Hêkê çav li dolarê kir û bi nirx bû

17-12-2016
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dolar Hêk Îran Mirîşk
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyê bihabûna dolarê, ku rêgirî pekan nabe li gelek bazaran bandora xwe didomîne. Li gorî zanyariyên fermî, bihabûna dolarê herî zêde bihayê hêkan zêde kiriye.

 

Di nava du hefteyan de hêk 3 qatî nirxê xwe buha bûne û pêşbînî tê kirin, ku zêdetir jî bibe. Bandora vê li Iraq, Îran û Başûrê Kurdistanê jî dibe.

 

Li Tirkiye bihayê hêkan rekor şikand û di nava du hefteyan de ji 10 lîreyê derket 28 lîreyan. Du sedem ji bo vê bihabûnê têne nîşandan. Sedema sereke herereta dolar e ku Tirkiye nikare rê li ber bigire. Sedema din jî şewba çûkan e ku bi taybetî jî li Îranê berdewam dike. 

 

Hêkfiroş Kemal Torlak got; “Niha sîrkulasyona hêkan zêde ye. Dolar biha bû hêk jî biha bûn. Li gelek welatan nexweşî heye û herkes berê xwe dide Tirkiye. Ew jî helbet buhayê hêkan ji nişkê ve zêde kir. Lê bi ya min ewê normal bibe, wiha berdewam nake.

 

Hêkfiroşeke din Elî Guzel jî diyar kir, “Di du sê hefteyên dawîn de hêk her biha dibin. Ger ku wiha berdewam bike li cem me jî wê pakêtek bibe 16-17 lîre. Li Tirkiye hêk pir in, ji her derê hêk hene û ji me re jî tên.

 

Li bazarên derve hevrikê Tirkiye yê herî mezin Îran e. Lê ji ber ku bazara derve ji bo Îranê bi dawî tê, daxwaz ji Tirkiye zêde dibin û hêk buha dibin. Elî Çelîk jî 19 salin ku di pînika xwe e 50 hezar mirîşk xwedî dike. Rojane 30 hezar hêk berhev dike. Çelîk dibê heta niha bazar mirîbûye û hin kesan ji ber têkçûna aborî întihar kiriye. Lê niha hêkan buhayê ku heq dikin dîtine û ew kêfxweş in.

 

Xwediyê pîna mirîşkan Elî Çelîk jî ragihand; “Bihabûna dolar, êm û alif jî biha kir. Hêk jî 7-8 salin ku di zirarê de ne. Gelek hevalên me tesîsên xwe girtin.  Li gorî me hêk niha qîmeta xwe dibînin. Li aliyê me talûkeya şewba çûkan nîn e. Em paketekê bi 12 lîreyan didin bazirganan. Lê li marketan hetanî 28 lîreyan derdikeve. Em kêfxweş in. Ji ber ku li vir 3 malbat dixebitin.”

 

Tirkiye di warê hilberîna hêkande duyem welate li cîhanê. Di sala 2015’an de nêzikî milyarek û 500 hezar dolar dahat ji vê bazarê berhev kiriye.

 

Tevî ku rewşa aborî baş naçe, piyaseya hêk û mirîşkan dibe solixeke kûr û fireh. Li pînikan jî hê kiriyar li hev dikevin û hêk qedir û qîmeteke mezin dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst