Hunermenda Kurd Leyla Zerya di carekê de sê klîp belav kirin

01-12-2018
Necmi Orta @sira_sibe_
Nîşan Leyla Zerya Kurd Hunermend Payiz Ava Evînê Day Lêro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Kurd Leyla Zerya, ku li Almanyayê dijî, ji bo stranên xwe yên bi navê “Payiz, Ava Evînê û Day Lêro” klîp çêkirin.

 

Hunermend Leyla Zerya ji Rûdawê re ragihand, ku ew amadekariya yekemîn albûma xwe dike ku biryar e di sala 2019ê de derbikeve. Zerya got, di albûmê de dê stranên Kurmancî, Zazakî û Soranî hebin.

 

Hunermenda Kurd sê stranên vê albûmê yên bi navê “Payiz û Ava Evînê” ku bi Kurmancî ne û “Day Lêro” jî bi Zazakî ye, kir klîp.

 

Leyla Zerya got, dîmenên van klîpan li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê girtiye û hevala wê Zeynep Işik jî hevkariya wê kiriye.

 

Leyla Zerya di stranên xwe de şêwazê klasîk û nûjen bi hev re dihûne û dibêje.

 

Derbarê albûma xwe de Leyla Zerya diyar kir, ku wê xwestiye ev albûm bibe dengê dilê jinên Kurd.

 

Leyla Zerya di sala 1968ê de li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye lê li Almanyayê mezin bûye.

 

 


 

 


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst