên hezarên dolaran dike, lê komîteyên texmînkirinê karê xwe biserî nekirine ji bo nirxandina ziyanên darayî. Dibe 500 milyon – 600 milyon be, ango qebareya avahiyên ku bi tevayî ziyan gihiştiye wan, bêhtir ji  hezar û 250 avahiyê bû weke ku me got.

Rûdaw: Kesên ku malên wan wêran bûne û derfetên wan nîne malên xwe ava bikin, hûn dê avakirina xaniyan de ji wan re bibin alîkar ango bernameyeke wê di vî warî de heye?

Ebdulhekîm Misrî: Di destpêkê de, bersivdana, bi alîkariya hin aliyên alîkar, bilez hate kirin, çi rêxistin yan hin dewlet bin, bi mebesta dabînkirina bersivdana bilez, ew jî cihê hewandinê ne, weke konan û hinek xelk çûne dibistanan. Helbet kon bi awayekî demkî ne, dema wan 10 meh e. Piştre soz bi me re hatine dan, dê alîkariyan wan kean bê kirin ku ziyan gihiştiye malên wan, ku bêne çaksazkirin eger pêwîstiya wan bi çaksazkirinê hebe, herwiha alîkariya kesên ku malên wan bi awayekî giştî ziyan gihiştiye wan. Ev yek jî piştî cîgirbûna rewşê dibe, ji ber ku heta niha paşlerz hene, dawîtirîn ji wan êvara 05ê 03ê bû, bihêz bû, lewmane pêkane karê tê de bê kirin da ziyan bêhtir nebin. Heta komîteyên nirxandina ziyanan karê xwe bidawî bikin, dibe rewş cîgir bûbe û her tişt diyar bibe, êdî proje bêne danîn ji bo çaksazkirina malan û nûavakirina avahiyên ku ziyan bi awayekî giştî gihiştiye wan, herwiha kesên ziyandîtî jî, bi saya Xwedê, bêne qerebûkirin.

Rûdaw: Baş e, ez dixwazim vê yekê bizanim mînak Yekîtiya Ewropa û welatên ku alîkariya ji nû ve avakirinê dikin we bi wan re peywendî daniye ji bo ku hûn jî sûdê ji wê yekê werbgirin?

Ebdulhekîm Misrî: Bêhtir ji carekê şandek ji Neteweyên Yekbûyî derbas bû û civîn hatin kirin, û aniha bi rêya Neteweyên Yekbûyî alîkarî derbas dibin. Rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî jî, bi awayekî rojane derbasî navçeyê dibin ji bo nirxandina ziyanan. Wan soz dabû Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku alîkariya ziyandîtiyan bikin û malên wan çaksaz bikin, lê heta lêkolîna wan jê re amade be. Duh jî tîma Neteweyên Yekbûyî derbas bû, û gera wê li bajarê Cindirêsê bû.

Rûdaw: Ziyanên herî mezin ên di erdhejên 6ê Sibatê de herî zêde li Cindirêsê bûn, hema hema bi temamî bajêr wêran bû û piraniya xelkê wê derê niha çûne li gunda bicih bûne û beşek ji wan jî çûne Efrînê. We lîsteyek çêkiriye ku kî û li gor çi dê were qerbûkirin?

Ebdulhekîm Misrî: Komîteyeke navendî li Wezareta Rêveberiya Xwecihî hatiye damezrandin, li her navçeyekê ku ziyan lê bûne, komîteyên layekî jî hene. Ev komîte wê binirxîne û lîstetekê bi navên hemû wan kesan deyne ku ziyan gihiştiye wan, çi mala xwe jidest dabe, çi kesek ji malbata xwe jidest dabe, çi samanên wî yên bazirganî hebûn û jidest dabin, hemû dê bêne nirxandin û lêkolînek jê re bê kirin, ji bo qerebûkirina vê xelkê.  Ev lîste, demekê jê re divê, tê pêşbînîkirin xwendina yekem ji nirxandina ziyanan re, dibe di dema vê mehê de be, piştre wê nirxandina darayî jê re bê kirin û têkeve nav projeyan. Bi saya Xwedê proje dê çend mehan dirêj bike, lê niha em kar li ser tiştên bilez dikin, ji alîkariya çaksazkirina malên ku bi awayekî sivik ziyan gihiştiye wan.

Rûdaw: Li gor baweriya te ew lîste dê di nav heyama çi qasî de amade bibe û qerebûkirina xelkê dê kengê destpê bike?

Ebdulhekîm Misrî: Li gorî plana jku hatiye danîn, di dema şeş mehan de, dest bi qerebûkirina xelkê bê kirin, yan malên wan bêne çaksazkirin, bi taybetê malên ku bi awayekî gelek ziyan gihiştiye wan û pêkane bêne çaksazkirin. Me plan wiha daniye, di dema şeş mehan de, bi sayza Xwedê, bidawî bibe.

Rûdaw: Dahatên wê yên aborî çi ne û ji ku derê tên?

Ebdulhekîm Misrî: Dahatên hikûmetê tenê beşek ji dahatên deriyên sînorî yên ligel Tirkiyê ne, ew jî weke mûçe li ser Artêşa Niştimanî tê dabeşkirin, xerciyên encûmenên xwecihî, û hinek proje û hinek xerciyên din, ji bilî wan dahat nînin. Heta niha hikûmet bacê ji xelkê nasitîne ji ber ku dahata xelkê nîne da bacê bidin. Êdî dtake dahat ew e, risûmên gumrikî ne, li deriyên sînorî yên ligel Tirkiyê ne.

Rûdaw: Wate ti welat alîkariya we nakin?

Ebdulhekîm Misrî: Dewlet alîkariyan pêşkêş nakin, lê hin dewlet hene projeyan pêşkêş dikin, weke mînak, Sindoqa Nûavakirinê dibe projeya nexweşxaneyekê yan projeya alîkariya ard, projeya avrêjinê, projeya tora elektrîkê pêşkêş bike. Hejmareke proje pêkêş dike û ew cîbicî dike û keresteyên wê yên sereke dabîn dike, lê pereyên amadekirî, ti dewlet û ti aliyîji hikûmetê re pere pêkêş nekirine.

Rûdaw: Çend karmandên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê hene?

Ebdulhekîm Misrî: Hejmara karmendên li nav wezaretên hikûmetê kar dikin, derdota 220 fermanberî ne. Li encûmenên xwecihî, li perwerdeyê û li tendirustiyê jî fermanber hene, hejmara wan bi hezaran e, tevî Artêşa Niştimanî.

Rûdaw: Hejmareke diyarkirî nîne?

Ebdulhekîm Misrî: Hejmareke diyarkirî nîne, ji ber ku bi awayekî berdewam tê guhertin û ne cîgir e. Tevî Artêşa Niştimanî, dibe derdora 70 hezar heta 75 hezar kesî bin, ji mamosteyan û beşê tendirustiyê û Artêşa Niştimanî.

Rûdaw: Mûçeyên wan çawa ye?

Ebdulhekîm Misrî: Ji kertekê heta kerteke din, mûçe cuda ye. Li gorî her kertekê ye. Mamnavendiya mûçe bi derdora 2 hezar lîreyên Tirkî ye. Hin alî bi awayekî yekser, alîkariya mamosteyan dikin, ango hin rêxistin alîkariya mamosteyan dikin, mûçeyên hin xerciyên karkirinê didine wan. Encûmenên xwecihî jî, beşekî ji dahatên deriyên sînorî disitînin, ango mûçeyên xwe jê werdigirin. Derbarê projeyên tendirustî ango nexweşxane, dibe ku rêxistin xwe bidin ber alîkariya wan û mûçeyên bijîşk û sîsteran li xwe bigirin.

Rûdaw: Te behsa lîreya Tirkî kir, min jî dixwest vê yekê bipirsim, hûn ji ber ku mûçeyên karmendên xwe bi lîreyên Tirkî didin, rexne li we tên kirin, sedem çi ye ku hûn bi lîreyên Tirkiyê mûçeyên karmendên xwe didin?

Ebdulhekîm Misrî: Em lîreya Tirkî bikar tînin û lîreya Sûrî bikar naynin.

Rûdaw: Sedem çu ye hûn lîreya Tirkî bikar tînin û lîreya Sûrî bikar naynin?

Ebdulhekîm Misrî: Belê. Helbet lîreya Sûrî, eger em mijara pereyan gotûbêj bikin, kêşe ne tenê nirxê xerckirina wê û guhnerîna wî nirxî ye, lê belê abûriyek bi vê lîreyê heye. Helbet pereyên Sûrî kar û akarên xwe jidest dane, ku ew behaneyek e dan û standina darayî re, lê ew tenê behaneyek e danûstandinê ye, tenê li navçeyên rejîmê. Ew pere nema gencîneya xwedî biha ye, ji ber ku nema ti kes pereyên xwe bi lîreya Sûrî hiltîne, ji ber ku bihayê xwe jidest dide. Berhema xwecihî li cem rejîmê nîne, ania berhema wê ya xwecihî di baştirîn nirxandina de ne bêhtir ji 20 milyar dolarî ye, piştî ku 60 milyar dolar bû, di destpêka şoreşê de, sala 2011-2012yan. Ev 20 milyar jî encama berhemeke xwecihî ya xizmetguzariyê ya karên fermanberan e li dezgehên hikûmeta rejîmê. Ew jî kirêya jinên xwedkarên malan e, ango berhemeke rasteqîne li cem nîne, çandinî têk çûye, jêrxaneya wê û zeviyên çandiniyê bi giştî li derveyî kontrola rejîmê ne. Pîşesazî wêran bûye. Geştûguzarî nîne. Lê li Tirkiyê, rast e, bihayê lîreya Tirkî ji demekê ve daketiye, lê abûriyeke xurt heye, dewlet heye, dibe kar pê bê kirin., lê lîreya Sûrî kesek nepejirîne kar pê bike. Duyem piraiyniya fermanberên ku li navçeyê hene, mûçeyê wan bi lîreya Tirkî ye, êdî di serederiyên rojane de, kar bi lîreya Tirkî tê kirin, lê piraniya karên mezin bi dolar in. ev yek jî li gelek dewletan peyda dibe, ku bi pereyine din kar dikin, yan jî li kêleka pereyên xwecihî.

Rûdaw: Wate pereyên we di bankeyên Tirkiyê de ne?

Ebdulhekîm Misrî: Hemû serederiya me bi lîreya Tirkî ye. Xelk û bazirgan serederiyê bi lîreya Tirkî dikin, ji bilî karên mezin ku bi dolar dibin, êdî kesê bixwaze pereyên xwe hilîne, bi lîreya Tirkî yan bi dolar e yan jî dibe zêr bikire.

Rûdaw: Te behsa deriyên sînorî kir û te got ku dahata me ya sereke ji deriyên sînorî ye. Çend deriyên sînorî di bin hikûmeta we de ne?

Ebdulhekîm Misrî: Şeş deriyên sînorî hene. Deriyê Hemmamê li beramber Efrîn yan Cindirêsê, Deriyê El-Selame li beramber bajarê Ezaz, li aliyê Tirkiyê jî Killis e, Deriyê El-Ra’î li beramber bajarê El-Ra’î ye, Deriyê Cerablus, herwiha Deriyê Girê Spî û Deriyê Serê Kaniyê li Girê Spî û Serê Kaniyê, li rojhilatê Ferat.

Rûdaw: Şeş deriyê sînorî hene û ew hemû ji bo bazirganiyê vekirîne?

Ebdulhekîm Misrî: Helbet bi awayekî berdewam vekirî ne, ranewestiyane, yan jî ti carê nehatine girtin. Berdewam vekirî ne.

Rûdaw: Dahata wan şeş deriyên sînorî yên bi Tirkiyê re çiqas e?

Ebdulhekîm Misrî: Ji mehekê heta mehekê cuda ye. Dibe hin caran 40 milyon lîre be, hin caran jî dibe 50 milyon yan 30 milyon be, ji ber ku risûmên gumrikî gelekî kêm in, bi awayekî ku banorê li ser karîna xelkê neke. Ev dahata me ye û beşek jê weke mûçe li ser Artêşa Niştimanî tê dabeşkirin û beşek jê ji bo encûmenên xwecihî ye, beşek jî ji bo şehîdan e, beşek jî ji bo hikûmeta navendî ya demkî dimîne.

Rûdaw: Bûdçeya we ya salane çiqas e?

Ebdulhekîm Misrî: Dema em budceya giştî datînin… Budceya giştî li cem me nerm e, ji ber ku piştê bi wan bernameyan girê dide ku alîkariya wan tê kirin û bi awayekî nextî têne veguhestin, lewma em nikarin budceyeke yekbûyî deynin, ku hemû dahatan li xwe bigire, ji ber ku di dema her salê de, hin projeyên nû ji bo me tên, ku di nav budceya giştî de nehatibine danîn, êdî em neçar dibin wan dixine nav budceyê, helbet em wan dinirxînin û jimêryariyê jê re dikin, ku têçûya wê weke dahat çiqas e û piştre tê pesendkirin ji bo projeyan, lê bi praktîkî ew pere nekevin sindoqa hikûmetê, ji ber ku ew weke projeyên yekser têne cîbicîkirin, lewma jî aniha zehmet e em budceyeke giştî deynin ku pereyine diyar tê de hebin û em li ser birêve herin. Ew jî bi sedema rewşa ku navçe û hikûmet tê de dijîn.

Rûdaw: Ti bazirganiniyeke we ligel Rêveberiya Xweser an jî hikûmeta Sûriyê heye?

Ebdulhekîm Misrî: Dibe ligel Rêveberiya Xweser hinek derî vekirî hebin, bi rêya wan alûgoriya bazirganî tê kirin, lê di navbera bizirganan de bi awayekî yekser, bi bê destêwerdan ji hikûmetê.

Rûdaw: Kurd dixwazin bersiva vê pirsê bizanin, zeyta Efrînê li bazara cîhanî bi taybetî li welatên Ewropayê weke malê Tirkiyê tê firotin, tu li ser vê yekê çi dibêjî?

Ebdulhekîm Misrî: Tu dizznî danpêdan bi dezgehên şoreşê yên li navçeyên rizgarkirî, danpêdaneke siyasî ye û ne danpêdaneke yasayî ye, lewma danpêdan bi cihê çêkirina berheman nayê kirin, helbet wê hinardekirina wê bi awayekî be ji bo Tirkiyê û Tirkiye bawernameya cihê çêkirina wan berheman naxwaze, ku ji navçeyên rizgarkirî bêne veguhestin bo Tirkiyê û piştre dibe ew berhem bêne hinardekirin êdî neçar dibin li ser deynin ku ew berhem Tirkî ne. Ne tenê zeyt, lê belê hemû keresteyên ku ji Sûriyê têne hinardekirin, ji ber ku dewlet dan bi belgeyên dezgehên şoreşê nakin.

Rûdaw: Gelo ev ne neheqiyek e ku ji bo wan deverên li Rojavayê Kurdistanê derdikevin yan jî çi li Cerablus û Ezazê tên berhem anîn ku ew berhem bi navê Tirkiyê bêne firotin?

Ebdulhekîm Misrî: Eger dewlet dan bi belgeyên Hikûmeta Demkî bînin, yan jî belgeyên çi dezgeh yan aliyekî li navçeyên rizgarkirî, kar dê bi vî awayî bihata kirin, lê ji neçarî û ji bo ew berhem bêne hinardekirin, herwiha em vê yekê dibînin ku hêsankarî ye ji bo hinardekirina berheman, ji ber ku gazin ji firotina berheman tê kirin, êdî pêwîst e gêyek bê dîtin ji bo firotina berheman.

Rûdaw: Gelek kargehên mezin û kompaniyên Sûrî li bajarê Dîlok û li deverên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kar dikin, hûn qet alîkariya wan dikin?

Ebdulhekîm Misrî: Kompanyayên Sûrî yên li Tirkiyê ne, ew li Tirkiyê xwedî molet in, û ji ber ku molet ji Tirkiyê wergirtine, helbet hinardekirina wan berheman wê bi navê Tirikiyê be, ji ber ku berhem li ser zeviyên Tirkiyê ne, ev jî tiştekî asayî ye,çi li Tirkiyê be yan li welatekî din be. Bazirganan jî ti alîkarî ji me nexwestiye da ku em alîkariya wan bikin, ji ber ku helbet karûbarên wan birêve diçin, lê eger çi alîkarî yan tiştek ji wan re pêwsît be, dibe ku Hikûmeta Demkî alîkariyê ji wan re pêşkêş bike. Lê ez guman dikim ne gelekî pêwîstiya wan ib alîkariyê heye, ji ber ku kesê moletê werbigire karûbarên wî birêve diçin.

Rûdaw: Projeyên we yên mezin li deverên Hikûmeta Demkî ya Sûrî hene?

Ebdulhekîm Misrî:  Li navçeya me, heft navçeyên pîşesaziyê hene, hejmarek ji projeyên mezin jî hene, projeya çîmento heye, projeya isfiltê heye, projeya tûrikên dexlûdanan heye, kargehên biçûk hene, kargehên pêlavan, kargehên dagirtina avê, kargehên bizmarên hesinî, gelek kargehên pêlavan hene, kargehên firneyên malan û firneyên xazê hene, gelek pîşesazî hene, lê piraniya wan biçûk in, lê tenê hinek projeyên mezin hene. Herwiha kargeheke dermanan heye û aniha kargeheke dermanan tê damezrandin, kargeheke dermanên vîterneriyê, herwiha kargeheke dermanên mirovan, ez guman dikim, li bajarê  El-Bab, tê damezrandin.

Rûdaw: Hûn neçar in ku berhemên xwe bi rêya Tirkiyê bifiroş in ji ber ku bi tenê bi Tirkiyê re deriyên sînorî we hene, gelo ev yek nabe sedem ku berhemên bi erzanî were firotin?

Ebdulhekîm Misrî: Bazirganê Sûrî girêbestê ligel aliyekî diyarkirî îmze dike, êdî hinardekirin, bi awayê tranzît yekser tê kirin, bo derveyî Tirkiyê. Eger ew nexwaze li Tirkiyê bifiroşe, dikare li derveyî Tirkiyê bifiroşe, weke mînak, pêlav diçine gelek welatan, pêlav têne hinardekirin ji bo bêhtirî 20 dewletan, bi awayê tranzît, ji Sûriyê bi rêya Tirkiyê bo dewleta ku hawirde dike. Amêrên kolana bîran ji çêkirina bajarê El-Bab, hatine hinardekirin bo Dewleta Mexrib a Erebî, herwiha dewletên Kenbdavê û dewletên Ewropî, weke Fransa, gelek keresteyên Sûrî bi awayekî yekser têne şandin û li Tirkiyê nayên firotin, lê bi awayekî yekser têne firotin bo kesê ku wan berheman hawirde dike. Bi awayekî mezin, pêlav diçine navçeyên din, weke Misrê, Hewlêrê, gelek kereste têne hinardekirin bo Hewlêrê.

Rûdaw: Gelek spas tu ji bajarê Dîlokê bi me re bû.

Ebdulhekîm Misrî: Spas bo we, spas bo we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst