Dengbêjên Amedê li ber piyanoyê kilam gotin

09-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tuluyhan Ugurlu yê piyanîst bi dengbêjên Amedê re konserteke biçûk a muzîkê da.

Piyanîst Tuluyhan Ugurlu li "Mala Dengbêjan" a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Sûrê, bi dengbêjên çand û hunera gelê Kurd re hat ba hev.

Di merasimê de Ugurlu li piyanoyê xist û dengbêjan jî li ber kilam gotin.

Parêzgarê Amedê Munîr Karaloglu jî beşdarî organîzasyonê bû û got ku dengbêjî çanda devkî ye û ragihand ku zimanê muzîkê him ji hêla herêmî û him jî ji hêla gerdûnî ve nêzî hev in û ew vê wisa qebûl dikin.

Munîr Karaloglu îdia kir ku  ew weke parêzgarî qedr û qîmetê didin kevneşopiya dengbêjan û ji ser medyaya civakî konsera organîze dikin û wiha got: "Dibe ku di demeke nêz de dengbêjên me bibin komeke ku li çar aliyê dinyayê tên naskirin."

Ugurlu jî destnîşan kir ku ew ji hevdîtina bi dengbêjan re û guhdarkirina kilamên wan gelekî razî û kêfxweş bû û wiha domand: "Înşeallah wek projeyekê em dê tevlî dengbêjan li çar aliyê dinyayê konserekê bidin. Em dikarin vê bikin. Ji ber ku ez li vê derê me ser bilind û kêfxweş im."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst