95. Xelatên Oscarê gihîştine xwediyên xwe!

13-03-2023
RÛDAW
Nîşan 95. Xelatên Oscarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelatên Oscarê bi merasîmeke bi coş a li Şanoya Dolby a Los Angeles a Amerîkayê, gihîştine xwediyên xwe. Fîlma Malezyayî ya bi navê "Everything Everywhere All At Once" di 95emîn Xelatên Oscarê de 7 xelat bi dest xistin. Lîstikvana sereke ya fîlmê, Michelle Yeoh xelata “Lîstikvana Herî Baş” wergirt û bû yekemîn lîstikvana Asyayî ku wê xelatê werdigire.

95emîn Xelatên Oscarê ku ji aliyê Jimmy Kimmel ve hat pêşkeşkirin roja Yekşema 12ê Adara 2023an li Dolby Theater a Los Angelesê hatin belavkirin.

Di merasîma ku ji aliyê komedyenê navdar Jimmy Kimmel ve hat pêşkeşkirin de, fîlma Malezyayî ya bi navê “Everything Everywhere All At Once” xelata “Fîlma Herî Baş” wergirt û derhênerên fîlmê Daniel Kwan û Daniel Scheinert jî xelata “Derhênerê Herî Baş” bi dest xistin.

Lîstikvana sereke ya fîlma ku di Xelatên Oscarê de 7 xelat bi dest xistin “Everything Everywhere All At Once” Michelle Yeoh bû yekem lîstikvana Asyayî ya ku xelata “Lîstikvana Herî Baş” wergirt.

Lîstikvanê sereke yê fîlma “The Whale” Brendan Fraser jî xelata “Lîstikvanê Herî Baş” bi dest xist.

Fîlma “All Quiet on the Western Front” berhemeke din a ku bal kişandine ser xwe ya 95emîn Xelatên Oscarê bû. Fîlmê xelatên wekî “Fîlma Navdewletî ya Herî Baş” û “Sînematografiya Herî Baş” wergirt.

Xelat din ên ku hatine dayîn ev in:

Fîlma Herî Baş: Everything Everywhere All At Once

Derhênerê Herî Baş: Daniel Kwan, Daniel Scheinert - Everything Everywhere At Once

Lîstikvana Herî Baş: Michelle Yeoh - Everything Everywhere All At Once

Lîstikvanê Herî Baş: Brendan Fraser - The Whale

Lîstikvana Herî Baş a Duyem: Jamie Lee Curtis - Everything Everywhere All At Once

Lîstikvanê Herî Baş ê Alîkar: Ke Huy Quan - Everything Everywhere All At Once

Dengê Herî Baş: Top Gun: Maverick

Senaryoya Adaptekirî ya Herî Baş: Women Talking

Strana Orjînal a Herî Baş: "Naatu Naatu" – RRR

Efekta Dîtbarî ya Herî Baş: Avatar: The Way of Water

Dîzayna Produksiyonê ya Herî Baş:  All Quiet on the Western Front

Belgefîlma Kurt a Herî Baş: The Elephant Whisperers

Strana Fîlmê ya Orjînal a Herî Baş: All Quiet on the Western Front

Kurte-fîlma Live-Action a Herî Baş: An Irish Goodbye

Anîmasyon a Kurt a Herî Baş: The Boy, the Mole, the Fox, and the Horse

Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş: All Quiet on the Western Front

Sînematografiya Herî Baş: All Quiet on the Western Front

Belgefîlma Herî Baş: Navalny

Anîmasyona Herî Baş: Guillermo del Toro’s Pinocchio

Senaryoya Orjînal a Herî Baş: Everything Everywhere All At Once

Lihevanîna Herî Baş: Everything Everywhere All At Once

Dîzayna Cilûbergan a Herî Baş: Black Panther: Wakanda Forever

Makeup û Çêkirina Por a Herî Baş: The Whale

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst