ROJHILAT - 14. Festîvala Şanoya Kurdî li Seqizê dest pê kir

08-12-2017
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Şano Festîvala Şanoya Kurdiya Seqiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çardehemîn festîvala şanoya Kurdî şeva bihorî li hola Rêveberatiya Çanda Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna hunermendên şanokar û welatiyan û hejmarek ji berpirsên hikûmî dest pê kir.

 

Di festîvala Îsal de hejmarek ji girûpên şanokar ên Rojhiilatê Kurdistanê û Îranê berhemên xwe nîşan didin. Bi giştî 13 berhemên şanoyê di festîvala îsal de beşdar bûne.

 

Herwiha ji bo komkirina alîkariyan ji bo kesên ziyanpêketiyên erdheja Kirmaşanê dê pêşangeheke wêneyan jî di çarçoveya vê festîvalê de bihê vekirin.

 

Di merasima destpêka festîvala îsal de, şanoya Eyşa ji bajarê Urmiyê bi derhêneriya Hamid Ismaîlvend û şanoya Ewangel ji Bîcarê û bi derhêneriya Xulamriza Himetiyan li ser dika şanoyê hatin nimayişkirin.

 

Li gorî rêveberên festîvalê, di festîvala îsal de giringî bi pirsên civakî hatiye dan. Di salên bihorî de girûpên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê jî di festîvalê de beşdar dibûn, lê îsal ti şanoyek li derveyî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê beşdar nebûye.

 

Çardehemîn festîvala şanoya Kurdî ya li Seqizê dê heta roja Yekşemiyê 10-12-2017ê berdewam be. 

 

Wergêran û nivîsîn: Sîna Soma 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst