Romana Turan Çabuk ‘Gulperî’ derket

02-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romana nivîskar Turan Çabuk a bi navê “Gulperî” ji aliyê  Weşxanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin û niha belav bûye.

Nivîskar Turan Çabuk ev romana xwe li girtîgehê di di heyama 3 sal û nîvan de nivîsandiye.

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn jî li ser ser hesabê xwe yê Twitterê behsa romana pêvajoya nivîsandina “Gulperî” wê Turan Çabuk kiriye. 

Abdullah Keskîn dibêje: “Turan Çabuk ev roman di 3 sal û nîvên xwe yên hepsê de nivîsand. Bi nexweşiyek giran ket. Rakirin nexweşxanê. Di emeliyatê de doxtor û gardiyan li ser serê wî bûn. Gurçikek wî girtin. Rapora mirinê danê lê ew li ser piyan me. Niha dikare bipeyive. Cezayê wî bo demekê texîr kirin.”

Helbestvan Rizgar Elegez jî li ser pirtûkê dibêje: “Gulperî, romana ku mîna ava du cewan û du zemanan diherike nava hev û çîrokeke dêrîn û dildariyeke vê çaxê bi rehendên civakî ve tev gotiye, wekî çawa Ehmedê Xaniyê direxşan gotibû;

Şerha xemê dil bikem fesane

 Zînê û Memê bikem behane

Vegotin û lihevhûnandina di vê romanê de hemzeman ya du çîrokan ku yek ji wan bi nesl û feslê heyama me kiras dibe û mekanê efsaneyê û yê dema niha nêzîkê hev dibe, lê ewqasî jî nivîskar bi xwe wekî Memê zîndanî, wî bi xwe peyvên xwe yên dil-lerzîn di zîndanê de vebijartine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst