Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana.
Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de gotûbêjeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybet, a hunerî û siyasî vedibêje.
Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.
Di xeleka dehemîn de Gulîstan Perwer gotibû, ku wê piştî sala 1996an bi awayeke periyodîk dest bi karê bernamegeriyê kiriye di televîzyona Medya û Med Tv de. Herwiha di xulekên dawî de behsa qonaxa dawîn a salên 1998ê, hatina Rêbverê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo Romayê kiribû, ku ew bi xwe jî çûbû dîtina wî.
Gulîstan Perwer di xelekên din de gotibû, ku beriya avabûna PKKê di navbera wê, Şivan û Abdullah Ocalan de hevnasînek hebûye û herwiha piştî demekê wan li Lûbnanê jî hev dîtine.
“OCALAN GIRTÎ BÛ, LÊ NE TENÊ YÊ ÎTALYAYÊ, YÊ HEMÛ CÎHANÊ BÛ”
Di beşa din de te behsa wê yekê kir, ku li Romaya paytexta Îtalyayê tu, mamoste Şivan Perwer û nivîskar Mehmûd Baksî şeva serê sala 1999ê hûn çûne hevdîtina Abdullah Ocalan. We li wir şevbihûrkek pêk anî. Rewşa Abdullah Ocalan wê demê ne baş bû û li cihekî digeriya da ku bicîh bibe. Piştî salên dûr û dirêj we behsa çi kir? We ji hevre çi got?
Me behsa gelek tiştan kir, bîranînên xwe ji hev re vegot. Me behsa hatina wî ya gundê me kir, ku çawa hatibû mala me û ji bavê min re gotibû “ka hevala me li ku derê ye?” Wê rojê bavê min ji Ocalan re dibêje ez ji bo we mirîşkekê serjê bikim lê Ocalan dibêje, “made mem hevala xwe nabînin em xwarina te jî naxwin.” Ocalan di wê şevbihurkê de jî qala wê yekê kir, ku bavê min pir tund bûye. Pirsa rewşa malbata me kir. Me rewşa hev pirsî.
Lê me ew di wê rewşê de dît. Ew girtî bû. Ne tenê hikûmeta Îtalyayê ew girtibû, cîhanê ew li wî gundî nêzîkê Romayê ew binçavkiribûn. Wî jî nedizanî ka dê rewşa wî çi be, li çareseriyekê digeriya û digot, “Ez dixwazim doza Kurd bigihînim dinyayê. Bi hatina min a vir ez êdî dixwazim pirsgirêka Kurd bigihînim qonaxeke din, zêdetir mesele bibe siyasî. Di cîhanê de were rojevê û were gotûbêjkirin.”
Wate dixwest li Ewropayê bimîne?
Pir dixwest li Ewropayê bimîne. Oacalan digot, “Rojhilata Navîn ji bo min xelas bû. Ez bawer nakim, ku êdî bikarim vegerim Rojhilata Navîn.”
“Wî DİXWEST PİRSA KURD BİKE PİRSEKE CÎHANΔ
Ocalan dixwest vegere Kurdistanê? Wê demê Başûrê Kurdistanê derfet hebûi herwihe hêzeke baş a leşkerî ya PKKê li serê çiyan hebû…
Me jê pirs kir ka çima naxwaze vegere Kurdistanê. Lê wî digot, ku eger vegere Kurdistanê dê her derê bombebaran bikin, dê şerekî dijwar dest pê bike, millet were kuştin. Wê demê Başûrê Kurdistanê weke niha azad nebû, şert û merc ne guncayî bûn. Ji lewra digot, “Ez dixwazim li Ewropayê bimînim da ku pirsa kurd bibe pirseke gerdûnî ya siyasî.” Lê nehiştin û hemû dinya li dijî vê yekê derket.
Lê ma qey hinek jî ji helwesta Ewropayê şok nebibû? Wate PKKê wesa hizir nedikir, ku dema bikevin tengaviyê dê Ewropa piştgiriyê bide lê wesa derneket…
Kadroyên wê demê yên PKKê wêneyekî wisa didan nîşa xelkê û didan nîşa me jî. Me digot qey PKK pir bi hêz e û peywendiyên wî yên bihêz li gel cîhanê hene, xwedan dîplomasiyeke bi hêz e, lobî bi wan re kar dikin. Kadroyan jî wisan didan nîşandan lê rastî derket ku berovajiyê vê yekê bû. Ev ne tiştekî rast bû. Têkîliya bi şexs û kesayetan re cuda ye û ya bi dewletan re cuda ye. dewletek li pişt te be tiştek e, keyset an jî partiyek li pişt te be tişteke din e.
“SIYASETA PKKÊ YA LI EWROPAYÊ XELET BÛ”
Ji xwe partiyên çep hertim piştgiriya Kurdan dikin. Di gotinê de jî dibêjin em bi we re ne…
Lê ti desthilata wan jî nîne. Tu jî dizanî, ku partiyên çep ên Ewropayê tev de marjînal in. ji xwe pirsgirêkên wan bi xwe bi dewletên xwe re hene. lê cîhana rojava, Amerîka û Ewropayê jî ti caran Kurd weke hêzeke siyasî qebûl nekirin. Divê em vê rastiyê bidin ber çavê xwe.
Vê gavê jî tu dibînî Kurdistana Başûr çawa ye. Li hember giştpirsiya serxwebûnê helwesta cîhanê me şok dike. Beriya giştpirsiyê ji hemû dinyayê serok û serkirde dihatine Hewlêrê û diçûn. Bi Serok re rûdiniştin û digotin em piştgiriya mafên gelê Kurd dikin, em piştgiriya pêşmerge dikin di şerê li dijî DAIŞê de. Lê piştî ku mesela hat bû doza siyasî, ku gelê Kurd çarenivîsa xwe diyar bike, tev de bûne dijminê me. Dibêjin hûn perçeyek ji Iraqê ne û qebûl nakim em çarenivîsa xwe diyar bikin.
Em dibînin Tirkiye jî wisa. Tirka siyaseteke bi aqilane kirin. Di dema şerê du cemseran û şerê sar ê cîhanê de, dinya di navbera Sovyet û Amerîkayê de bû du beş. Tirkan pişta xwe dane Amerîka û NATOyê. Amerîka biserkeft û îro çarenivîsa cîhanê de xwedî biryar e. NATO hêza herî mezin e li cîhanê, Tirkiye jî di Rojhilata Navîn de endamekî giring ê vê rêxistina yekîtiyê ye. Ew Kurdan qebûl nakin. Ti dewlet û hêzek li Rojhilata Navîn Kurdan wek hêzeke siyasî qebûl nakin û naxwazin li ser çarenivîsa xwe û şÊweyê jiyana xwe biryara xwe bidin. Ev yek hate serê PKKê jî. PKKê baweriya xwe bi sozên çepgiran anî. Bi baweriya min dikariyan di berê de rûnin û bi rasyonel hizir bikin.
Li Ewropayê çalakiyên xelet jî hatine kirin, ku di çavê Ewropayê de PKK hate tometbarkirin. Tundûtîjî çêbû…
Min bi xwe jî ev yek digot, ku kesên van karên tundûtîjî li Ewropayê dikin ne Kurd in. Min digot ew ji bo îstîxbaratan kar dikin.
Wate bi zanebûn van çalakiyan dikin…
Belê, nexwe Kurd çima li Ewropayê tundiyê bikin. Ma dîn bûne? Ji xwe hemû dinya dijminê te ye û tu jî werî li Ewropayê, dewsa xwe bi rêxistin bikî bi van çalakiyan xwe tune dikî. Ewropa cihek bû, ku Kurd bikarin xwe careke din li wir ava bikin, birêxistin bikin. Lê çalakiyên tundiyê tên wê wateyê ku mirov keviran bavêje kaniya ku jê avê vedixwe.
“XWEZÎ OCALAN ŞEHÎD BIBA LÊ NEKETIBA HEPSÊ”
Otoban digirtin, rê digirtin û nedihiştin mirov herin karên xwe. Ev yek bê guman bandoreke negatîv dike li ser siyaseta Ewropayê.
Beriya DAIŞê hate wê astê ku Ewropayê ji Kurdan nefret kir. Niha ji ber şerê li dijî DAIŞê xebata pêşmerge û berevaniya li Kobanî hinek wêneyekî paqij ji bo Kurdan çêbû. Lê berî dema te behsa Kurdan dikir direviyan û digotin “ev terorîst in”. Li Swêd û Almanyayê wiha bû. Gelek caran em ditirsiyan ji Ewropiyan re bêjin “em Kurd in.” Ji ber ku mohra terorîstiyê li me didan. Divêya mirov li gorî yasa û rêzikên wan kar bikira. Sûd ji wan derfetan werbigirta, ku me weke Kurdan qebûl dike. Ji xwe Rojhilata Navîn dijminê me ye, hewce nedikir em wan jî bikin dijminê xwe.
Di şevbihûrka ligel Ocalan de we stran jî gotin?
Ne, me stran negotini ji ber ku sohbet pir hestiyar bû. Tu kurdek naxwaze rêbereke wî/wê here bikeve destê dijminan. Wê şevê ev tirs li cem me çêbû û em tirsiyan ku ev tişt pêk bê. Amerîkayê dixwest ev tişt pêk were, Ocalan bigrin û teslîm bikin.
Ocalan bi xwe jî digot, ku Amerîka vî tiştî dixwaze lê serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê Massimo D’Alema nahêle. Ji xwe Ocalan digot, “Dikarin min bigrin bavêjin hepsê û paşî bi derziyeke jehrî bikujin.” Lê ez nêrîna xwe dibêjim; xwezî Ocalan ji wir neçûya, şehîd biba lê neketiba hepsê.
Nehatiba girtin dê zêdetir xizmeta doza kurdî bikira…
Kurdan hemû hêviyên xwe bi wê girtinê wenda kirin. Girtineke bi trajedî bû, pir û pir xirab bû. Wê rojê xirûra me û kerameta me kete bin lingan. Ez bawer nakim li cîhanê ti kurdek hebe ku wê rojê negiriya be.
Ji xwe pêvajoya piştî hingî û bûyera girtinba Ocalan tê zanîn. Piştî wê te her karê xwe yê televîzyonê li Med Tv berdewam kir…
Belê. Lê wê serdemê me mala xwe bire Londonê. Serxwebûn li Upsalaya Swêdê amadeyî xilas kir. Min jê pirs kir, ka dixwaze di kîjan warî de zanîngehê bixwîne. Wî jî got; “We ji bilî mûzîkê ji min re ti riyeke din nehiştiye. Bavê min jî her dibêje mûzîk, mûzîk û mûzîk. Hemû kes ji min re dibêje tu di riya bavê xwe de dimeşî. Ji bilî mûzîkê ti bijardeyeke din nizanim.” Min jî got, ku baş e ka em temaşe bikin li ku dibistaneke baş heye. Me pirs kir û gotin, ku Brîtanya û Amerîkayê dibistanên baş hene. Ji xwe birayê min jî li Lonsonê bû. Wî jî alîkarî da me ji bo peydakirina dibistanê. Di wê dibistanê de di warê stûdyo, dabeşkirina mûzîkê, birêvebirina şîrketên mûzîkê perwerde dihate dayîn.
Me Serxwebûn li wir bicîh kir. Dewleta Swêdê bi xwe jî qebûl kir, ku Serxwebûn here wê dibistanê. Dosyeya wî şandine Londonê. Pir keyfa min jî ji vê yekê re hat. Li ser vê yekê me mala xwe bar kir û em çûne mala birayê min li Londonê. Li Upsalayê zarokên Kurdan zêde nedixwendin, li gel zarokên Ereb û Filistînî dibûne çete. Min dixwest Serxwebûn ji wê atmosferê rizgar bibe. Birayê min di xaniyeke xirab de bû. Li Londonê peydakirina xanî pir zehmet bû.
Haya mamoste Şivan ji van pêvajoyan tev de hebû?
Belê hebû. Me gav bi gav agahî dida wî. Destpêkê li nêzîkî dibistana Serxwebûn me xaniyek girt. Hevalekî me yê bi navê Şêrko Abid li wir hebû, xwediyê şîrketeke IT bû. Herwiha hevalên me yên kurdên ji Silêmaniyê hebûn, ku pizîşk bûn, mala wan nêzîkî me bû.
Wan ji me re gotin, madem nasnameya we ya Swêdê heye hûn dikarin li vir jî bi rehetî bicîh bibin. Paşî Şivan hat û Şêrko jî li gel wî axivî, me biryar da ku bi alîkariya wan, em ji bankayê kredî werbigrin û û li wir xaniyekê bikirin. Jixwe heqê kîrê û qistên xanî weke hev bûn. Me ji bankayê ji bo xanî kredî wergirt. Ji ber karmendê televîzyonê bûm, me karî belgeyan amade bikin û bi vî awayî me xaniyek kirî.
Emê di xelekeke din de ji vir berdewam bikin…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse