Li Moskowê pêşangeha hunerên alternatîv hat vekirin

06-03-2017
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li Moskowê pêşangeheke taybet hate vekirin ku têde hunera modern ya alternatîv tê nîşandan.

 

Cara pêşîn e ku li Moskowê şêwekar, hosteyên tatûyê, dizaynerên berhemdar, brendên pêşeng, îmîcmeyker, vîzajîst û her weha kesên ku bi modayê ve têkildar in, di Festîvala Concept Market de tên cem hev.

 

Concept Market Spring Session cîhana Modya Alternatîv û Dîzayna Têgînî ye, ku tê de her hûriyekî xizmeta vebûna kesayeta mirov dike.

 

Organîzatora festîvalê û şêwkar Yûliya ji Rûdawê re wiha got: “Di Festîvala Konsept Marketê de em galerîyekî pêşkêş dikin. Ev cara yekemîn e. Ev bû wek firtoneya ruhî! Armanca me ew e ku em hunera alternatîv populer bikin û pêşanî girseyê bikin. Ji ber ku gelek kes elimîne ku tenê li mûzeyan temaşe li hunerê bikin.Temaşe lê dikin û diçin.  Lê me xwst ku huner li mala her kesî bijî."

 

Ev festîvala bi formata nû, ji mêvanên xwe re  hem kelûpelên taybet pêşkêş dike, hem jî dibe cihê kombûn û danûstanên azad ên kesên hemfikir li ser mijarên aktuel.

 

Tatû, an jî bu kurdî deq, dema dawî di nava ciwanan de bi awayekî girseyî belav dibe. Bi taybetî li Rûsyayê wek her ji pênc ciwanan yekî laşê xw dineqşîne.

 

Hosteyê tatûyê Vladîmîr jî got: "Dîroka tatû zêdetir ji 2 hezar 500 sal e. Lewma ew nikare bibe moda, tiştê ku bi sedan salan e heye û dom dike, nikare bibe moda. Motîvasyona tatûkirinê ji bo her kesî cudatir e. Hin kes hez dikin ku li ser laşê wan wêneyek hebe, lê hinek din jî wek xemil lê dinêrin."

 

Li vê Festîvalê her kes dikare ji xwe re kinc û berg, pêlav, aksesuar û xişir û gelek têkberên cuda bikirrin.

 

Piştî danûstandinê mêvan derbasî jûrên tematîk dibin. Li  jûrekî mêvan dikarin bê pere porên xwe li gor dilê xwe bixemilîne  û  li gel îmîcmeykerên profesyonel li ser mijarên modaya têginî gengeşî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst