Arîn Fîl Îbiş zarokên Efrînê fêrî mûzîkê dike

13-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Arîn Fîl Îbiş zarokên Efrînê fêrê muzîkê dike
Arîn Fîl Îbiş zarokên Efrînê fêrê muzîkê dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Çiyayê Kurmêncê  Arîn Fîl Îbiş, muzîkjeneke bajarokê Şerra yê ser bi Herêma Efrînê ye û li wê derê dijî û zarokên Efrînê fêrî muzîkê dike.

Ji berî heft salan ve, Arîn Fîl Îbiş dest bi fêrbûn û jenîna mûzîkê kiriye û grûpeke wê ya hunerî heye.

Bi alîkariya Grûpa Efrîn Live, dîmen û behreyên wan ciwanan gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, ku deng û rengên wan ciwanên Efrînê nîşan didin.

Mûzîkjena ji bajarokê Şerra yê ser bi Efrînê Arîn Fîl Îbiş  dibêje: “Navê min Arîn Fîl Îbiş e, ez ji gundê Şerra me, temenê min 19 salî ye, berî niha bi 7 salan ez fêrî mûzîkê bûm, û berî niha bi 2 salan ez fêrî stiranan bûm. Ez çûme cem mamoste Idrîs Mistefa min heta 7 mehan korsên noteyan birin. Piştre ez çûme cem mamoste Hennan Bavê Şêrko, min korsên bihîstinê het mehekê birin. Piştre hin bi hin ez di sazkirina tenbûrê de pêş ketim. Bi berdewambûna min û bi piştgiriya malbat, heval û mamosteyên min.”

Weke çawa mamosteyên Arîn hene, wiha jî şagirtên wê hene û wan fêrkirin dide, lê amûrên mûzîkê li cem wan kêm in, ku ji ber wê sedemê nikarin weke pêwîst, bernameyên xwe cîbicî bikin.

Ji bajarokê Şerra yê ser bi Efrînê Êvrist Dodex  jî dibêje: “Navê min Êvrist Dodex e, ez ji gundê Şerra me, temenê min 14 sal e, ez hatim cem mamoste Arîn fêrî mûzîkê bûm. Xewna min ew e ku ez di mûzîkê de jîr bibim."

Behredarên ku li ser destê Arîn fêr dibin, kêfxweşiya xwe derdibirrin.

Şagirtê Arîn ji Efrînê Feyo Ehmed Feyo Kazim jî got: “Navê min Feyo Ehmed Feyo ye, ji Efrînê me, xewna min e ez weke mamoste Mistefa Bekir û mamoste Arîn bim. Ez bi mamoste Arîn re derketim."

Rengvedana xweşî û ciwaniya siruşta Efrînê di şêwaz, deng û mûzîka Arîn û hevalên wê de diyar e û her ew bi hêviyên mezin, di fêrbûn û pêşketina xwe de, berdewam dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst