Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Weqfa Mezopotamyayê sê pirtûkên nû yên berhevkarîyê çap kirin. Her sê pirtûk jî wekî encama perwerdeya folklorê ya weqfê hatine amadekirin.
Weqfa Mezopotamyayê, di sala 2017an de xebata perwerdeya folklorê da destpêkirin û di encama wê perwerdeyê de gelek berhevkar gihandin. Rênas Xendekî, Wîldan Sevîm û Cemîl Çelîk jî ji wan berhevkaran bûn. Dosyayên ku wan di encama perwerdeyê de amade kirin, ji alîyê weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve wekî pirtûk hatin çapkirin.
Pirtûka berhevkariyê ya Rênas Xendekî ya bi navê “Çîrokên Rovîyan” tenê ji çîrokên roviyan pêk tê. Wekî ku di pêşgotina pirtûkê da jî hatîye gotin, “Ji bilî 8 çîrokan –ku ev her heşt jî li Mêrdînê hatine berhevkirin- tevahîya çîrokan li herêma Botanê hatine berhevkirin. Dîsa li herêma Botanê jî bêhtir li Cizîra Botanê hatine berhevkirin.”
Di berhema Xendekî da bi tevahî 37 çîrok hene. Berhevkar di beşa herî dawîyê ya pirtûkê da, bi kurtasî be jî behsa jiyana zarbêjên çîrokan dike. Li gor pêşgotina berhevkarî, zarbêjên çîrokan piranî kesên temenê wan zêde ne û du çîrokên di pirtûkê de ji alîyên zarbêjan ve bi awayê stranê hatine gotin. Ev pirtûk ji 94 rûpelan pêk tê.
Pirtûka din ya Cemîl Çelîk ye ku bi navê “Senem Xanim”ê hatiye çapkirin. Ev berhema Çelîk ji çîrokên dîwanan pêk tê. Wekî ku berhevkar di pêşgotina pirtûkê da dibêje, “Ev cure çîrok ji ber ku di dîwanên axa, paşa û gundan da hatine gotin wekî çîrokên dîwanan hatine binavkirin.”
Çîrokên di vê pirtûkê de, ji herêma Serhedê hatine berhevkirin. Di pirtûkê de bi tevahî 8 çîrok hene û ev çîrok hem bi awayê helbestkî hem bi awayê pexşankî tên gotin. Di vê pirtûkê de jî, berhevkar di beşa herî dawîyê de bi kurtasî be jî behsa jiyana zarbêjên çîrokan dike. Pirtûka Çelîkî 123 rûpel e.
Berhema din jî pirtûka Wîldan Sevîm ya bi navê “Rostemê Zal û Selmanê Sindî”yê ye. Pirtûka berhevkarîyê ya Wîldan Sevîmê ya bi navê “Rostemê Zal û Selmanê Sindî”yî bi tevahî ji 33 çîrok, xebroşk û fablan pêk tê. Rostemê Zal û Selmanê Sindî jî destan e ku navê xwe daye vê pirtûkê. Çîrokên di pirtûkê de bi taybetî ne li ser temayekê ye û mijarên wan çîrokan diguherin. Li gor gotina berhevkara pirtûkê, çîrokên vê pirtûkê ji du gundan hatine berhevkirin. Yek, gundê Bilêder yê bi ser Êlihê ve ye, yê din jî gundê Mîrzebega yê girêdayî Bismilê ye. Zarbêjên çîrokên vê pirtûkê bi tevahî ji van gundan in û di beşa herî dawîyê ya pirtûkê dr jiyana zarbêjên van çîrokan heye. Ev berhema Sevîm jî ji 157 rûpelan pêk tê.
Herweha hêjayî gotinê ye ku Weqfa Mezopotamyayê her sal derbarê folklor û zimanî da kursên bisertîfîka li dar dixin. Îsal jî bi navê “Kursa Folklorê û Edebîyata Gelêrî ya Rûbirû” kurseka bisertîfîka tê lidarxistin. Ji bo vê kursê 20 kes dê bihên qebûlkirin. Li gor agahîyên li ser malpera weqfê, armanca kursê ew e ku ji bo kesên dixwazin li ser folklorê bixebitin bibin alîkar û rê û rêbazên zanistî yên berhevkarîyê bidin wan.
Kesên ku bixwazin serî li kursê bidin, divê pêşîyê ji lînka http://online.wmezopotamyaye.org/ qeyda xwe çê bikin û paşê forma serlêdanê (http://online.wmezopotamyaye.org/v1/basvuru/3) dagirin. Kurs dê du mehan dewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse