STENBOL - Karê çêkirina belem û keştiyan vejiyaye

15-07-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Stenbol
Stenbol
Nîşan Belem Keştî Stenbol Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Kêştîkarî, belemkarî û çêkirina yat û tekneyan li Tirkiye vedigere rojên xwe yên berê. Qada ku bi deh hezaran kes lê kar dike, di sala derbasbûyî de jinavbirineke mezin xwaribû. Li gorî amarên ku hatine ragihandin, hinardekirina vê kertê di 6 mehên pêşîn de ji sedî 76.6 zêde bûye û rêkor şikandiye. Pêşketina mezin jî li Stenbolê pêk hatiye.

 

Qirax û behrên Tirkiye piştî metirsiyeke giran careke din bi kêştî, yat, belam û tekneyan geş û germ dibin. Ew qad piştî hewla derbeyê ketibû xetereyeke aborî ya mezin. Lê niha li hemû baregê Stenbolê karker di xebateke xurt de ne da kû sîparîşên ku tên bibersivînin.

 

Mesût Turkoglû yek ji xwediyên wan baragan e ku belamên ahşap û polyester lê têne çêkirin. Turkoglû karê bav û kalên xwe berdewam dike û debara 10 malbatan jî bi vî karî dibe. Niha di hundirê baregê de 3 belem li nik hev in û xebateke hindik maye ku ew bigîhêjin nava pêlên deryayê.

 

Xwediyê Beregê Mesût Turkoglû ji Rûdawê re got: “Ew kargeh di sala 1984an de hatiye vekirin. Bavê min beriya wê, di zarokatiya xwe de dest bi vî karî kiriye. Ez jî li ber destê bavê xwe gihîştimê. Ji hîngê ve ez ji vê baregê derneketime. Sala çûyî karên me rawestiyan. Ne kiryarên biyanî ne yên xwecihî dihatin. Li vir 10 kes dixebitin û niha 3 belem hatine çêkirin. Hersê jî wê biçin derveyî Tirkiye. Her belemek li gorî mezinahiya xwe di nava 3 û 6 mehan de tê çêkirin. Kêştîkarî yek ji bingehên aboriya Tirkiye ne. Demek ne baş di ser me re derbas bû. Şikur niha hinekî kiryar tên û pîşesaziya me jî hinekî geş dibe.”

 

Li gorî amarên ku ji aliyê Meclîsa Hinardekaran ve hatine ragihandin, di 6 mehên destpêka 2017an de hinardekirina kêştî belem û yatan ji sedî 76.6 zêde bûye. Qada ku hinardekirin herî zede pêk hatiye jî heman qad e. Ew geşbûn li Qada Pîşesaziya Kêştiyan ya li Tûzlayê jî xwe dide der.

 

Kargeh û baregên ku zivistan valabûn, niha germ in û hoste hewl didin ku sîparîşên xwe di demên diyarkirî de bigihînin. Şagirtên li atolyeyan jî rûken in da ku qada ku wan weke dahatûyê ji xwe re diyarkirine vedigere rojên berê.

 

Şagirt Mert Turkoglû dibêje: “Temenê min mezin dibe û cihê ku ezê lê vegerim jî ev der e. Ez li cem ap û bavê xwe şagirtiyê dikim û di heman demê de jî diçim dibistana navendî. Li malbatê ez nifşê sêyan im û ezê nehêlim ku ev bareg bê girtin. Ez gelekî hez ji vî karî dikim. Kalikê min ew kar dikiriye û êdî piştî bavê min û apê min dora min e. Gelek tişt hene ku li dibistanan meriv nikare fêr bibe. Lê li vir li gel hosteyan meriv fêrî her tiştî dibe. Ez niha heftane 6 rojan têm û tar û textan dikêşim. Ez ji xwe re li pîşeyeke din nagerim. Ezê ev deriyê 50 salî vekirî bihêlim û ez gelekî jî lê hez dikim.”

 

Berê li Tirkiye tenê li vê tersxneyê kêştî dihatin çêkirin. Lê niha li gelek bajarên din jî kêştî û belem têne çêkirin. Ji ber ku 3 hêlên Tirkiye bi behran ve girêdayî ne, ew pîşe ji bo nêzikî 100 hezar kes deriyê nanê ye.

 

Paşdeçûna vir him bandorek mezin li aboriya Tirkiye dike û him jî bi sedhezaran kes ji wê nanê dibin. Ji ber wê jî pêşveçûna van 6 mehan ji bo hemû têkildarên qadê bexteweriyeke mezin bi xwe re tîne.

 

Nûnerê Kooperatîfa Hinardekaran Serkan Yavûz li ser vê yekê dide xuyakirin: “Ew qad ji destpêka salên 80î vir ve kar dike. 58 atolye li vir vekirîne û her cûre belem lê çêdibin. tenê li vir nêzikî 2 hezar kes kar dike. Niha li gelek qadan kar daketine û aborî nebaş diçe. Lê li qada kêştîkariyê livek heye û ew jî dihêle ku sektor bixwe jî berz bibe. Esnafên vir tev ên ku ji zarokatiya xwe de dest bi vî karî kirine. Ji ber wê pêşketin girîng e.”

 

Li gorî amarên ku hatine ragihandin dahata hinardekirina van 6 mehan gihîştiye 647 milyon û 44 hezar dolar. Ji sedî 89.5ê hinardekirinê jî Stenbol û Yalova li xwe digirin. Welatên ku Tirkiye herî zêde kêştî, belem, yat û tekneyan hinardeyê dike jî Kanada, Giravên Marshall, Liberya, Norwêç, gelek welatên Ewropî, Erebistana Siudî û Qatar e.

 

Tê payîn ku ew berzbûna vê qadê bandorê lig elek sektorên din û pê re jî li aboriya Tirkiye jî bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst