Pêşbînî tê kirin di cejnê de 400 hezar geştiyar bên Kurdistanê

29-08-2017
Rawa Ebdula
Nîşan Geştiyarî Desteya Geştiyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên Desteya Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê destnîşan dikin, ku ji ber nemana metirsiya DAIŞê, hêsankariya rêbendan û çalakbûna kompanyayên geştiyariyê, rêjeya geştiyarên tên Kurdistanê bi awayekî berçav zêd ebûye. Herwiha pêşbînî dikin, ku di Cejna Qurbanê de jî hejmareke zêde ya geştiyaran werin bajarên Başûrê Kurdistanê.

 

Di navbera salên 2007 û 2013ê de li Herêma Kurdistanê kerta geştiyariyê bi awayekî berdewam di geşedanê de bû. Sala zêrîn a geştiyariyê 2013 bû, ku 2 milyon û 952 hezar keştiyar hatine Kuridstanê.

 

2 sal e careke din vejiyaye

 

Li ji ber şerê DAIŞê û derketina krîza aborî, hejmara geştiyaran pir daket. Di sala 2015ê de berawirdê sala 2013ê, ev rêje ji sedî 73.6 kêm bûn.

 

Lê dûrketina metirsiya terorîzmê, hêsankariyên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li xalên kontrolê û derbendan tên kirin, careke din hişt ku kerta keştiyariyê vejînê bibîne, ku di sala 2017ê de berawirdê sala 2013ê, rêjeya geştiyaran ji sedî 51.3 zêde bû.

 

Di Cejan Qurbanê ya sala 2016ê de 213 hezar geştiyar hatibûne Herêma Kurdistanê.

 

Şert û merc pir guncayî ne

 

Berdevkê Desteya Geştiyariya Herêma Kurdistanê Nadir Rostê dibêje: “Şert û merc ji bo geştiyariyê guncayî ne. Em pêşbînî dikin îsal du qatê par geştiyar di Cejna Qurbanê de werin.”

 

Rostê da zanîn, ku ji bo pêşwazîkirina geştiyaran hemû amadekarî hatine kirin, bi berdewamî hemahengiya wan li gel kompanyayên geştiyariyê, otêl, motel, çayxane û restorantan heye.

 

Li gorî amarên salên derbasbûyî, ji sedî 52.7ê geştiyarên tên Kurdistanê, ereb in, ku ji sedî 23.4ê erebên derveyî Iraqê ne.

 

Nadir Rostê got: “Ji sedî 80ê geştiyarên îsal hatine ereb in. Krîza darayî tevgera geştiyarên navxwe kêm kiriye.”

 

Herî zêde geştiyar tên Hewlêrê

 

Li Herêma Kurdistanê 430 otêl, 271 motel û 91 gundê geştyarî hene, ku ev cih dikarin pêşwaziya 61 hezar geştiyaran bikin. Li Herêma Kurdistanê 768 restorant û kafeteryayên geştiyariy3e hene, ku piraniya wan li Hewlêrê ne.

 

Herî zêde geştiyar serdana Hewlêrê dikin. Par bi giştî milyonek û 603 hezar û 400 geştiyar hatibûne Kurdistanê, ji van 776 hezar geştiyar hatibûne Hewlêrê, 729 hezar çûne Silêmaniyê û 88 hezar jî çûne Duhokê, herwiha 10 hezar jî çûne Germyanê.

 

Cigirê Serokê şaxê Hewlêrê ya Komeleya Mêvanxane û Xwaringehên Herêma Kurdistanê Şukir Ezîz dibêje: “otêl û mêvanxaneyan nirxên xwe gelek erzan kirine. Lewma di vejandina kerta geştiyariyê de para şêr ya wan e. Weke mînak ji bo grûbên geşiyaran şeva otêlên 4 stêrk bi 20 - 25 hezar dînar e, 3 stêrk bi 15 - 18 hezar dînar e û 2 stêrk jî bi 10-12 hezar dînar e.”

 

90 kompanyayên geştiyariyê tên Kurdistanê

 

Bi tevê hemahengiya ligel kompanyayên geştiyarî yên navxwe, Desteya Geştiyariya Herêma Kurdistanê li gel 90 kompanyayên geştiyarî yên Iraqê jî di nava hemahengiyê de ye. Ev kompanya ji bajarên Iraqê geştiyaran tînin Kurdistanê.

 

Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Gştiyarî ya Bûka Deryayê Heval Sabit Axa dibêje, ji niha ve dest bi pêşwazîkirina geştiyarên Cejna Qurbanê kirine.

 

Sabit Axa ku ev 14 sal e vî karî dike û li gel 60 kompanyayên Iraqê di nava hemahengiyê de dide zanîn, ku ji serê her geştiyarekê, ji bo heyama 4 rojan 80 heta 150 hezar dînaran werdigrin û wan li otêlan bicîh dikin, herwiha digerînin.  

 

Her geştiyarek çi qas xerc dike?

 

Berdevkê Desteya Geştiyariya Herêma Kurdistanê Nadir Rostê da zanîn, ku her geştiyarek di heyama 4 rojan de nêzîkî 300 dolaran xerc dike.

 

Rostê got: “Divê cejnê de li gorî pêşbîniyên me dê 400 hezar geştiyar bên. Bi vê rêyê dê 120 milyon dolar bibe dahata geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst