Li Amedê xaniyên kirê dest nakevin

17-09-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê peydanebûna xaniyên kirê bûye pirsgirêkek mezin
Li Amedê peydanebûna xaniyên kirê bûye pirsgirêkek mezin
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Xanî Xaniyên kirê Kirêçî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê 320 hezar xanî hene û ji sedî 60ê Amediyan jî kirêçî ne. Di van mehên dawiyê de, xaniyên kirê bûne bazara reş û peyda nabin. Kirêcî carna ji bo ku xaniyek peyda bikin 3-4 meh li xaniyên kirê digerin lê ew jî bi destê wan nakeve.

 

Sedema esasî ya vê jî ev e ku gelek kes ji bo bazirganiyê xwe ji xwe re xaniyan dikire û difiroşe. Ji ber vê yekê kes zû bi zû xaniyan nade kir. Xaniyên firotinê pir in lê xaniyên kirê hema hema qet nîn in.

 

Remzî Elîbal rûniştvanekî Amedê ye û kirêcî ye. Xwediyê xanî jê re gotiye, malê vala bike. Lê ev 4 meh in ku digere û nagere xaniyekî kirê nabîne.

 

Li Amedê 320 hezar xanî hene lê peydakirina xaniyên kirê li ser kirêçiyan êdî bûye zehmetiyeke mezin. Xaniyên firotinê pir in lê xaniyên kirê hema hema qet nîn in.

 

Welatiyekî Amedê yê bi navê Remzî Elîbal ku kirêçî ye, dibêje: “Niha nêzikî meha 4'an ku kuçe bi kuçe, kolan bi kolan, tax bi tax ez li xaniyê kirê digerim lê ez çi dikim bi destê min nakeve. Em pir bê çare mane. Du zarok û hevjîna min em li ortê mane. Em dikin nakin xaniyekî kirê bi destê me nakeve.”

 

Li Amedê digel hemû qeyranên aboriyê, şer û pevçûnan jî ji sala 2014'an heta niha 45 hezar xaniyên nû hatine lêkirin. Lê piraniya xaniyan ji bo razemeniyê ne.

 

Li Amedê lêkirina xaniyan bûyek yek ji rêbazên qezençkirina pere. Xaniyên nû wek çerxeke bazirganiyê dizivire û xelk kirîn û firotina xaniyan weke karekî dahatê dibîne. Ev yek jî wisa dike ku xanî pir bin lê xaniyê kirê tunebûn. Ji ber vê yekê bi riya emlakvanan jî peydakirina xaniyan gelek zehmet bûye.

 

Emlakvan, Şirîn Zeren: “Li tevahiya Amedê jî pirsgirêka kirê heye. Rojê bi dehan kes serî li me didin. Li ba me tune ye, em li hevalên xwe yên din ên emlakvan digerin. Em dizivirin li ba wan jî tune ye. Em her roj wisa dubare dikin.”

 

Bajarê Amedê di hêla zêdekirina xaniyan de li tevahiya Tirkiyeyê di rêza 20'an û li Bakur jî di rêza yekemîn de ye. Digel ku ji sedî 60 rûniştvanên Amedê kirêcî ne jî, xaniyê kirê bûye bazara reş. Lewre xanî qet li gorî budçeya hejaran nayên lêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst