Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 7emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li darxist. Di festîvalê de hejmareke jin ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn û têde şano, stranên cuda û govend hatin pêşkêşkirin, herweha tablo û karên destên jinan jî hatin nîşandan.
Bi dirûşma "Jin kulîlka bihara çandê ye" Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê 7emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê saz kir.
Hejmarek jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê festîvalê de beşdar bûn.
Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser Rewda Hesen got, ew dixwazin di salên bê de gavên mestir bavêjin.
Mûzîk, helbest, tabloyên hunerî, karên destî û gelek hunerên din ên kelepûrî û folklorî yên jinên ji hemû bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê di vê festîvalê de hatin pêşkêşkirin.
Dîzaynera karên destî Rehma Teko got: “Em sê jin bi karê destî beşdar bûne, armanca me sepandina hebûna jinê ye. Jin berhemdar e xwediya fikreyê ye, em karê xwe nîşanî xelkê didin. Karê me derketiye derveyê navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê, karê me kelepûrî ye.”
Di dawiyê de hemû beşdar hatin xelatkirin, herwiha xelatên diravî bi ser 15 beşdarên ku di beşên wêje û hunerê de bi ser ketine hatin belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse