Xêro Abbas strana Zemano ji nû ve stiriye û kiriye klîp

16-12-2018
RÛDAW
Derhêneriya klîbê Yasîr Elî kiriye
Derhêneriya klîbê Yasîr Elî kiriye
Nîşan Xêro Abbas Zemano Klîp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Xêro Abbas strana Zemano ji nû vê stiriye û kiriye klîp.


Xêro Abbas ku xelkê Tirbesipiya Qamişlo ye strana xweya Zemano ji nû ve stiriye û jê re klîpek amade kiriye. Gotin a Mehmed Xelîl e, û Ronî Doxan jî muzika wê çêkiriye.


Derhêneriya klîbê Yasîr Elî kiriye û produserê stranê jî Hakan Akay e.


Di vê klîpê de Xêro Abbas ji zeman ne razî ye, û gilî û gazinên xwe pê dike û dibêje, ew ciwan bû, lê zeman ew pîr kir.


Xêro Abbas di sala 196 an de li Qamişloyê hatiye dinyayê. Li Rojavayê Kurdistanê perwerdehiya sereta, navîn û dibistana amadehiye qedand. Di sala 1986an de ji ber zextên hikûmeta Sûriyê û ji ber bê derfetiyan koçberî Almanyayê bû. Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir bû. Di sala 1998an de yekem albûma xwe ya bi navê '' Xerîbo '' belav kir.


Di 2002 an de di Newroza mezin ya Amedê ku bi qasê milyoneke Kurd tevlî bû bû de derket li ser dîkê. Piştî gelek salan cara yekem bi vê navginiyê vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta wî ji aliyeke gel ve bi coş û hez kiriyeke mezin hate pêşwazî kirin.


Xêro Abbas şêweya klasîk a muzîka kurdî bi bingeheke modern yekxistiye û bi vî avahî şêweyeke ku him girêdayî rêça xwe û heman demê de jî şêweyeke modern derxist holê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst