Ayhan Bilgen: Em hewl didin bibe partiyeke Ewropayî

01-01-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Enqerê Şevket Herkî, hevpeyvînek bi Ayhan Bilgen re kiriye û bersiva pirsên Rûdawê dide
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Enqerê Şevket Herkî, hevpeyvînek bi Ayhan Bilgen re kiriye û bersiva pirsên Rûdawê dide
A+ A-

Weke tê zanîn Ayhan Bîlgen demekê di nava HDPê de karên xwe yên siyasî meşand û bû serokê Şaredariya Qersê, lê li cihê wî qeyûm hate danan û ew hat girtin. Ayhan Bîlgen niha jî hewla damezrandina partiyeke siyasî dide.

Ayhan Bilge diyar kir ku di nava wan de ji hemû fikr û îdeolojiyan hevalên wan hene û got: “Bi taybetî di mijara pirsa Kurdan de, ji ber dipirsin ka em partiyeke Kurdî ne yan em partiyeke Tirkiyê ne ez dibêjim nexêr em herdu jî nîne em hewl didin ku bibe partiyeke Ewropayî.”

Di vê hevpeyvînê de Ayhan Bilgen bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Enqerê Şevket Herkî yên têkildarî hewlên damezrandina partiyeke nû, rewşa siyasî ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê da.

Şevket Herkî: Belê di destpêkê de hun bi xêr hatin.  Piştî ku hûn ji HDPê cuda bûn, we dest bi xebateke siyasî kir. Dixwazim weke pirsa yekem bipirsim ka em di nav gotûbêja xwe de çi navekî li karên we bikin? Hûn xwe weke tevgereke siyasî, weke insiyatîfek dibînin, yan jî karên we ji bo damezrandina partiyeke siyasî ne? Hûn bi xwe xwe çawa bi nav dikin?

Ayhan Bilgen: Bê guman li Tirkiyê êdî pêwîstî bi fikreke nû ya siyasî, insiyatîfeke nû ya siyasî û tevgereke nû ya siyasî heye. Em nîqaşê li ser vê yekê nakin û em dibêjin pêwîst e ku em vê yeke bikin. Xebatên me li ser vê mijarê berdewam in. Lê em bawer dikin ku mijara damezrandina partiyên siyasî hinek ji taybetiyên xwe yên cuda hene. Em dibijên nabe ku partiyên siyasî li pêşiya tevgerên siyasî bin. Wate tevgerên siyasî pêwîst e nebine qurbaniyên partiyên siyasî. Li Tirkiyê derdora 130 partiyên siyasî hene, lê em dibêjin siyaset tenê bi destê partiyan nayêkirin. Lê dibe ku eleqeyeka xelkê, rewşa siyasî û pêwîstî bibine sedem ku tevgera me ya siyasî heman demê bibe partiyeke siyasî em vê rêyê li pêşiya xwe nagirin.  

Piraniya xelkê di wê baweriyê de ku ku gelek partî hene û ew nikarin ji bo daxwazên xelkê bibin bersiv. Heta beşek ji wan tenê weke nav hene û nikarin karekî baş jî encam bidin. Ji bo karên we jî dipirsim; gelo rêya çareserkirina kêşeyan tenê partiyên siyasî ne, alternatîvek tine ku li şûna wê?

Di destpêkê de weke karê sereke pêwîst e ku baweriya xelkê bê bidestxistin. Destpêkê pêwîst e ku xelk baweriya xwe bi siyasetmedaran bîne. Pêwîst e ku civak bizane siyasetmedar karekî dike û ew kare ji bo berjewendiya civakê ye û siyasetmedar karê xwe bi fedakarî û bi bawerî dike. Heta niha jî siyasetmedaran nekarîne baweriya xwe xelkê bi dest bixin. Lazim e em vê pirsê bikin; gelo em çawa dikarin baweriyê li cem xelkê durist bikin? Li ser pirsa we jî ez dikarim behsa du xalên sereke bikim; yek heta ji destê me bê em xwe ji duristkirina dubendiya di navbera civakê de dûr dixin. Nabe ku di nava civakê de dubendî were kûrkirin. Dubandî  xelkê ji hev dûr dike û civak bi vê yekê dirize û pûç dibe.  Zimanê ku civakê li hev dûr dixe û tefrîqayê dixe nava civakê dibe sedem ku kêşeyên civakê zêdetir bibin, civak ji nirxên xwe dûr bike û hêdî hêdî birize. Qaliteya civakê dadikeve û dema wesa bû jî êca siyaseta sloganan derdikeve pêş. Hemaset û slogan dema bikevin nava siyasetê wê demê kesên şareza û kesên ku dikarin siyaseteke baş bikin xwe bi temamî ji siyasetê dûr dixin.

Pêwîst e em formûlekê peyda bikin ku siyaset nebe cihê slogan û hemasetê. Rêya wê jî ew e ku em bikarin di destpêkê de armancên xwe bi duristî bizanin û ji xelke re jî bi duristî bêjin. Lazim e ku hem xelk û civak hem hevrikên we yên siyasî hemî alî hest bi wê yekê bikin ku we xemek heye hun xemxwari karên baş in. Pêwîst e hun ji bo kesên ji bawer dikin û yên ji we bawer nekin jî re jî behsa xwe bi duristî bikin û paşî hun vê helwesta xwe bikin bingeha sereke ya civakê. Bi vê yekê jî pêwîst e hun bi hêz û piştigiriya civakê bibin hêzeke rêkxistinkirî ya siyasî. Eger niha rewşeke wisa çê bibe û civak û siyaseteke wesa bê avakirin û ew yek jî bandoreke erênî li ser desthilat û oposizyonê bike û ew jî biguherin wê demê çi pêwîstî bi partiyeke nû ya siyasî namîne. Wê demê em dê bigehin armanca xwe û partiyên siyasî yên Tirkiyê dê bikarin xwe nû bikin û zimanê xwe û helwesta xwe biguherin. Lê na eger em nekarin keşûhewayekî wisa ava bikin wê demê xelk dikare ji me re bêje “belê partiyên din ên siyasî we û helwesta we girîng nabînin, lê di nava civakê de hun hene û pêwîstî bi we heye” wê demê bê şert û merc dê partiyeke siyasî bê avakirin.  

Di van demên dawî de we hinek hevdîtinên girîng jî encam dan. Bi taybetî hevdîtina we ya bi Birêz Bulent Arinc re gellek karvedan hebûn. Hevdîtinên we berdewam in? Di hevdîtinên xwe de hun behsa çi dikin? Hun ji wan re dibêjin werin em partiyekê nû ava bikin an hun tenê li ser mijara bi giştî gotûbêjan dikin?  

Beşek kesên ku me hevdîtin kirine hê jî di nava partiyên din de karên xwe yê siyasî dimeşînin û ew endamê partiyên din in. Beşek ji wan ew in yên ku berê di nav siyasetê de bûn û xwedî ezmûn in, peywendiya me bi hinek rêkxirawan re jî heye, di heman demê de em bi wan aliyan re dicivin yên ku weke me hatine cem hev û dixwaze ava kirina siyasteke nû dikin û dixwazin tiştekî nû ava bikin. Bi her aliyekî re sedem û naveroka hevdîtinên me ji hev cuda ne. Bi kesên ku niha karê siyasî dikin re zêdetir em behsa rewşa niha xirap dikin. Em bi wan re li ser wê yekê diaxivin ka em di rewşeke weha de çi bikin? Em çawa dikarin rewşa heyî biguherin. Bi kesên xwedî ezmûn re jî hevdîtinên me zêdetir weke şêwirekê ye. Em hewl didin ku sûdê ji ezmûna wan kesan bigirin. Ji ber ku wan berê jî rewşa wiha dîtine ew dizanin ka rêyên çareseriyê çi ne. Bo nimune em ji wan dipirsin ka di demên weha de baş e ku aliyên siyasî nêzîkî hev bibin yan yên ku daxwazên cuda hene cuda bibin û tiştekî nû ava bikin em vê pirsi ji wan dikin. Ligel aliyên ku dixwazin partiyeke nû ava bikin jî em gotûbêja dikin ka gelo îmkan heye em bi hev re kar bikin, em dikarin li ser çi esasekê bi hev re kar bikin,  em bi aliyên cuda cuda re di peywendiyê de ne, gelek ji wan xwedî fikr û nêrînên ji hev cuda ne, lê em dibêjin gelo derfet heye ku em hemû li ser bingeheke hevbeş bikarin werin cem hev û karekî bikin.

Dixwazim pirsekê di derbarê bingehên esasî yên siyaseta we de jî bikim. Rast e em we kêm zêde nas dikin, lê partiyeke siyasî pêwîstî bi bernameyeke ku esasên karên siyasî aşkere dike heye? Bingehên siyaseta we çi ne? We bernameya xwe amade kiriye? Eger bernameya we amade be xalên sereke çi ne?

Bê guman pêwîst e ku tevgereke  siyasî bernameyek hebe. Ji bo inisyatîfekî yan platformekî jî pêwîst e bernameyeke hebe ku ji raya giştî re aşkere bike, ka ew bangewaziya çi dike, çareseriya kêşeyan çawa dibîne, plan û bername çi ye, dikare çi bike? Pêwîst e hemû werin aşkerekirin û ji raya giştî re bên gotin. Em jî xebata xwe li ser vê dikin, lê ez bi xwe naxwazim nîqaşê li ser wê yekê bikim ka em çepgirin yan mihafazakar in yan lîberal in. Ez dixwazim em nîqaşa xwe li ser hinek formên cudatir bimeşînin. Ji ber ku ew qalibên heye êdî derfeta wê çendê nadin me ku em bikarin bi başî kêşeyan fêm bikin heta em ji hev fêm bikin. Berevajî vê yekê şablon û qalibên heta niha mijaran çarçoveya karên siyasî teng dikin. Ji ber wê em şablonên heyî qebûl nakin. Di nava me ji hemû fikr û îdeolojiyan hevalên me hene. Em hewil didin ku em bi hev re gotineke hevbeş û zemînê karekî hevbeş peyda bikin. Bi taybetî di mijara pirsa Kurdan de, ji ber dipirsin ka em partiyeke kurdî ne yan em partiyeke Tirkiyê ne ez dibêjim nexêr em herdu jî nîne em hewl didin ku bibe partiyeke Ewropayî. Di encamê de nirxên mirovahiyê gehiştine astekê. Li gorî taybetmendiyên civaka xwe pêwîst e pêngaveke ji vê astê jî pêştir bin. Bernameya me ji asta heyî pêşkevtîtir be. Nabe ku bernameya me ji asta nirxên heta niha hatiye avakirin kêmtir be. Bêguman kêmasiyên wan (Ewropa) jî hene, hinek nirxên wan ne li gorî civaka me ne, em dikarin nîqaşekê li ser vê yekê bikin, lê ez dibêjim eger bernameya me dê ji destura Yekîtiya Ewropayê kêmtir be bila em qet çi bernameya amade nekin baştir e.   

We kêm zêde behsa pirsa Kurdan jî kir ez dixwazim dubare bipirsim; di derbarê Kurdan de heta niha gellek tişt hatine gotin û beşek ji wan jî hatine kirin, hun zêdetirî tiştên heta niha hatine gotin û kirin çi dibêjin? We di derbarê Kurdan de çi gotin û bernameyek heye ku heta niha me nebihîstî be weke tiştê nû hun çi dibêjin?

Di serî de mijara çêkirina destûreke demokratîk û pêşêxistina azadiyan û demokrasiyê û mijara çekan yan ji berdana çekan her çende bandorê li hev dikin jî lê nabe ku em her du mijaran tevlîhev bikin. Eger mijara demokrasi û azadiyan ku mixatabê wê rasterast xelk e bi mijara çekan ve bê girêdan wate eger demokrasî û azadî weke şertê berdana çekan bê ditîn kêşe çareser nabe. Wate hun nikarin ji xelkê re bêjin bila çek bên danan em ê paşî mafê perwerda zimanê dayîkê bidin we. Ev yek nabe mijara çekan û şer nabe bi demokrasî û azadiyan we bê girêdan. Berdana çekan karekî cuda ye hun dikarin bi vê yekê pêşiya siyaseteke demokratîk vekin, yan hun dikarin bi vê mijarê de behsa efuyeke giştî bikin. Em ez behsa ewlehiyê dikim jî ez behsa tedbîrên dewletê nakim em behsa ewlehiya jiyana insana dikim.

Nêrîna ku li ser navê ewlehiyê azadiyan binpê dike nabe çareserî. Pêwîste ku tedbîrên ewlehiyê li pêşiya maf û azadiyan nebe berbest. Eger maf û azadiya xelkî bê tesîs kirin,  zemîn bo pêşêxistina azadiyan hebe, proseyeke cidî ya demokrasiyê bê ava kirin û aştiyeke mayin de hebe lazim e ku hewleke zêdetir bidin ku em vê rewşê pêş bixin wate karê li pêşiya me pêwîste ji bo zêdekirina van nirxan be. Aliyê duyem yê mijarê jî aliyê wê yê navnetewî ye. Pirsa kurdî tenê pirseke navxweyî ya Tirkiyê nîne. Rast e ku aliyekî wê navxweyî jî heye, lê mijar bandorê li ser peywendiyên bi welatên cîran re , bi Ewropa û Amerikayê re dike. Vê mijarê aktorên weke Rusya û Îranê jî hene. Niha nexşeya 4 parçeyî ku weke rewşeke negatîf tê qebul kirin eger em bikarin peywendiyeke nû ava bikin dibe ku 4 parçe bûn bibe avantajek jî. Wate ew rewşa ku sala 1920 di encama Skykes Picot de derketiye û kurd bûne mehkumê wê rewşê dikare êdî ji bo Kurdan li rojhilatan navîn bibe avantajek. Ev rewş û posizyona kurdan dikare ji bo aştiya her çar welatan, ji bo peywendiyên her çar welatan, ji bo pêşkevtina her çar welatan û durist kirina peywendiyên baş di navbera her çar welatan de bibe avantajek jî. Weke nimuneta yeketiya  Ewropayê dikarin hatûçû di navbera sînoran de bi temamî were azadkirin, dibe ku pareyekî hevbeş, hiququkî hevbeş hebe, dibe ku hevkariyeke hevbeş li ser mijarên çandê bêne zêdekirin. Kurd dikarin di van hemû mijaran de bibe pirek, ev jî dikare bandoreke pozîtif li her çar welatan jî bike. Lê niha rewş berevajî vê yekê ye. Pirsa li welatekî welatekî dikin dixe astengiyê. Pirsa li welatekî dibe sedema midaxeleye welatekî din. Eger em bikarin formelekî wisa peyda bikin ku ev bandora negatîf ji holê bê rakirin, dibe ku geşedanên pozîtif weke zincîrekê bandorê li hev bikin, lê bila hevdu jehrî nekin û bila li ser hevdu roleke negatîf nebin, pêwîste em formîla vê yekê peyda bikin.    

Dema me jî kêm maye lê weke pirsa dawî dixwazim li ser navê partiyê pirsekê bikim, raya giştî jî meraq dike gelo we navê partiya xwe diyar kiriye?

Heta niha hinek pêşniyazên cuda cuda hene lê destpêkê pêwîste em biryarê li ser navê tevgera xwe bidin û navekî li tevgera xwe bikin, dibe ku piştî nîqaşên navxweyî em navê xwe ji raya giştî re aşkere bikin, di encamê de em karekî siyasî dikin û em hewlekê ji bo civakê didin, ya rastî ez dibêjim eger navê wê jî civak danê dê gellek baştir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst