Fêrbûna Kurdî ji bo Japonan hêsan dibe

07-04-2019
RÛDAW
Nîşan Japon Kurdî Pirtûk Rêziman Vakkas Çolak
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Yekem pirtûka rêzimana Kurdî ya bi Japonî ji Weşanxaneya Nûbiharê derket. Pirtûka Rêzimana Kurdî ya bi Japonî ji 225 rûpelan pêk tê û ligel mijarên rêziman, beşa ferhengê jî tê de heye.

 

Mamosteyê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê Vakkas Çolak ji Rûdawê re ragihand ku wî pirtûka Rêzimanê Kurdî ligel Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz û lêkolîberê Japon Takenori Murakami amade kiriye.

 

Vakkas Çolak: “Mijarên pirtûkê di asta bingehîn û navîn de ji 20 beşan pêk tê. Di pirtûkê de zimanê Kurdî û zaravayên wê bi minak û berewirdekirina ligel Japonî hatiye amadekirin.”

 

Çolak da zanîn ku di pirtûkê de cih dane bikaranîna peywan li cihên cuda û herwiha cih dane peywen li gor herêman hatine guhertin.

 

Pirtûk ji du beşên sereke pêk tê di beşa yekemîn de behsa rêzimana Kurdî dike û di beşa duyem de jî ferhenga Kurdî-Japonî heye ku zêdeyî 2 hezar peywan lixwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst