Pirtûka Dexîl Garo ya bi navê “Bozinga Hişîn” ku ji 29 helbestan pêk tê, bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê derket
Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka helbestvan Dexîl Garo ya bi navê “Bozinga Hişîn” derket.
Pirtûka Dexîl Garo ya bi navê “Bozinga Hişîn” ku ji 29 helbestan pêk tê, bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê derket.
Dexîl Garo dibêje vê berhema xwe diyariyê “jan û hezkirina di naxê min de” dikim.
Pirtûk ji 125 rûpelan pêk tê û dîzayna naverokê ji aliyê Eldînê Qûlo û dîzayna bergejî ji aliyê Dexîl Cano ve hatiye amadekirin.
Helbestvan Dexîl Garo bi xwe ji Şingalê ye û li Başûrê Kurdistanê dijî.
Ev jî beşek e ji helbesta “Leylana Bîrhatina”:
Li bozingeke hişîn de
Mala me
Ber bikûrahiya çolistanê ve
Diçû,
Li ser çoka daka min
Serê min
Li ber sîha silavgehên mirinê
Keziyên janeka zirav dihûnan,
Li çavê min ê xemgîn de
Lewlebk û hêlanên zaroka
Li nêv bagekîşkên
Beriyên bê dê û bab de
Winda dibûn
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse