Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê krîza mazot û benzînê zêdetir bûye

17-04-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Bi sedema sizayên Washingtonê li ser Tehranê, veguhastina petrola Îranê bo Sûriyê hate ragirtin
Bi sedema sizayên Washingtonê li ser Tehranê, veguhastina petrola Îranê bo Sûriyê hate ragirtin
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Sotemenî Benzîn Mazot Îran Amerîka Dorpêç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajanseke Amerîkî ragihand ku piştî dorpêçên Washingtonê li ser Tehranê, êdî Îran nikare petrolê bişîne Sûriyê. Di ecama vê yekê de jî hikûmeta Sûriyê dest bi hinek tedbîran kiriye ku têde bikaranîn û xerckirina benzîn û mazotê kêm kiriye.

 

Krîza Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, ne tenê di çarçoveya kartekê de ye, herwiha gelek aliyên din li wî welatî li xwe girtine, ji wan jî, aliyê girêdayî karta petrol û sûtemeniyê bi giştî û benzîn û mazotê bi taybetî.

 

Piştî tundbûna krîza mazot û benzînê li Sûriyê, bandora nerênî ya wê yekê li ser Rojavayê Kurdistanê jî çêbûye û heta niha berdewam dike û her diçe zêdetir dibe.

 

Li gorî raporteke Ajansa Blombêrg, piştî ku, bi sedema sizayên Washingtonê li ser Tehranê, veguhastina petrola Îranê bo Sûriyê hate ragirtin, êdî krîza benzînê li wî welatî dirust bû û li ber benzînxaneyan rêz û dorên dirêj ên otomobîlan radiwestin. Heman rewş li navçeyên Rojavayê Kurdistanê jî tê dîtin û behskirin.

 

Nivîskarê Kurd ji bajarê Hesekê, Mişhel Osman, ji Rûdawê re got ku wergirtina kerta mazotê ji bo otomobîlan, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, hejmarekê ji rêkaran dixwaze, ji wan jî belgeya destpakiyê ji Rêveberiya Darayî, wêneyên takekesî, wêneya nasnameyê, piştgiriya Sindoqa Şaredariya Gel, piştgiriya Yekîtiya Şofêran, Rêveberiya Gihandinê, polik û bi ser de jî risûmên salane ku ji bo hemû aliyan têne dan.

 

Mişhel Osman diyar ku lêçûya van karan û rêkaran, digihêje 10 hezar heta 45 hezar lîreyên sûrî. Herwiha nîşan bi wê yekê da, ku tevî vê lêçûyê, bi egera çêbûna bûyeran, ew otomobîl nayên qerebûkirin.

 

Osman got: “Piştî wergirtina kerta mazotê ji Rêveberiya Sadkobê, şofêr nikare wê kertê li ti benzînxaneyê bikar bîne, ji bilî benzînxaneya ku navê wê li ser wê kertê ye. Herwiha benzînxane, bi piranî, piştî nîvro digirin. Ev rewş êdî ziyanê digihîne welatiyan bi giştî, di nav de jî, şofêrên otomobîlan.

 

Sûriye, mehane 2 heta 3 milyon bermîl petrola Îranê hawirde dikir, lê ji Cotmeha borî ve, bi sedema sepandina dorpêça Amerîka li ser Îranê, ew hawirdekirina ji bo Sûriyê hate ragirtin.

 

 Di encama vê ragirtinê de, krîza benzîn û mazotê li Sûriyê dirust bû. Rewş jî gihişte astekê ku hikûmeta Sûriyê bi kobonan tibabeke kêm ji benzînê dide otomobîlan, ew jî 20 lître ye, ji bo 2 rojan digihêje her yek otomobîlê. Ev jî, yek ji rêkarên çareserkirina kirîzê ye, li gor berpirsên hikûmeta Sûriyê, ku behsa sînordarkirin û kêmkirina xerckirin û bikaranîna sûtemeniyê dikin.

 

Hikûmeta Sûriyê, bi yekcarî benzîn ji ser Rojavayê Kurdistanê qut kiriye. Êdî li bajarên Rojavayê Kurdistanê benzîna hikûmeta Sûriyê nemaye. Ji ber xirabiya qalîteya benzîna xwecihî jî, bi hezaran otomobîl rawestiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst