Berhemên menzûm ên Kamiran Alî Bedirxan bi navê Kulîlkên Ezêb çap bûn

28-01-2025
RÛDAW
Nîşan Weşanên Avestayê Kulîlkên Ezêb Kamiran Alî Bedirxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê hemû berhemên menzûm ên Kamiran Alî Bedirxan di kitêbekê de kom kirin û bi navê “Kulîlkên Ezêb” çap kirin.

Weşanên Avestayê diyar kir ku di destpêka berhemê de wergera bîranînên Bedirxan heye ku di sala 1953yan de ji Thomas Bois re behsa wan bîranînan kiribû.

Berhemên wekî “Dilên Kurên Min”, “Kulîlkên Ezêb” û “Çarînên Xeyam” berê wekî kitêb çap bûbûn.

Berhemên wekî “Strana Kurdî”, “Stranwarî”, “Dûrik” û “Qewl û ayîn” helbestên menzûm ên gelêrî ne ku di kovarên “Hawar”, “Ronahî”, “Roja Nû” û “Stêr” hatine çapkirin.

Her wiha berhemên wekî “Roja Nû” jî berî niha wekî 3 cildan hatibûn çapkirin.

“Destnivîs” jî deftereke piçûk e ku ji 52 rûpelan pêk tê.

Ew destnivîs ji destnivîsên Kamiran Alî Bedirxan e û ji nivîsan xuya dibe ku di salên navbera 1931-34an de hatiye nivîsandin.

Li pirtûkxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ye û ev destnivîs û cara yekem tê weşandin.

Weşanên Avestayê diyar kir ku berhem dê bi cildeke taybet jî were çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst