Şaneşîn Performansê li Mêrdînê şanoya 'Penceşêr' nîşan da

26-03-2023
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Şaneşîn Performansê cara duyemîn lîstika xwe ya bi navê Penceşêr lîst.

Koma şanoyê ya Şaneşîn Performansê îro Yekşemê 26ê Adara 2023an li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê cara duyemîn lîstika xwe ya bi navê Penceşêr ku ji aliyê nivîskarê Fransî Roland Topor ve hatiye nivîsand lîst.

Penceşêr a ku Recep Îçen derhêneriya wê dikir, li salona Cure Art a Odeya Dermansazan a Mêrdînê hat lîstin û ji aliyê hejmareke zêde ya şanohezan ve hat temaşekirin.

Derhêner Recep Îçen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û cûreya lîstika Penceşêrê wek ‘Komediya Reş’ bi nav kir û got, “Li Bakur gelemperî lîstikên komediyê têne çêkirin lê îtirazeke me ji vê yekê re hebû ku divê pirsgirêkên civakê ne tenê bi komediyê were nîşandan.”

Derhêner Recep Îçen her wiha diyar kir, “Lîstik di teksta sereke de li ser serdestiyê û bindestiyê disekine lê lêanîna me dijitiya kolonyalîzmê ye.”

Lîstikvanên lîstika bi navê Penceşêrê Abbas Bayhan, Erdal Açil, Ercan Pîroz Şêr, M. Xalid Ertoşî, Rênas Nas, Sakine Salvaci, Serdar Zîv, Şêrko Janzêm û Şirîn Saglam bûn.

Her wiha lêanîn û şanonameya lîstika Penceşêrê M. Xalid Ertoşî û Recep Îçen, dramaturjî Siya Savaş, make-up Rênas Nas, anîmasyon û grafik Şoreş Demîrcan, afîş Şoreş Demîrcan, cil û berg Şêrko Janzêm, dekor Erdal Açıl, teknîk Ozgur Sînan Elik çêkirin ku şêwirmendê hunerê Yaşar Deniz û berpirsiyarê sehneyê jî Ercan Pîroz Şêr bûn.

Koma şanoyê ya Şaneşîn Performansê dê di 8ê Nîsanê de li Qoserê, 15ê Nîsanê li Nisêbînê, 29ê Nîsanê li Êlihê, 30ê Nîsanê li Amedê lîstika Penceşêrê bilîzin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst