Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Ganî Mîrzo û derhenêrê Arjantînî Pablo Tosco di projeyekê hevbeş de derbarê êş û rewşa Kurdên Êzidî yên li Şingalê de belgefîlmeke bi navê “Çîrokeke Êzidî” amade dikin.
Muzîkjenê ji Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo û Pablo Tosco ku pêştir jî bi sponsoriya Rûdawê, belgefîlma “Harmoniya Piştî Şer” amade kiribûn, ji Rûdawê behsa projeya xwe ya nû kirin.
Ganî Mîrzo da zanîn ku ev nêzîkî 8 mehan e, ew bi belgefîlmê mijûl in û got: “Hema bibêje em niha gihîştine qonaxa dawiyê û belgefîlm dê heta du mehên din temam bibe. Belgelfîlm bi giştî derbarê jenosîda li dijî Kurdên Êzidî de ye, em tê de behsa çîroka xelkê Şingalê dikin ku ka çawa ji ber êrişa çekdarên DAIŞê, cih û warên xwe, bicih hiştin û xwe spartin Çiyayê Şingalê. Em rewşa wan a li ser Çiyayê Şingalê tînin ber çavan, ka çawa li wê derê bê av û xwarin mane û çi zehmetî kişandin. Herwiha em wêranbûna bajarê Şingalê tînin ber çavan.”
Mîrzo herwiha da zanîn ku rola muzîkê di başkirina derûniya ew kesên ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgarbûnê de nîşan didin.
Ji destpêka êrişa DAIŞê bo ser Şingalê ve û ji destpê kriz û şerê navxwe yê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê Ganî Mîrzo dixwaze dengê êşa xelkê deverê bigihîne cîhanê û alîkariyan bike.
Ew hunermendê Kurd heta niha di gelek platforman de bûye dengê qurbaniyên şer û herî dawî jî projeyeke berhevkirina amûrên muzîkê bo zarokên Şingalê û Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin û li komelgeha Xanê Sorê atolya muzikê bi navê “Mîrzo Muzîk” vekiriye û biryar e di demen pêş de yekê li Qamişlo jî veke.
Ganî Mîrzo di çarçoveya projeya xwe de heta niha derdora 500 amûrên muzikê berhev kirine û derbasî Şingal û Rojavayê Kurdistanê kirine.
“Jenosîda çandê”
Mîrzo da zanîn ku ji bilî jenosîda mirovan a li Şingalê, çekdaran DAIŞê “jenosîda çand û hunerê” jî li wî bajarê Başûrê Kurdistanê pêk aniye û xwestiye çand û hunera Kurdî li wê derê ji nav bibe, lê niha ew hewl didin bi rêya muzikê wê birînê hinek derman bike.
Derbarê vê yekê de Mîrzo dibêje: “Em hewl didin ew kesên ji destê DAIŞê rizgar bûne bi rêya muzikê hinek derûniya wan rihet bikin. Em dixwazin ew tirs ji dilê zarokan derbikeve û hinek kêfxweşî bikeve her malê. Bê guman çîroka wan nayên jibîkirin, lê em dixwazin bi rêya muzîkê hinek êşa wan a mezin kêm bikin.”
“Em dixwazin çanda xwe biparêzin”
Mîrzo eşkere kir ku gelek muzîkjenên Kurdên Êzidî li kampên koçberan belav bûne û ew di belgefîlma xwe de behsa rolan wan jî dike û got: “Em hewl didin çanda Kurdî bi destê zarok û muzîkjenan biparêzin. Belgefîlm behsa vê yekê jî dike. Em behsa wê yekê jî dikin ku ka tembur ji bo Êzidiyan amûreke çiqas pîroz e, muzîk û huner ji bo xelkê Şingalê çi ye û li ba wan çawa ye, li ba DAIŞê çi ye. Miletê me ji huner û muzîkê hez dike, miletekê kêfxweş e, ne girtî ye û ti caran ti tehdayî li kesê nekiriye, lê her tim rastî zordariyê hatiye, em dixwazin vî sûretî nîşanê cîhanê bidin.”
Harmoniya Piştî Şer 50 xelat wergirtin
Derhenêrê Arjantînî Pablo Tosco jî bi bîr xist ku belgefîlma “Harmoniya Piştî Şer” li seran serê cihanê bi giştî derdora 50 xelatên navnetewî wergirt û da zanîn ku Çîroka film behsa wê yekê dike ku di dema şer de, kesek heye amûrên muzîkê digihîne Rojavayê Kurdistanê û pêşkêşî wan kesan dike ku ji muzîkê hez dikin û pêre mijûl dibin.
Derbarê projeyê de Pablo Tosco got: “Dema ku me biryar da biçin Rojava ew di nav şer de bû, gelek pirsgirêk hebûn. Ji bo me jî gelek zehmet bû ku tenê ligel hinek amûrên muzîkê derbasî Rojava bibin, gelek kes û xelkên wê derê ji me re bûn alîkar û me karî em wan amûrên muzîkê dabeş bikin.”
Tosco da zanîn ku piştî projeya li Rojavayê Kurdistanê niha li Şingalê jî heman projeyê berdewam dikin û Li Komelgeha Xanesorê ya girêdayî Şingalê peymangeheke fêrbûna Muzîkî bi serperiştiya hunermend û muzîkjenê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo hatiye vekirin ku hejmareke rizgarbûyên ji destê DAIŞê di vê peymangehê de ji bilî perwerdeya muzikê, weke derûnî jî ji peymangehê sûd werdigrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse