Iraqê di 12 salan de 700 milyar dolar xerc kiriye

30-07-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Aborî Xerckirin Dolar
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Banka Navendî ya Iraqê koma pereyên wergirtî yên diravên biyanî û xerciyên Wezareta Darayî yên di navbera salên 2005-2017an de eşkere kir, li gor raportê Iraq zêdetirî 700 milyar dolar xerc kiriye.

 

Banka Navendî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku "ji sala 2003an heta îsal, aboriya Iraqê bi awayekî berbiçav di dahata petrolê de hilkişiyaye li gel bilinbûna buhayê petrolê".

 

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Koma pereyên wergirtî yên diravên biyanî ji Wezareta Darayî di navbera salên 2005-2017an de nêzîkî 706,23 milyar dolarên Amerîkî bûye. Pereyên ku hatine xerckirin jî gihiştiye 703.11 milyar dolaran ku dike %99.5ê qebareya hemû dahatan.”

 

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Ev xerckirin bi ser çend beşên cur bi cur hatine dabeşkirin, ya herî girîng jî, beşek jê bûye dînar ku Wezareta Darayî di budceya giştî de xerc dike û di navbera salên 2005 heta 2017an de gihiştiye nêzîkî 488,6 milyar dolaran.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li gor amara Banka Navendî, Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) 156 milyar dolaran di hawirdekirina xwarinê de xerc kiriye û 488 milyar dolaran jî di kirîna diravên biyanî de xerc kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst