Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sinan Çiftyurek, got li gorî amarên fermî yên TUIKê bajarên herî hejar yên Kurdan in.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Wanê Sinan Çiftyurek di dema gotûbêjên derbarê budceya 2024an axivî.
Sinan Çiftyurek diyar kir ku li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li bajarên herî hejar ên Kurdan e, cudahiya di navbera bajarên Kurdan û Tirkan de gelekî zêde ye.
“Di navbera bajarên Kurdan û Tirkan de ji 8 qat ferq heye”
Sinan Çiftyurek got nexşeya TUIKê amade kiriye nîşan da û got:
“Ev nexşe min xêz nekiriye. Saziya TUIKê ev nexşe xêz kiriye. Ev nexşeyeke dabeşker e. Divê hûn navekî lê vê nexşeyê bikin.
Dixwazin jê re bêjin `rojhilat û başûrê rojhilat`, dixwazin bêjin `Kurdistana Tirkiyeyê` dixwazin bêjin bajarên nişteciyê wan Kurd lê di vê nexşeyê de cudakarî heye.
Aliyek bi temamî hejar e û aliyek dewlemend e. Navekî li vê ya bikin. Berpirsê vê yekê kî ye? Ji 26 bajaran 19 di vê nexşeyê de ne. Bajarên nişteciyê wan Kurd in.
Bajarên herî hejar û di asta herî jêr de ne. Sedema terorê ev e. Di mijara Kurd de du sedem û pirs hene. Aliyekî siyasî û aliyekî aborî heye. Ev wekî bombeyeke eyarkirî ye.
Tevî projeya GAPê ya çandiniyê 3 bajarên ku di asta herî jêr de ne kîjan in? Riha, Agirî û Wan e. We projeya GAPê çêkiribû û dê ev bajar geş bûbûna û qaşo cudakariya di navbera bajaran de dê nemabûya.
Bajarên di asta herî jor de jî Îzmit, Stenbol û Tekirdag e. Cudakarî ewqas zêde ye ku, di navbera Agirî û Îzmitê de yan di navbera Urfa û Tekirdagê de 7-8 qat ferq heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse