Bazirgan ji ber nemana petrola Îranê li bazarê nîgeran in

27-09-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bazirgan Petrol OPEC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî vekirina bazara Asyayê nirxê neftê îro gihîştiye asta herî bilind a 4 salên dawiyê. Serokê Amerîkayê ji endamên OPECê daxwaz dike, ku nefta zêde hinardeyê bazarê bikin û nirxê wê daxînin. Ev yek jî di demekê de ye, ku 40 rojên din şûnde qonaxa duyem a dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê destpê dike. Berpirsên Washingtonê dibêjin, ew dixwazin wek wê demê hinardekirina nefta Îranê bi tevahî rabigirin.

 

Sibeha îro ya çarşemê piştî vekirina bazara Asya ya neftê, nirxê neftê guherî û gihîşt asta herî bilind a 4 salên dawiyê.

 

Bilinbûna nirxê neftê li gel daketina hecma nefta xam a Amerîkayê pêk hat. Bazirganên neftê ji ber nemana nefta Îranê di bazarê de nîgeran in, ku ev yek jî ji ber dorpêçên neftê yên Amerîkayê pêk tê, ku dibe di meha 11emîn de were cîbicîkirin.

 

Bilindbûna nirxê neftê li Amerîkayê dibe sedema bilindbûna nirxê benzînê û ev jî li ber pêşketina serokê Amerîka û partiya komarparêzan dibe zirar, ku di meha mijdar a îsal de (6-11-2018) ji bo hilbijartinên navber ên kongreya wî welatî li gel demokratan diçin hilbijartinê.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemiyê careke din rêxistina OPECê tohmetbar kir û jê xwest ku nirxê neftê daxîne. Trump got: “OPEC û welatên endam ên OPECê weke berê welatên din ên cîhanê dixapînin. Ev yek bi dilê min nîne. Bi dilê welatên din jî nîne. Em piraniya wan welatan, ku xwedî neft in, diparêzin. Li beramberî vê yekê ew bi bilindkirina nirxê neftê, me bi awayekî xirab bikar tînin. Ev qet ne baş e. Divê ew rê li ber bilindbûna nirxê neftê bigirin.”

 

Sibeha çarşemê her bermîla nefta Brentê 4 sent daket û bû 81 dolar û 83 sent. Roja sêşemê nirxê nefta Brentê tenê ji bo demek kurt gihişte zêdetirî 82 dolaran.

 

Îro çarşemê nirxê nefta Teksasê jî 13 sent daket û her bermîlek bû 72 dolar û 15 sent. Ev cihdîtina nirxê neftê di demek wisa de rûda, ku mezintirîn parzûngeha Hindistanê ragihand, ti planek wan tune ye ku di meha 11emîn de petrola Îranê bikirin. Bi vî awayî piştî Japon û Koreya Başûr, Hindistan bû welatê seyêm ê Asyayê, ku kirîna nefta Îranê radiwestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst