Li Tirkiyê enflasyona kelûpel û xurekan bo %30 zêde bûye û xelk nerazî ye

30-09-2021
Omer Sonmez
Bazareke fêkî û sewze li bajarê Stenbolê. Wêne: Rûdaw
Bazareke fêkî û sewze li bajarê Stenbolê. Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Enflasyon
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê bilindbûna dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî bandorên neyînî dide ser rewşa aborî û civakî a wî welatî. Li gorî aborînasan li Tirkiyê rêjeya enflasyona kelûpel û xurekan gihiştiye ji sedî 30an. Herwiha aborînas bi guman nêzî rêjeyên enflasyonê ya saziyên fermî dibin. Li aliyê din welatiyên Tirkiyê jî ji bihabûna zêde bêzar bûne û li bendê ne ku hikûmet destwerdana pêwîst li nav bazar û marketan bike.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) di meha tebaxê da enflasyon berz bûye û bûye ji sedî 18,95 û herwiha enflasyona berhemanînê jî zêde bûye u gihiştiye ji sedî 45an. Li Tirkiyê her diçe bihabûn û enflasyona hemû kelûpel, sebze, fêkî û xurekan zêde dibe û ev yek bandorên neyînî dide ser debara welatiyan.

Welatî û esnaf ji bihabûna zêde bêzar bûne û li bendê ne ku hikûmet midaxeleya hewce bike.

Ridvan, yek ji esnafên Stenbolê di vê bareyê de ji Rûdawê re dibêje: “Her tişt pir biha ye. Di şertên asayî de fêkî û sebze li cihê xwe erzan e, lê dema navbeynkar dikevin navberê her tişt biha dibe. Em li bendê ne ku serokkomar midaxeleyê bihayên fahîş bike. Gel hemû li benda vê yekê ne. Em jî li bendê ne. Nexwe em nikarin îş bikin.”

Welatiya bi navê Rukiye jî ji rewşê bi gazin e û dibêje: “Her tişt pir zêde biha ye. Market, bazar, manav hemû heman in, pir biha ne. Em ji bihabûnê bi gilî û gazinc in.”

Ayşe, welatiyeka din e ji buhabûna kelûpelan nerazî ye. Ayşe dibêje: “Sedema bihabûnê ji dewletê bipirsin. Divê berpirsên çandinî û heywandariyê bersiva pirsa, “çima her tişt biha dibin bidin.” Bavê min jî heywandarî dikir. Lê niha iflas kiriye. Toxim, gubre gelekî zêde ye. Lewra tiştên ku li vir hildiberînin nastînin diçin ji derve distînin.”

Gulsum, ku jibo kirîna kelûpelên malê serdana bazarê kiriye, dibêje: “Berê me bi 100 lireyê pêdiviyên xwe distandin. Lê niha em ancax dikrain poşetek dagirin.”

Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aborî (OECD) bo sala 2021an bendewariya xwe ya bo enflasyona li Tirkiyê ji sedî 16an bilind kir bo ji sedi 17,8an, bo sala 2022an jî ji 12,8an rakir ji sedî 15,7an.

Herwiha Banka Navendî ya Tirkiyê jî bendewariya xwe ya bo dawiya salê ji sedî 12,2an rakiribû ji sedî 14,1an.

Aborînas, Nazır Kapusuz amaje bi bilindbûna rêjeya enflasyonê dike û diyar dike, herî zêde welatî bilindbûna rêjeya enflasyonê hîs dikin û dibêje: “Hemû maliyet, bi taybetî jî lêçûyên ku girêdayî dolar in gelekî bilind bûye. Di amarên TUIKê de jî enflasyona xurekan ji sedî 30 zêde bûye. Lê TUIK dema enflasyona giştî dihesibîne divê qey welatî hindik nan û xurekan dixwun nîşan dide. Lê em dizanin dema welatî hejar dibin zêdetir berê xwe didin standina xurekan. Ji loma jî welatî zêdetir enflasyonê hîs dikin.”

Li aliyê din li Tirkiyê piştî ku Banka Navendî rêjeya faîzê 1 puan daxist, bilindbûna dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî berdewam kir. Dolar li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihişt derdora 8.90 lîreyê Tirkî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst