Peykerê mozayîkî yê Şêrko Bêkes tê çêkirin

12-06-2017
RÛDAW
Nîşan Helbest Şêrko Bêkes Peyker
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Biryar e îsal di salvegera koça dawî ya helbestvanê navdar ê kurd Şêrko Bêkes de rêzeçalakiyên hunerî werin sazkirin û herwiha li bajarê Silêmaniyê jî peykerekî bi mozayîkî were çêkirin.

 

Hunermend Wişyar Seîd ji Rûdawê re got: “Min pêwîst dît ji bo bîranîna helbestvanê kurd Şêrko Bêkes peykerekî modern çêbiki. Beriya çend mehan min hinek wêneyên cuda yên Bêkes çêkirin, paşî hizra çêkirina peykerekî cuda hate bîra min. Lewma min biryar da peykerekî bi mozayîkî çêbikim.”

 

Wişyar Seîd amaje bi wê yekê kir, ku karê çêkirina peykerê Bêkes ber bi dawiyê ve diçe û diyar kir: “Min şêweyekî nû bikar aniye, ku bi stîla mozayîkî ye. Qebareya peykerê metreyek û 50 santîm e. Sposoriya karên peykerê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşendîbî û Hunerî ya Silêmaniyê ve hatiye kirin."

 

Şêrko Bêkes kurê helbestvanê navdar ê kurd Fayiq Bêkes e û di 2ê Gulana 1940ê de li bajarê Silêmaniyê jidayik bûye. Bêkes di 4ê Tebaxa 2013ê, li paytexta Swêdê Stokhomê, ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir. Termê Şêrko Bêkes, li ser daxwaza wî li Parka Azadî ya Silêmaniyê hate veşartin.

 

Şêrko Bêkes weke yek ji helbestvanê nûxwaz ê kurd tê qebûlkirin. Xwedanê çendîn berhem û dîwanên helbestan e. Gelek helbestên wî bi zimanên din ên cîhanê hatine wergerandin.

 

Şêrko Bêkes di sala 1987ê li Swêdê bi destê serekwezîrê demê yê Swêdê Ingvar Karlsson, “Xelata Tucholsky” wergirt.

 

Şêrko Bêkes di sala 1992 de, di yekemîn kabîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû Wezîrê Rewşenbîrî.

 

Di sala 1998ê de Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Serdem damezrand û di sala 2009ê de hemû berhemên wî di 8 hezar rûpelan de hatine çapkirin û belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst