Hineyên Mêrkuj û Xesûteqiya bazar germ kiriye

22-04-2017
Şadiye Resûl
Silêmanî
Silêmanî
Nîşan Hine Silêmanî Bazar
A+ A-

Silêmaniyê (Rûdaw) – Di nava bazarên Başûrê Kurdistanê de 2 cûreyên hineyan hene, ku navê wan bûye sedema çêkirina gengeşeyan di nava civakê de. Navê yek ji wan Mêrkuj û ya din jî Xesûteqiya ye. Lê bazara wan germ e.

 

Navê hineyên Mêrkuj û Xesûteqiya (Xesûteqên û Piyawkuj) bûye sedema nerazîbûna gelek kesan û tê gotin bazirganan ji bo ciwaniyê ev nav hilbijartine.

 

Çîroka pêwedniyên bûk û xesûyan hê jî gotegot û behseke sereke ya jiyana rojane ye.

 

Hevwelatiya bi navê Nazenîn Ferec, li ser hineya bi navê Xesûteqiya dibêje, ev nav ji bûk û xesûyên niha re dibe neheqî.

 

Nazenîn Ferec dibêje; “Ma xesûyên feqîr çi kirine ev nav danîne ser hineyan. Bi Xwedê ez gelek hez ji bûka xwe dikim. Dema ji min dûr dikeve ez zû bêriya wê dikim. Lê ev navê Xesûteqiya ne xweş e. rast e berê xesû xirab bûn. Ez jî wesa bûm lê niha êdî dinya hatiye guheetin. Êdî xesû û bûk ligel hev namînin da ku van navan lihev bikin.”

 

Nivîsa li ser kîsên hineyên Mêrkuj û Xesûteqiya, ji curên din ên hineyê cuda ne. bazirganan bi xwe ev nav hilbijartine. Ev niva bûye benîstê ser zimanê jinan û firoşkaran. Lê herî zêde jî ev herdu curên hineyê tên firotin.

 

Firoşkar Elî Heme dibêje; “Niha dem dema hineya Mêrkuj û Xesûteqiya ye. Kiryar carna tên li ser van navan hekena bi hev re dikin. Lê jiber navê wan bi kurdî ye, gelek daxwazî li ser hene.”

 

Navê hineya Xesûteqiya ne nû ye û berî jî li bazarên Silêmaniyê hebûye. Jûra Bazirganiya Silêmaniyê jî bi fermî destûr daye vê markeyê.

 

Endamê Komîsyona Çavdêriyê ya Jûra Bazirganiya Silêmaniyê Xalid Hesen jî diyar dike; “Ev hine ji Îranê vet ê û bazirgan li ser daxwaza xwe nav lê dikin.”

 

Hine hê jî madeyekê ciwankariyê ye, ku jinên li Kurdistanê ji bo dest û porên xwe bikar tînin. Herwiha zilam jî bi taybetî mûrîdên terîqetan weke dabûnerîteke pîroz riyê xwe hine dikin.

 

Hine niha ligel boyaxa pirçan di nav hevrikiyê de ye lê hê jî hineyê navdariya wenda nekiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst