Cahit Şahîn Yalçin: Sînemaya Kurdî her diçe pêş dikeve

17-11-2021
RÛDAW
8mîn Festîvala Navdewletiya Filman a Duhokê berdewam e
8mîn Festîvala Navdewletiya Filman a Duhokê berdewam e
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Aktorê ji Bakurê Kurdistanê Cahit Şahîn Yalçin ragihand ku qalîtiya sînemaya Kurdî her diçe bilindtir dibe.

8mîn Festîvala Navdewletî ya Filman li Duhokê berdewam e, 94 film hevrikiyê li ser xelatên festîvalê dikin. Ji Rojava û Bakurê Kurdistanê jî aktor di festîvalê de beşdar in. Aktorê sereke yê fîlma “Bê Niştiman” Cahid Şahîn Yalçin beşdarî  8mîn Festîvala Navdewletî ya Filman a Duhokê bûye, ji Rûdawê re behsa fîlma Bê Niştiman û festîvalê kir.

Derbarê festîvalê de Cahit Şahîn Yalçin got: “Min festîval gelek baş dît û bi awayekî serkevtî berdewam e. Ez gelek kêfxweş im ku hatime vê derê. Ferstîval hem ji aliyê beşdarî ve û hem ji aliyê teknîkî ve gelek serkevtî ye. Bi saya vê festîval min çend din lîstikvan û derhênerên din Kurd nas kirin.”

Derhêneriya filma “Bê nîştiman” (Landless) derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Turêj Aslanî kiriye, lîstikvanî û aktorên wê ji xelkê her çar parçên Kurdistanê ne.

Cahit Şahîn Yalçin da zanîn ku naveroka filmê li ser jiyan, şer, penaberiya di dema şerê de ye û behsa neçariya penaberan dike.

Yalçin da zanîn ku dîmenên filmê li Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin û got: “Cihên ku dîmenên fîlmê hatine tomarkirin, ew cih bûn ku penaber jî ew cihan ji bo derbasbûnê bikar anîne. Min jî bi wê hisê rola xwe leyîst.”

Aktorê Kurd herwiha anî zimna: “Peyama ku me dixwest bi fîlma ‘Bê Niştiman’ bidin temeşevanan ew bû ku wan bûyerên eşdar û nexweş bi teknîke sînematîk û zimaneke cuda nîşan bidin.”

Derbarê sînemaya Kurdî de jî Yalçin got: “Sînemaya Kurdî her diçe qalîteya wê bilind dibe, lê pirsgirêka sînemakarên Kurd ew e ku dixwazin di her beşê de beşdar bin. Divê em vê pirsê çareser bikin. Divê weke profesyonel giranî li ser yek beşê were dayîn, lê sînemakarên Kurd dixwazin di hemû beşê sînameya de hebin; wek derhêner û lîstikvan...”

Cahit Şahîn Yalçin sala 2017an di 8mîn Festîvala Navdewletî ya Filman li Duhokê de baştirîn xelat weke aktorê sereke wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst