Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana.
Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de gotûbêjeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybet, a hunerî û siyasî vedibêje.
Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.
Di xelekên berî de Gulîstan Perwer behsa jiyana xwe ya li Brîtanyayê û herwiha karê xwe yê televizyona Roj Tv kiribû. Perwer paşî li ser vexwendineke fermî hate Herêma Kurdistanê û li vir çend konsert pêşkeş kirin.
Piştî vegeriya Ewropayê, li Belçîkayê berpirsên Roj Tv jê re dibêjin, ku wan bername û karê wê daye sekinandin. Hunermenda navdar paşî biryar dide li Başûrê Kurdistanê bicîh bibe û vedigere welat. Di vê heyamê de di Rûdawê de demekê dest bi bernamegeriyê kir.
Perwer di vê beşê de jî behsa xebatên xwe yên îroyîn û biryara xwe ya karê hunerî eşkere dike.
Di van salên dawîn de te li Kurdistanê ti konsert nedane. Herwiha ti xebateke hunerî an jî stranek jî berhem neaniye. Gelo te karê xwe yê hunerî daye sekinandin?
Eger tişteke pir cuda nebe, ez êdî naxwazim di xebatên hunerî de stranan bêjim. Projeyek heye jib o ez stranên xwe yên kevin tev de ji nû ve tomar bikim. Ji ber ku ew stran bi tomarên nû werin berhemanîn dê gelek xweştir bin. Gelek hunermend jî wiha dikin. Tomara 10 sal berî û ya niha nabe yek.
Bi taybetî stranên berî di şert û mercên zehmet û bi teknîkeke kêm kualite de hatine tomar kirin…
Belê, weke ku, tu di malekê de rûnî û li ber teybê tomar bikî. Lê niha ez dixwazim bi navê “Best of Gulistan” stranên xwe yên hilbijarde ji nûve tomar bikim. Em dizanin ka kîjan stranên me ketibûne ser zimanê millet û herî zêde kîjan dihatine hezkirin.
Proje çawa ye? Tu dixwazî her stranekî hunermendek bêje yan hemûyan tu ji nû ve vebêjî û tomar bikî?
Beriya here ser dilovaniya Xwedê me kareke wiha ji bo Aram Tigran çêkir. Min bixwe jî di wê albûmê de straneke wî xwend. Qet dengê Tîgran tê de tinebû. Lê dive kompanyayek hebe ku bi vî karî rabe û bêje dê ev hunermend stranên Gulîstanê bêjin û emê bikin albûmek. Divê ew bixwe vê yekê çêbikin. Di ya Aramê Tîgran de gelek hunermendan stran gotin. Tiştekî gelek xweş e, ku hunermendek di jiyanê de be û stranên wî/wê ji aliyê hunermendên din ve werin gotin.
Gelek stranên we ji aliyê hunermendan ve hatine gotin…
Belê, li Bakûrê Kurdistanê gelek televîzyonên lokal hene, em dibînin stranên Kurdî dibêjin. Jinên stranbêj jî klîban çêdikin, riya wan ji me dest pê dike. Stranên me yên berî heta niha jî tên hezkirin û ji nirxê xwe tiştek wenda nekirine. Gelek stranên min ên nû hene, lê min hê jî keseke wiha peyda nekiriye, ku ez bêjim ev bi dilê min e û dikare stranên min tomar bike. Şêx Zahid Birîfkanî hebû lê wî jî koça dawî kir. Me berî bi hev re kar kiribû. Vê gave li Bakûrê Kurdistanê weke Tirkiyê dikin. Ev kar bûye bazirganî. Li Başûr pir arabesk e. Heta vê gavê yeke wesa nedîtiye, ku bêhna Kurdîtî û nûjeniyê jê bê da ku ez li gel kar bikim.
Dibe bi riya vê hevpeyvînê kompanyayek derbikeve ji bo karê te yê nû…
Ji bo kaset û stranên xwe yên kevin min soz wergirtiye. Lê we kesê ku ez li gel kar bikim niha ne amade ye.
Di vê navberê de tu bûyî xesû, Serxwebûn zewicî. Te dixwest bûka te Kurd be lê nebû. Bûka te xelka kuderê ye?
Buka min û Serxwebûn beriya 10 salan li Almanyayê hev nas dikin. Bavê wê Alman û dayika wê Macar e anku Hungarî ye. Çanda hungariyan hinek nêzîkî ya Kurdan e. Evîndarê hev bûn, paşî bûka me hat 3 salan li vir mamostetiya waneyên almanî kir. Hat Kurdistan dît, çanda me û dabûnerîtên me dît û qebûl kir. Paşî biryar dan ku bizewicin. Pêrar me li Almanya di nava xwe de daweteke biçûk pêk anî û zewicîn.
Çima dawet ne li Kurdistanê bû?
Ji ber ku wê demê li Kurdistanê şerê DAIŞê hebû, şerekî giran bû, gelek şehîd dihatin malan. Me rast nedît ku di nava vê xemgîniya gelê xwe de şahiyê bikin. Zarokan biryar dan daweteke biçûk çêbikin û hevalên xwe yên nêzîk vexwînin. Xwezî ev karesat li Kurdistanê neba û me li vir dawetek bikira.
Ji bo paşerojê ti projeyeke te heye?
Bê hêvî û bê proje nabe. Ez li Kurdistanê fêrî tiştekî bûm. Em li Ewropayê pir çalak bûn, lê li vir ez jî weke hemû kesan hinek mame hêviya jiyanê. Derfet û şert û merc çi derbixe pêşiya me ezê wê bikim. Mirovên weke me bi xizmeta gel geş dibin. Hê jî ev evîn û hezkirin di dilê min de sar nebûye. Herdem dixwazim xizmeta gelê xwe de bim. Ev ne bi gotin, ji dil e. emê binerin ka dê jiyan çi bîne pêşiya me.
Egera vegera te ya Ewropayê heye?
Na, min jiyana xwe ya Ewropayê bidawî kir. Ji xwe min mala xwe ya Ewropayê firot. Ez niha li vi rim. Ev gel here mirinê jî ezê li gel wan bimrim, ew sax bin ezê jî sax bim, ew birçî bin ezê jî birçî bim, di her şert û mercan de ezê li vir bim. Diyare ku min ji bo vî gelî kar û xizmetek kiriye ku wan jî ez qebûl kirime. Heta mirinê jî ezê bi wan re bimeşim.
Hemû hunermend hez ji hemû stranên xwe dikin. Te herî zêde hez ji kîjan stranên xwe kir?
Çend stran hene, ku min gelek jê hez kirine, li dengê min hatine û min ji dil gotiye. Strana “Kurdistan ey Kurdistan” ku min di kaseta yekemîn de got. Me ev stran di demekê de got, ku nave Kurdistanê qedexe bû. Strana “Delalî” gelek jê hez dikim.
Qumrîkê yek ji wan stranan e, ku gelek hate hez kirin. Beriya te Meryemxanê gotibû…
Min di şevekê de li Stokholmê ev stran got. Beriya stranê min axaftineke dûr û dirêj li ser Meryemxanê kir û gelek hate hezkirin. Paşî min di kasetê de xwend û ew jî mayînde bû. Bi vê stranê Meryemxan zêdetir hate naskirin.
Derbarê jiyana te de ti pirtûk hatine nivîsandin?
Di înternetê de li ser jiyana min biyografî heye. Lê tişta ku min û te bi riya vê hevpeyvînê kir jî weke biyografî ye. Bê guman ji bo vegotina bîranînên 40 salan bernameyeke wiha jî teng dimîne. Ev destpêkek e, bingehek e û mirov dikare ji vê sûd werbigre. Ew kesên vê bernameyê guhdar dikin, tu jî dizanî ez behsa kî dikim, kesekî peyda bikin da ku vê bikin pirtûk. Ez daxwaza min e.
Ez dixwazim pirsekî din jî bikim. Kurdistan di şert û mercên giran re derbas dibe. Gelek caran karesatên wiha bi sere gelê Kurd de hatine. Nerîna te çawa ye, tu di vê demê de qet bê hêvî bûyî?
Di nav du salên dawî de min du caran di aliyê derûnî de gelek êş kişand. Yek dema êrîşa ser Cizîr, Şirnex, Sûrê û Nisêbînê çêbû ez mehekê nexweş ketim û ûlser bi min re çêbû. Ez hertim li ber televîzyonê û li ser înternetê bûm û min dişopand ka çi çêbû. Vê yekê gelek ez êşandim. Karesatên wiha gelek caran tên sere gelê me, her 10-15 salan carekî dikevin sifirê û paşî xwe kom dikin, zarokên me dibin berxê ber kêran. Xelk bernameya xwe ya 100 salî datînin lê ji bo Kurdan ev wiha nabe. Em nizanin ka dê saleke din çawa be.
Ya din jî meseleya Kerkûkê bû. Dema min ev karesat bihîst û ji xwe re got, “Xwezî ez bimirama lê min ev îxanet nebihîstiba.” Me ew qas berdêl dan, xwîn rijand, Enfal û komkujî dît û bi saya wan destkeft bidest xistin lê tev de di şevekê de bi vî awayî hatine ji nav birin. Bi temamî wenda nebû lê Kerkûkê ziyaneke mezin li doza Kurdan da. Carna dibêjim, xwezî welatê me ev hinde ne dewlemend baya lê em weke gel xwedî jiyaneke rêk û pêk bana. Tenê em dewlet bana û me bikariya ji bo paşeroja zarokên xwe tiştek bihişta. Ez ne pir bê hêvî me lê ditirsim ku em tiştên mezintir ji dest bidin. Ji xwe em ji çar aliyan ve hatine dagirkirin, dora me çembera agir e. Armanca dijminê me ew e, ku me berde hev. Di dîrokê de gelek caran wiha bûye. Di derekê de dive mirov vê jê bike û bavêje. Gotina “Kurmê darê” bo me ji bavûkalan maye. Dijminatiya navxwe xirab e.
Pirsgirêkên hemû welatan hene. Yên Ewropiyan jî hene, ji hev hez nakin lê welatê xwe xera nakin. Dema êrîşek tê ser welatên wan dibin yekdest. Lê me dît, ku Kurdan Kerkûk teslîm kirin. Ma mirov dikare bêje ew Kurd in? Ez ji vê ditirsim. Kes bindestî û koletiyê qebûl nake, me nekir dê zarokên me sere xwe rakin û vê yekê qebûl nekin. Lê îxanet tiştekî xirab e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse