Hunermed Selah Emo bi pileya herî baş Zanîngeha Mûzîkê ya Viennayê qedand

28-06-2023
RÛDAW
Hunermed Selah Emo bi pileya herî baş Zanîngeha Mûzîkê ya Viennayê qedand
Hunermed Selah Emo bi pileya herî baş Zanîngeha Mûzîkê ya Viennayê qedand
Nîşan Selah Emo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û mûzîkjenê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Selah Emo bi pileya herî baş master li Zanîngeha Mûzîkê ya Viennayê li ser “Muzîka Kurdî li Sûriyê” bi dest xist.

Li Zanîngeha Mûzîkê ya Viennayê beşa muzîka gelan nû hatiye vekirin û Selah Emo yekem kes e ku di zanista mûzîka gelan de masterê çêdike.

Hunermend û mûzîkjen Selah Emo yê ku beşdarî bultena Rûdawê bû got, “Min bi taybetî bal kişandiye ser wê yekê li Rojavayê Kurdistanê çi heye li cem me û cudahiya di navbera muzîka Kurdî û Erebî de heye.”

Selah Emo her wiha anî ziman, “Niha li Herêma Kurdistanê zanîngeh hene lê li Rojavayê Kurdistanê ew derfet tunebûn. Lewma muzîkê ji bo wan parastina Kurdayetiya wan e.”

Teza wî li ser “Muzîka Kurdî li Sûriyê” ye û tê de behsa muzîka Kurdî ya di sedsala 20an de dike û li ser nasname û taybetmendiya hunerî, şêwazên herî girîng ên muzîka gelêrî û guhertinên ku di wê demê de tê re derbas bûne, radiweste.

Selah Emo Peymangeha Bilind ya Mûzîkê li Şamê temam kiriye û li Zanîngeha Humsê mamostayê kolêja perwerdeya mûzîkê bû.

Hunermend û mûzîkjen Selah Emo her wiha sala 2007an komeke mûzîkê ya bi navê Cisûr ava kiribû û beşdarî gelek festîvalan û çalakiyan bibû.

Di sala 2009an de koma Selah Emo ya mûzîkê li Ermenistanê xelata herî baş a muzîkê bi dest xist.

Hunermend û mûzîkjenê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Selah Emo 10 sal in li Viennayê Awusturyayê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst