Amed (Rûdaw) - Bênirxbûna lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî û Dolarê Amerîkî, bandoreke neyênî li ser weşanxaneyan jî kiriye. Ji ber ku hemû cureyên kaxezên çapê ji derveyî Tirkiyê têne kirîn, dema ku pereyê wî welatî nirxê xwe ji dest dide, nirxê kaxezan jî zêde dibe û weşanxane di çapkirina pirtûkan de ziyanê dibînin.
Li gorî Yekîtîya weşangerên Tirkiyê, weşanxane gihîştine asta ku êdî nikarin pirtûkan çap bikin. Di vê rewşê de weşanxaneyên Kurdî ziyaneke zêdetir dibînin ji ber ku berê jî gelek asteng li ber wan hene û zêdebûna nirxê kaxizan jî bi ser de hatiye û karê wan xistiye bin metirsiyê. Dîsa jî xwe neçar dibînin ku pirtûkan çap bikin û bi nirxekî girantir daxin bazarê, lê vêcarê jî xwînerên kurd gazinan ji zêdebûna nirxê pirtûkan dikin.
Li Amedê, weşanxane ya kurdî Payîz, du salin vebûye û ew pirtûkên kurdî çap dikin û li gel wî jî wana cîhek pirtûk firoşîyê jî vekirine
Mehmet Çakmak jî nivîskar e û xwedîyê vê weşanxaneyê ye. Ew di nav refên pirtûkan de bi kelecanek mezin diçe û tê lê bi zêdebûna nirxê dolarê emerîkî û euro nirxê cûre kaxizên ku pê pirtûk, kovar û rojname tên çapkirin jî zem xwarine ji ber wî ew niha difikire ku yê êdî çawa pirtûk çap bike.
Weşanger Mehmet Çakmak dibêje “Dîsa em ê hewl bidin ku em karibin ji nav vê rewşê derkevin.Lê bi rastî vê gavê em bi fikarin. Em bi xwe li rêyek diğerin ku em çareserîya vê yeke bibinin. lê ev çareserî ne di desten me de ye.”
Li Tirkiyê cîhê take hilberîna kaxiz febrîqeya SEKAyê bû ku ji 1936an vir ve bênavber 69 sal li wir kaxiz dihat hilberandin lê di 2005an de ewilî ew febrîqe hat firotin û dure jî feelîyetên wî hatin rawestandin ji ewsal vir ve cûre kaxizên pirtûk,kovar û rojnameyan ji derveyê Tirkiyê bi dirav tê stendin. Ji ber wî jî dolar û euro her ku bilind dibin zem tê ser kaxiz jî.
Xwedîyê Weşanxaneya JJ Azad Zal got “Ev pirtûka min a Nûredîn Zaza ya bi navê Jîyana min, ev çapa sisêyan e em dikin. Me wextê çapa duduyan kir par me kiribû texmîna min, par dora 9 lîreyan li ser me bû mal.Tevî kargoyê dev û dora 10 lîre li me bû mal me bi 28 lîreyan difirot perekende ya wê. Ji xwe ji sedî 50 me îskonto dikir yanî 28 lîre me difrot fîyeta wî. Aniha vê pirtûkê 19.50 li me dibe mal.”
Di 2018an de ji ber zêdebûna nirxê cûre kaxiz nêzîkî 100 weşanxane, rojname û kovar hatibûn girtin û beşek ji wan jî xwe dîjîtalîze kiribûn. Di 2018an de dolarek emerîkî jor 6 lîreyan, euroyek jî li dev û dorên 7 lîreyan bû. Aniha nirxê dolarek emerîkî gîhîştîye 12 lîreyan, eûroyejek jî bûye 13 lîre.
Di serê sala 2020an de tonek kaxizên kalîteya herî baş 750 dolar bû lê anha de tona wê derketîye 1500 dolarî. Ev rêjeya zede ya bihabûna kaxiz lêçûnên çapgiriyê jî derxistîye du qatan.
Li gor amarên edîtorê malpera Diyarnamê Cemîl Ogûz ku ew 15 sal in sal bi sal datayên weşangeriya Kurdî tomardikin di 2020an de 279 cûre pirtûkên Kurdî hatine weşandin ku cûre berhemên ji edebiyata Kurdî li xwe girtine. Lê datayên î sal hêj nehatine eşkerekirin. Di halê heyî de du rê li ber weşangeran e, yan dê pirtûk çap nekin, yan jî ew mecbur in ku nirxê pirtûkan zede bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse