Yaşar Kemal di sêyemîn salvegera mirana xwe de hat bîranîn

24-02-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Yaşar Kemal Nivîskar Salveger Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Nûser û romanûsê navdar Yaşar Kemal ê ku weke beşeke mezin ji edebiyata Tirkiye tê zanîn, di sêyemîn salvegera koça xwe ya dawîn de hat bîranîn. Weqfa Yaşar Kemal û Şaredariya Stenbolê bi dîdariyeke taybet,  Yaşar Kemal bibîrxist.


Romanûs û yek ji mezintirîn nivîskarê cîhanê Yaşar Kemal, piştî koça xwe ya bi 3 salan, bi hêz û bandora pênûsa xwe ve tê bibîranîn. Nivîskarê ku xwedî dehan roman û pirtûkên corên din ê wêjeyê ye, li Stenbolê bi beşdariyek qerebelix hate bibîranîn. Beşdaran qîmeta wî bi bihayê zêr nîşan dan.


Şaredarê Sariyerê Şukru Genç ji Rûdawê re wiha got: “Em qîmeteke girîng didin çand û hunerê. Yaşar Kemal jî sergovendê vê qîmetê ye. Me navê vê navendê jî kir Yaşar Kemal. Yaşar Kemal kevneşopî û çanda Anadolê ye. Heke em karibin wî fam bikin, em hewceyî tu lêgerînên din ên ji derve nabin.”


Bername li Naveanda Çandê ya ku bi navê Yaşar Kemal hat sazkirin. Gelek kesên naskirî, nûser û akademisyen jî beşdarî bîranînê bûn. Peykerê Yaşar Kemal ê ji şimayê ku ji koleksiyona Madame Tsuaad de cîh digire jî pêşwaziya xelkê kir.


Nivîskar Sedar Sever jî wiha axifî: “Yaşar Kemal dilê vî welatî ye ku lê dide. Ji bo me hemûyan dengê bîr û hafizayê ye. Dema navê wî dibîhizim, hestiyariyên aidî mirov têne bîra min. Hafizaya ku ji neheqiyan re dibe mertal tê bîra min. Yaşar Kemal Tirikye bixwe ye. Tuyî, ez im, ew ciwanên hêja ne.”


Weqfa Yaşar Kemal pêşengeheke posteran jî li salona bîranînê vekir. Kitêbên wî, gotar û vecîzeyên wî û gelek demên jiyana wî jî pê re hatin nîşandan. Hevjîna Kemal, Ayşe Semîha Baban jî li wir bû û behsa mezinahiya pênûsa wî kir.


Seroka Weqfa Yaşar Kemal  Ayşe Semîha Baban jî derbarê hevjînê xwe de wiha got: “Yaşar Kemal bi rastî kesekî derveyî rêzê û fewqalade bû. Ew bi rastî dilekî mezin bû. Divê dil û aqil li kêlaka hev be. Bawerim tişta jê re namûs tê gotin jî ew e. Ew tişt bi Yaşar Kemal re jî bi têra xwe hebû. Ew wendahiyek mezin e. Ya rast ne wendahî ye jî ji ber ku tiştên ku wî li dû xwe hiştine me her zengîn dikin.”


Di panela ku li ser edebiyata wî hate lidarxistin de jî hosteyiya wî bi pirqolî hate nirxandin. Yaşar Kemalê ku rêya wî ji Bakurê Kurdistanê destpê kiriye, weke mihengê wêjeya gelerî ya Tirkiye tê pênasekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst