WAN – Kirîn û firotina xaniyan ji sedî 72 kêm bûye

30-07-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ji ber bilindbûna nirxê dolarê û nearamiya herêmê
Ji ber bilindbûna nirxê dolarê û nearamiya herêmê
Nîşan Wan avahî kirîn û firotin kêmbûn nearamî dolar zêdebûn
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li bajarê Wanê kirîn û firotina xaniyan li gorî par ji sedî 72 kêm bûye. Him xanîfiroş û him jî mutahîdên ku xaniyan lêdikin kêmbûna xaniyan bi nearamî, bilindbûna nirxê dolar û zêdebûna buhayê alav û amûrên avahiyan ve girê didin.

 

Ev 2 sal in li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê firotina xaniyan kêm bûye, lê li bajarê Wanê firotina xaniyan ji sedî 72 kêm bû. Sala par di şeş mehên yekem ên wê salê de 11 hezar û îsal jî di şeş mehên pêşî de 3 hezar xanî hatine firotin.

 

Li gor jûra xanîfiroşan gelek sedemên kêmbûna firotina xaniyan hene û sedema herî mezin jî ew e ku xelk niha pêşerojeke aram nabîne.

 

Serokê Jûra Xanîfiroşên Wanê Orhan Ozdek ji Rûdawê re diyar kir: “Berê firotin û kirîna xaniyan gelek xweş bû. Bazirganiya Wanê mezin bû. Bazirganiya sînor hebû. Milet jî gelek xaniyan ji xwe re distendin û difirotin. Lê ji ber ku niha bazirganî sekiniye, kirîn û firotina xaniyan jî îsal gelek kêm bûye.”

 

Li Wanê xanî nayên firotin lê bi awayeke berbiçav li her derê bajarê Wanê avahiyên nû tên lêkirin. Mutahîd dibêjin dewletê ji ber erdheja Wanê krediya xaniyan daye xelkê û îsal ev kredî bi dawî dibe. Ji ber vê yekê xelk pereyê xwe dide wan û ew jî ji wan re xaniyan lêdikin.

 

Mutahîd Nizamettin Teber diyar kir: “Firotin berê li Wanê wiha bû; me difirot û piştre çêdikir. Camêr temel davêt û difirot. Niha tam berevajî wê çêbûye. Niha tu çêdikî, diqedînî û piştre difiroşî.”

 

Kemal Duman jî ev 10 sal in li Wanê mutahîdî dike û xaniyan lêdike. Lê îsal wî yek bizmarek jî li xaniyekî nexistiye. Ew dibêje ji ber ku nirxê dolar alav û amûrên avahîsaziyê ji sedî 30 bilind bûne û maliyeta lêkirina xaniyan jî zêde bûye, îsal tu karekî nekiriye.

 

Kemal Duman herwiha dibêje: “Alav û amûrên avahiyan ji sedî 30 bilind bûn. Ji ber vê yekê ez îsal rawestiyam. Ez li bendê me aramiyek çêbibe. Aramî çêbe, ezê piştre dest bi kar bikim.”

 

Li Wanê di dema pêvajoya aştî û çareseriyê de firotina xaniyan li gorî îro du qat zêdetir bû. Lê piştî têkçûna pêvajoya aştiyê, firotina xaniyan her ku çû kêmtir bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst