Yilmaz Guney 39 sal berê ji nav me bar kir

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Guney
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser koça dawî ya Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney re 39 sal derbas bûn.

Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney berî 39 salan di 9ê Îlona 1984an de li Parîsê koça dawî kir.

Yilmaz Guney bi nasnavê "Şahê Nexweşik" jî dihat naskirin. 

Guney di sala 1982yan de di Festîvala Fîlman a Cannesê de bi fîlma xwe yê bi navê "Rê" xelata Palmiyeya Zêrîn wergirtibû.

Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney hem wekî senarîst û derhêner û hem jî wekî lîstikvan serkeftî bû.

Yilmaz Guney bi fîlmên xwe yên wekî "Yol-Rê", "Suru-Kerî" û "Umutsuzlar-Bêhêvî" tê zanîn.

Herwiha Guney di 114 fîlman de lîstiye, derhêneriya 26 fîlman kiriye, 15 fîlm çêkirine û senaryoya 64 fîlman nivîsandiye.

Yilmaz Guney ango bi navê wî yê rast Yilmaz Putun di 1ê Nîsana 1937an de li gundê Yenîce yê Edenê ji dayik bû.

Bi eslê xwe ji malbateke Kurd a gundê Desmanê yê navçeya Siweregê ya Rihayê ye.

Wî ji ber hejariyê dev ji xwendinê berda û wekî karker di sînemeyan de kar kir.

Yilmaz Guney roja9ê Îlona 1984an, di 47 saliya xwe de li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.

Gora wî li beşa 62yem a Goristana Père Lachaise ya Parîsê ye.

Axavtina Newrozê

Yilmaz Guney li Parîsê di bernameya Newroza sala 1984an de ve axavtina bi bandor kiribû ku heta niha jî di hişê gelê Kurd de ye:

“Hevalno! Êş, zext, hejarî, xwîn û hêsir ne qedera gelê Kurd e.

Em vê qederê red dikin! Em vê qederê nas nakin!

Em naxwazin bibin zarokên welatekî mêtînger ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkin, em dixwazin bibin zarokên welatekî Kurd ê serbixwe, yekgirtî û azad ên Kurdistanê.

Em dixwazin li se axa xwe bi zimanê xwe stranên evîndarî û azadiyê bisitirînin.

Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bistirin û û ji nû ve ava bikin.

Hevalno! Çayayên me, deştên me û çemên me li benda we ne.

Em naxwazin hemû jiyana xwe li xerîbiyê derbas bikin û stranên xerîbiyê bibêjin.

Em dixwazin li welatê xwe, di bin ala xwe de azad û serbixwe bijîn.

Armanca wan kesên ku îro li deverên cuda yên Kurdistanê, li çiya, deşt û zindanên faşîst, li dijî zilm û zordariya mêtîngeran şer dikin û dimirin ev e!

Em bîranîna kesên ku di şer de mirine û yên ku di vê rêyê de şehîd ketine di dilê xwe de û di têkoşîna xwe de zindî dihêlin.

Bila dost û dijmin bizanibe em dê bi ser kevin tekez em dê bi ser kevin.

Bijî Kurdistana serbixwe, yekgirtî, demokratîk!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst