Bazirgan dixwazin rêya Duhok û Mûsilê vebe

18-07-2017
KARWAN ELÎ
Rêya Duhok û Mûsilê ji bo bazirganan venebûye
Rêya Duhok û Mûsilê ji bo bazirganan venebûye
Nîşan Duhok Mûisl Bazirgan Kompanya
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Çavê gelek kompanyayên Duhokê yên kerta taybet a bazirganiyê li ser vebûna rêya Duhok û Mûsile ye. Niha vegûhastina kel û pelên bazirganiyê di navebera Hewlêr û Mûsilê de heye û li gorî agahiyên endamekî Civata Parêzgeha Mûsilê, rojane bi bihayê milyonan dolar kel û pel di navbera Hewlêr û Mûsilê de tên veguhastin.  lê ev yek ne bi dilê bazirganên Duhoke ye û ew dibêjin rêya Hewlêr û Mûsilê ji wan re gelek dûr dibe.

 

Sînorê parêzgeha Duhokê ya li gel Mûsilê ji Hesem Şam heta Şingalê dirêj dibe. Di seranserê vê sînorî de nêzîkî 10 rê û derwaze di navbera herdu parêzgehan de heye. Niha DAIŞ li tevahiya vî sînorî nemaye, lê hê jî ev rê ji bo liv û tevgera bazirganiyê nehatiye vekirin.

 

Ev 3 sal in veguhestin û gihandna kel û pelên Duhokê bo Mûsilê sekiniye. Ev di demekê de ye, ku nêzîkî 3 hezar kompanyayên Duhokê li hêviya destûrê ne, ku kel û pelên xwe bigihînin bazarên Mûsilê.

 

Serokê Jûra Bazirganiya Duhokê Eyad Hesen dibêje: “Hebûna deriyekê di navbera Duhok û Mûsilê de pir giring e. Divê ev rê were vekirin. Ji bo Duhokê bazara Mûsilê bazara herî giring e.”

 

Ev di demekê de ye ku biryar bû beriya 2 mehan qada lihevgûhartina keresteyan li navçeya Filfêla Mûsilê vebiba. Li gorî agahiyên Rûdawê, sedema nevebûna wê rêyê, baca zêde ye ku dê ji her otombêlekê were wergirtin. Lê ji bo çareserkirina vê rewşê di navbera aliyan de civîn tên sazkirin.

 

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewlekariyê ya Civata Parêzgeha Nînowa Haşim Birîfkî dibêje: “Em dibînin îro ti hêcetên ewlekarî, serbazî û îdarî neman da ev rê venebe. Bi nêîna min divê Civata Parêzgeha Duhokê bi rêya Parêzgarê Duhokê hewl bidin da ku ev rê mîna ya Hewlêrê vebe. Ji ber ku rojane bi rêya Hewlêrê bi bihayê milyonan dolar kel û pel digihin bazarên Mûsilê.”

 

Lê ev şêweyê gihandina kel û pelên Başûrê Kurdistanê bo bazarên Mûsilê ne li gorî xwesteka bazirganên Duhokê ye.

 

Mamostayê zanîngehê Dr. Rêber Fetah dibêje: “Pêwîste biryarek bê wergirtin. Ji ber çi ji bo Hewlêrê, Kerkûk û Silêmaniyê derî vekirî ye lê Duhokê re girtî ye. Bi vî aawayî ziyaneke mezin li bazirganan dibe. Divê tedbîrek were wergirtin.”

 

Li ser mijara venekirina rêya Duhok û Mûsilê, Rûdawê pêwendî bi berpirsên ewlekarî yên parêzgeha Duhokê kir. Wan jî gotin, ku pirsgirêk ne li cem wan e û li cem aliyên ewlekariyê yên Mûsil û hikûmeta Iraqê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst