DÊRIK - Berhemhênerên zeytûnan kiryaran peyda nakin

31-10-2018
RÛDAW
Li Dêrikê dema komkirina zeytûnan destpê kiriye
Li Dêrikê dema komkirina zeytûnan destpê kiriye
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dêrik Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrika Çiyayê Mazî ya ser bi Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê berhemhênerên zeytûnan nikarin bi nirxek baş berhemên xwe bifiroş in.

 

Li Dêrika Çiyayê Mazî bi dirêjahiya rêze çiyayan li ser rûberê 50 hezar donim zevî nêzîkî milyonek û 750 hezar darên zeytûnan hene û çavkaniya dahata xelkê navçeyê e.

 

Dema komkirina zeytûnan destpê kir. Îsal li Dêrikê 10 roj zêdetir dest bi komkirina berhemê zeytûnan hat kirin. Herçiqas baranan çend rojên derbasbûyî dilê berhemhênerên zeytûnan xweş kiriye, lê nebûna kiryaran bûye pirsgirêk bo berhemhêneran.

 

Derbarê vş mijarê de berhemhênera zeytûnan Mihrîban Azlag wiha axifî: “Ligel barîna baranê zeytûn xweşiktir bûne, xweşiktir jî dixuyên. Dibêjin bi dused lîre, wîjdan û merhamet heye, çima ma zeytûn bi du lîre hene? Nînin. Tu diçî wan zeytûnên reş dikirî qotî bi 20 lîre. Li vê derê ev zeytûnên kesk hene ku bereket û tendirûst in û dizanî ka te çi zeytûnek kiriye. Lê bê fêde ye, ji ber nebûna kiryaran zeytûnên me li ser erdê mane. Em daxwaz dikin çareseriyek ji zeytûnên me re were dîtin."

 

Berhemhênerên zeytûnan dibêjin salên derbasbûyî, kiryar ji navçeyên rojavayê Tirkiyê dihatin Dêrikê û ji vê derê zeytûn dibirin, lê îsal wek pêwîst kiryarên berhemên wan nînin û daxwaz dikin kargeheke zeytûnan li navçeya wan were vekirin daku bikaribin baştir berhemên xwe bixin bazarê.

 

Berhemhênerê zeytûnan Riza Temel  jî got: “Mixabin zeytûn dibin xisar, kiryar bi dest me nakevin. Karê me bi avê de diçe, barîna baranê gelekî baş bû, lê kiryar bi dest me nakevin, kilo bi du lîre, sê lîreyan difroşin, hê jî em nikarin bifroşin."

 

Ligel ku kiryar kêm in, lê ew kiryarên ku bo kirîna zeytûnan hatine jî dibêjin, zêytûnên Dêrikê yên herî baş in lewra wan ew hilbijartine.

 

Kiryarek jî dibêje: “Zeytûnên vê derê behadartirîn corên zeytûna ne li cîhanê. Bi rûn in û rune wan xwezayî ye, bi başî tîrêjên rojê li wan didin. Em hatine bikirin. Hatina baranê gelekî baş bû bo zeytûnan û bibe xêr û bereket ji xwediyên wan re, bi hêviya xwedê."

 

Li Dêrika Çiyayê Mazî bi dirêjahiya rêze çiyayan li ser rûberê 50 hezar donim zevî nêzîka milyonek û 750 hezar darên zeytûnan hene û çavkaniya dahata xelkê navçeyê e. Zeytûnên Dêrikê li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi wê yekê tên naskirin ku rêjeya rûn di wan de gelekî zêde ye û zedeyî 10 corên cuda lê tên berhemanîn.

 

Tê çaverêkirin ku berhemê zeytûnên îsal li wî bajarokê Mêrdînê 2 hezar ton be. Sala borî baştirîn corê zeytûnên Dêrikê kilo bi 12-13 lîre li bazarê dihatin firotin û îsal kilo bi 15 lîreyan tê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst