Hesen Şerîf di berhema xwe ya nû de behsa çar parçeyên Kurdistanê dike

16-10-2022
RÛDAW
Nîşan Hesen Şerîf Banga Bilind
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Hesen Şerîf klîpeke nû ya bi navê 'Banga Bilind' bi derhêneriya Şînwar Kemal belav kir.

'Banga Bilind' ji aliyê Emîn Botanî ve hatiye nivîsandin û awaza wê ji aliyê Hesen Şerîf û Harûn Elkî ve hatiye danîn.

Klîpa berhemê li çend bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê hatiye girtin, beşeke dîmenan li Keleha Hewlêrê hatine girtin û wêne û dîmenên her çar parçeyên Kurdistanê jî tê de hene.

Hunermend Hesen Şerîf heta niha zêdetirî 30 helbestên Emîn Botanî bi kar aniye ku "Banga Bilind" jî yek ji wan e.

Hesen Şerîf di dema girtina klîpê de ji Rûdawê re gotibû, “Biryara hilbijartina Keleha pîroz a Hewlêrê ji aliyê derhêner ve hatiye dayîn. Keleh şûnwareke arkeolojîk e, hebûna me ye, hebûna Kurdistanê û paytexta me ye.”

Hesen Şerîf li ser projeya xwe ya nû jî got ku ew niha li ser albumeke nû ya ku ji 10 stranan pêk tê dixebite û di xebatên hilbijartina gotin û besteyan de ye.

Hesen Şerîf di sala 1969an de li gundê Kêste ya ser bi parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, di 11 saliya xwe de dest bi lêdana tembûrê kiriye, di sala 1985an de yekem albuma xwe ya bi navê “Tembûra Min” û di sala 1985an de jî albuma xwe ya bi navê “Baran Barî” derxist.

Hesen Şerîf di 17 saliya xwe de tevlî tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê dibe, di sala 1995an de ji Kurdistanê derketiye û çûye Swêdê, ew niha li Başûrê Kurdistanê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst